Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û salvegera Bendava Tişrînê bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’ mitîngeke girseyî lidar xistin.
Meclisa bajarê Dêrikê ji bo piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û salvegera Bendava Tişrînê li navenda ciwanan a bajarê Dêrikê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê’ mitîngeke girseyî lidar xistin. Di mitîngê de hemû gel bi moralekî bilind amade bûn û sekna xwe nîşan dan.

Di destpêka mitîngê de hemû beşdarvan xulek bêdeng li ser giyanê Şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê meclisa malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf Derwêş axivî û wiha got: “Çiqasî em behsa berxwedanî û fedekariya şehîdan bikin em ê deyndarê wan bin. Îro dem hatiye ku em hemû soza xwe nû bikin û li ser piyan bin ji ber ku dijmin ji hêz û moralê me ditirse, hemû hêza xwe bikar tîne da ku me qir bike lê ew ê tucarî nikaribin tayekî ji îradeya me bihejîne. Ev sed sale kuştinê li ser gelê me pêk tînin, lê bila baş bizanibin çawa bihezaran gel berê xwe dan bendava şehîdan û li kêlek hêza xwe sekinîn wê bi hezaran berê xwe bidin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî û têkoşînê bikin. Em şagirtên Rêber Apo ne û me bingeha xwe li ser fikir û felsefeya wî çêkiriye lewma teslîmkarî û rawestandin ne erkê me ye berûvajî wê serhildan û berxwedan para me ye.”

Di heman demê de li ser navê Rêxistina bajarê Dêrikê Yasmîn Ekrem wiha got: “Gelê me yê qehreman îro şahiya berxwedanê li dare, di bîranîna serkeftina bendava şehîdan de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedan û şoreş lidare. Çawa ku gelê Şoreşger li bendavê bersiva xwe da dijmin û destek da hêzên xwe îro wê heman rêbaz li Şêxmeqsûd jî wê berdewam be. Dijmin bi hemû rêbazên qirêj êrişî sivîlan dike, tevî ku peyam hatine îmzekirin da ku ev gel bi ewle jiyan bike lê mixabin hikumeta demkî neqasî biryar û axaftinên xwe ne.”

Di berdewamiya mitîngê de li ser navê Meclisa Efrînê Emîn Efrînê axivî û wiha got: “Navê me bi xetên zêrîn di hundirê dîrokê de hatiye nivîsandin û bi wêrekî me gavên mezin avêtine. Em niha careke din dîrokê bi berxwedaniya xwe dinvîsin û çawa ku li Şehba 7 salan me li berxweda em ê li Şexmeqsûd jî navên xwe di rûpelan de binvîsin. Em ê hertim ji aştiyê re hazir bin û em ê pêvajoya nû bi destê xwe biser bixin, ji ber ku em xwediyê şaristanî û dîrokê ne.”
Her wiha ji bo derbasbûna salekî li ser berxwedaniya Bendava Tişrînê meclisa bajar şehîdên bajarê Dêrikê yên ku li bendavê canê xwe feda kiribûn bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwestin. Li kêlek wê koma cûdî da ku moral û îradeya gel xurtir bike bi çend stranên şoreşgerê mitîng bidawî kir.






