Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê: Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin  

09/01/2026
in NÛÇE
A A
Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Divê gelê me neyê lîstikên şerê taybet
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

 Meclisa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li hember rewşa awerta ya ku li wan taxan tê jiyankirin, daxuyaniyeke fermî ji raya giştî û gelê xwe re da û wiha anîn ziman “Ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.“

 Li hember rewşa heyî ya ku li her du taxên ku bi têoşîneke bi rûmet ji sê rojan ve li ber xwe didin û şer dikin, piştî ragihandina komên çekdar yên hikumeta demkî ku ketine her du taxan Meclîsa Gel a Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê derket pêşberî gel û raya giştî.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ;”Ji roja 6ê meha Çilê ve li ser taxên me êrişekî bi çeken giran û bordûmanekî dijwar tê kirin. Di van êrişan de mizgeft, dibistan, misteşfe, malên sivîlan û saziyên xizmetgûzariyê bi temamî hatin hedefkirin. Gelê me û hêzên me yên asayîşê li dijî van êrişan berxwedaniyeke mezin nîşan dide.

Bi van êrişan tê armanckirin ku li dijî gelê me yê van taxan ku bi sedan salin li van taxan jiyan dikin û niştecihê van taxan in, qetlîam û pêlekî nû yê koçberiyê bidine destpêkirin. Ango tê xwestin ku demografyaya bajêr û taxên me were gûhertin. Her weha ev êriş bi her awayî tê wateya valaderxistina hevpeymana 1ê Nîsanê û îhlalkirina hevpeymanê.

Hikûmeta Şamê a demkî van êrişan di bin navê Artêşa Suriyê a nû de û bi piştgiriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan pêk tînin û ji vê cesaret digirin. Her weha em bêdengiya hêzên navneteweyî yên ku ji bo hevpeymana 10 Adarê û 1ê Nîsanê wekî garantor û çavdêr amade bûn jî bi tûndî şermezar dikin. Êriş û xeteriya qelîamê ya li dijî gelê me yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê heta niha jî berdewam dike.

Bangewaziya ku hêzên hikûmeta demkî a Şamê ji bo gel û hêzên me yên asayîşê dikin, sepandina teslîmbûnê ye, lê gelê me yê van taxan ji bo li taxên xwe bimîne û parastina taxên xwe bike, bi biryar e. Di rewşa heyî de li cihê ku çete pêş de hatine li dijî sivîlan qetlîam têne kirin. Ango heman kiryar û qetlîama ku li dijî Elewî û Durziyan hatiye kirin li taxên me jî têne pêşxistin.

Herkes dizane ku li van taxan bi sed hezaran sivîl hene û di encama bordumana giran a li dijî sivîlan de bi dehan birîndarên me çêbûne. Gelek ji van birîndaran jin û zarok in. Misteşfa me ya taxê a bi navê Xalid Fecir ku jixwe derfetên xwe pir kêm bûn jî, rastî êriş û bordûmanên giran hat. Ev sûcê şer îfade dike. Di rewşa heyî de misteşfe bi temamî ji xizmetê derketiye. Bi tu awayî derfetên ku birîndar werin dermankirin li taxên me nemaye. Di warê însanî de krîzekî ciddî heye. Wekî raya giştî jî dizane ev demekî dirêj bû ku taxên me di dorpêçê de bûn û ketina taxê ya pêdiviyên însanî dihate astengkirin. Her weha rewşa zivistanê rewşa heyî hîn girantir dike.

Di encam de hêzên hikûmeta demkî tevî çeteyên xwe banga radestbûnê li taxên me dikin û dixwazin ku gel ji van taxan derekeve. Her weha teslîmbûna hêzên me yên asayîşê tê xwestin.

Em wekî rêveberiya meclisên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zextên li ser gelê xwe û taxên xwe qebûl nakin. Ji ber kiryarên hikumeta Şamê ya ji hatina ser desthilatê heta niha ku li dijî pêkhate û cihêrengiyên cûda yên Suriyê pêk anîne û bi taybet jî bordûmana bê ser û ber û qetlîmanên li dijî gelê me yê ku di van çend rojên dawî de pêk anîne, baweriya me nîn e ku em ewlekariya xwe û taxên xwe radestî wan bikin. Ji bo vê jî ne mimkûne ku em di aliyê girtina ewlekariya taxên xwe de paş de gav bavêjin. Me biryar daye ku em li taxên xwe bimînin û parastina taxên xwe bikin.

Herî dawî jî em bang li gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dikin ku berê xwe bidine misteşfa Xalid Fecir ku li birîndarên xwe xwedî derkevin û ji bo parastina taxên xwe seferber bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.