Ayşa Silêman/ Dêrik
Kongira islama Demokrat derbarê kiryarên dijmirovî yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rûdidan daxuyaniyek dan.
Kongira islama Demokrat derbarê kiryarên dijmirovî yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rûdidan li pêşiya mizgefta Şêx Meisûm daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên kongireyê û şêniyên bajêr hazir bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser nav prensîbên ola îslamî û bingehên dawî yên şerîeta îslamî û armancên wê yên ku li seranserê cîhanê hatine pejirandin de, parastina jiyana mirovan, parastina xwînê, pêşîgirtina li pêvçûnan û qedexekirina neheqî û êrşkariyê hene. Ev prensîb in ku bi tu hincetên siyasî, leşkerî an mezhebî nayên binpê kirin. Armanc girtina sivîlên bêguneh, bombebarankirina taxên niştecihbûnê û destavêtina jin û zarokan di şerîeta Îslamê bi tevahî qedexe ye û li ser vê xalê di navbera zanyaran de nakokî tune ye, li gorî gotina Xwedayê dilovan: “Mirovên ku Xwedê kuştina wan qedexe kiriye nekujin”. Ji ber vê yekê, her kiryarek leşkerî ku bibe sedema kuştina sivîlan an jî wan bixe xeterê, bêyî cudahî an jî pêwîstiyek rewa, kiryarek êrîşkar a qedexekirî û gunehek mezin e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Herwiha, gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyên neteweyê, Ereb, Kurd û xiristiyan, dikeve kategoriya gendeliyê li ser rûyê erdê, ku Xwedê soza cezayên herî giran daye. Xwedayê dilovan gotiye: “Nakokî ji kuştinê xirabtir e.” Kiryarek ku dibe sedema parçekirina civakê û rijandina xwînê di bin dirûşmeyên siyasî an neteweyî de, kiryarek ku ji hêla Şerîetê ve qedexe ye, çi hincetên wê hebin jî. Kontrolkirina berdewam a dewleta Tirki li ser çarenûsa Sûriyan û piştgiriya wê ji bo komên çekdar ên ku êrişî sivîlan dikin, wê ji hêla yasayî û exlaqî ve berpirsiyarê xwînrijandinê dike, ev kiryar nikare bi ti wesfeke olî an exlaqî were rewakirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li alimên olî, encumenên hiqûqê, sazî û dezgehên Îslamî dikin ku helwestek qanûnî ya zelal û bê guman ragihînin ku van êrişan şermezar bike, rijandina xwîna Sûrî qedexe bike û hemû nakokiyên neteweyî û mezhebî sûcdar bike, li gorî ruh û armancên Îslamê, li gorî Peymana Medîne Elmûnewre, ku prensîba jiyana hevbeş, edalet û hemwelatîbûna berfireh destnîşan kiriye. Parastina sivîlan, rawestandina êrişkariyê û parastina aştiya sivîlan ne tenê daxwazên siyasî ne, lê belê erkên mirovî û exlaqî ne. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina xwînrijandinê û pêşîgirtina li berdewamiya dagirkerî û destwerdanên ku civaka Sûriyeyê wêran dikin, tedbîrên lezgîn bigirin.”






