Navenda Nûça
Ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî zeyd yê Helebê li tevahî cîhanê û bi taybet li Bakurê Kurdistanê gel rabûn ser piyan û ev êrîş şermezar kirin. Li Colemêrgê, Agirî, Erzirom, Îdîr, Dêrsim, Çewlik, Xarpêt, Mêrdîn, Mûş, Kop, Amed, Şirnex û Bedlîs gel li kolana ne.
Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku Kurd lê dijîn û yên li ser Benî Zêd ku Suryanî lê dijîn, di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de li gelek bajaran li gel çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyan de peyama; ‘’Dema ku li Helebê êrîş hebin, li Tirkiyeyê aşitî pêk nayê. Çawa ku me sala 2014’an parastina Kobanê kir em ê îro jî Rojava biparêzin’’ derketin pêş. Di daxuyaniyan de bangên bidawîbûna êrîşan, girtina berpirsiyariyê ya ji aliyê raya giştî ya nanvneteweyî ve û mezinkirina piştevaniya li gel Rojava hatin kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Lijneya Giştî ya Meclisê şermezar kirin û gotin divê meclis li dijî êrişan xwedî helwest be.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PartÎ) li Ljneya Giştî ya Meclisê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin. Parlamenteran dovîzên li ser, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrîşan de ye, di muzakereyê de ye” dinivisî hilgirtin. Parlamenteran destê xwe ji masayê xistin û bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan êrîş şermezar kirin. Parlameteran dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berzkirin û gotin divê meclis li dijî êrîşan xwedî helwest be û li dijî van êrîşên li dijî mirovahiyê dengê xwe bilind bike.
Amed
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li dijî êrişên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê yên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd meşeke girseyî li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir pêvajoya 2013 û 2015an bi bîr xist û got: “Hesaba şaş çawa ku Kobanî vegeriya, dê Helebê jî vegerê.”
‘Em van êrişan şermazer dikin’
Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku ev 3 roj in rejîma Sûriyeyê êrişî Rojava dike û got: “Bi sedan birîndar û dehan kuştiyên me hene. Em li bakurê Kurdistanê van êrişan şermazer dikin. Em îro li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser piyan e. Ev nîşaneya berxwedan û serkeftine ye. Em dizanin ku amadekariya vê êrişê heye. Ew kesên ku di pêvajoya 2013 û 2015an de alîkarî da DAÎŞê îro alîkarî dide HTŞê. Lê çawa ku li Kobaniyê DAÎŞ tek çû dê HTŞ jî tek biçe. Çawa ku di pêvajoya 2015an de DAÎŞ kirin hincet û pêvajo xira kirin û îro jî bi HTŞê dixwazin pêvajoyê xira bikin.”
‘Hesaba şaş ji Kobanî vegeriya dê ji Helebê jî vegerê’
Keskîn Bayindir diyar kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêdê tê wateya êrişên li ser Amedê û wiha got: “Gelê Kurd jiyaneke koledarî qebûl nekiriye, dê îro jî qebûl nakê. Îro li Amedê û tevahî bakûrê Kurdistanê ji bo Rojava li ser piya ye. Bi ferasta HTŞê tu pêşeroj ji Sûriyeyê re tune ye. Bi sedan milyon kes heta dawiyê piştgirî didin Rojavayê. Hesaba şaş çawa ji Kobanî vegeriya dê ji Helebê jî vegere. Heta ku çeteyên HTŞê paş ve vekişin, em ê li ser piyan bin.”
Şirnex
Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê têkildarî êrişên li dijî taxên Şexmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê daxuyaniyek da. Newroz Ûysal a di daxuyaniyê de axivî destnîşan kir ku tişta li taxên Helebê tê kirin sûcê mirovahiyê ye û got: “Em dizanin tiliya dewleta Tirk di van êrîşan de heye. Li Helebê êriş, li bakurê Kurdistanê aştî nabe.”
COLEMÊRG
Li navenda Colemêrgê jî bi tevlibûna gelek kesan daxuyanî hat dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê bajar Behçet Kanat daxuyanî xwend. Li navçeya Şemzînanê jî gelek kes hatin gel hev û êrişên komên paramîlîter şermezar kirin. Pinar Yilmaz metna hevpar xwend û li dijî êrişan banga yekitiyê li Kurdan kir. Li Geverê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk daxuyanî hat dayin. Girseya ku li pêşiya DEM Partiyê kom bû, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” heta Navenda Kargehan a Zagrosê meşiya. Di daxuyaniyê de banga çalakiyên protestoyî li gel hate kirin.
AGIRÎ
Platforma Saziyên Demokratîk a Agiriyê, li ser Cadeya Cumhuriyetê meş li dar xist û piştre daxuyanî da. Di navbera çalakvan û polîsan de rageşî derket. Girseyê, bi dirûşma Rojava berxwedan û azadî ye, teslîm nayê girtin” meşa xwe domand. Metna hevpar ji hêla Hevseroka DBP’a bajar Şîlan Turgayê ve hate xwendin.
ERZIROM
Li navçeya Qereçoban a Erziromê jî bi pêşengtiya DKUP’ê çalakî hat lidarxistin. Gelek kesên hatin cem hev, êriş şermezar kilrin. Di çalakiyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Bajar Ramazan Karakuş daxuyanî xwend.
ÎDIR
Li Îdirê jî bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li kolana Mûsa Anter hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Metîn Çarkli metna hevpar xwend.
DÊRSIM
Li Dêrsimê jî li kolana hunerê daxuyanî hat dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e, teslîm nayê girtin”, “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” hatin hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Ozcan Ateş daxuyanî da û êriş şermezar kir.
Serokê EMEP’ê yê BAjar Ergîn Tekîn jî bang li Tirkiye û hêzên din kir ku xwe ji Sûriyeyê vekişînin. Endamê MYK’a ESP’ê Orhan Çelebî jî li dijî komkujiya li dijî Kurdan hatiye destpêkirin, banga hestiyariyê kir û banga tevlibûna têkoşînê kir. Çelebî, got ku dê têkoşîna wan li dijî DAIŞ’ê bidome û piştevaniyê mzin bikin.
Wekîla DEM Partiyê ya Bajêr Ayten Korduyê jî komkujiyên li dijî Elewî, Durzî, Kurd û baweriyên cuda bi bîr xist û got ku ew vê zîhniyeta faşîst ji Şengalê nas dikin. Ayten Korduyê, anî ziman ku dê tevî gelên din destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin.
Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû.
ÇEWLIG
Li Qada Bajar a Çewligê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Bajêr Şevket Kalindamara di daxuyaniyê de got ku gelê Kurd bi tenê nîne, bêparastin nîne û got: “Bi îrade û rûmeta dîrokî ya di berxwedana Kobanê de hatiye raberkirin em ê destkeftiyên Rojava û gelên Sûriyeyê jî biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
XARPÊT
Li Garaja Xozatê ya Xarpêtê jî daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankart hatin hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Saadet Yavuz ve hate xwendin.
MÊRDÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li Parka Kader Ortakaya li ser sînorê Qamişloyê hate gel hev, li ser sînor meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Helebê”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Her wiha stranên berxwedanê hatin gotin. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan hate hilgirtin.
Wekîlê DEM Partiyê Kamûran Tanhan jî got ku dê komên paramîlîter û alîgirên wan têk biçin û banga xwedîderketinê li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê kir.
Daxuyanî, bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.
MÛŞ
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî meşek li dar xist û daxuyanî da. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû, heta Qada Kobanê meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan e û nayê teslîmgirtin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Çîçek Tutuşê bang xwedîderketina li Rojava kir.
KOP
Li navçeya Kopê jî êriş hatin şermezarkirin. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk tev li bûn. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hat dayin. Hevserokê Bajêr Abdulbakî Yîgît, got: “Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku gelê Kurd bi tenê nehêlin. Piştevaniya bi gelê berxwedêr ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re mezin bikin.”
BEDLÎS
Platforma Saziyên Demokratîk a Bedlîsê jî li Parka Filistînê ya Tetwanê daxuyanî da. Wekîlê DEM Partiyê Huseyîn Olan di daxuyaniyê de got: “Rojava rûmeta gelê Kurd e. Çi dibe bila bibe Rojava meseleya me ya rûmetê ye. Her çi dibe bila bibe em ê li cem gelê Rojava cih bigirin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.






