Navenda Nûça
Fermandara Hêzên Asayîşa Navxwe ya Helebê Axîn Nûcan ragihand ku çete direvin, divê hemû çîrokên me yên serketinê bên nivîsîn û got: “Emê bi ser bikevin. Gele me li gel me ye, em bi îrade ne û Xwedê jî bi me re ye.”
Axîn Nûrcan ev got: “Ev roj roja me ye. Em ne tinê li Şêxmewasûd li her derê li ber xwe didin. Em nûnerên hemû Rojavayê Kurdistanê û Kurdan dikin. Ev têkoşîna li vir tê kirin berî her tiştî ji bo Rêber Apo ye. Me gotiye emê Rojava biparêzin. Îro dewleta Tirk diyar kiriye ku wê êriş bike. Vîna me ji tank, top û balafirên wan xurtire. Eger em çeteyan li vir tarumar bikin, carekî din wê cesaret nekin êriş bikin ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê. Li tank û topên wan nenêrin, hemû hesine. Vîna wan nîne. Vîna mirovan tinê dikare wan çekan ji nav bibe. Ew vîn jî me heye. Divê îro em hemû çîrokên serketinê binivîsîn. Ti kuçe û kolan têk naçin. Emê bi ser bikevin. Gelê me bi me re ye. Vîna me heye. Xwedê jî bi me re ye. Îro ewir û barane çete nikarin êriş bikin. Hevalan çete paş ve kişandine û têk biirine. Çete reviyane.






