Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji bo şermezarkirina êrişên ku ji aliyê çeteyên girêdayî bi ser hikumeta demkî ve ku li dijî şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tînin, şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û helwesta xwe nîşan dan.
Ev sê rojin hikumeta Sûriyê ya demkî şer li dijî taxên gelê Kurd li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raghandiye, lewma çeteyên girêdayî wan bi tank û topan taxên tijî şênî hedef digrin, di encamê de gelek birîdar çêbûn û nêzî 10 kes şehîd ketin. Ji bo piştgiriya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li her çar parçeyên Kurdistanê û sernaserî cîhanê bertekên kurdan û dostên wen hat nîşan dan. Îro jî li bajarê Qamişlo meşeke girseyî ji çerxerêya Sonî heta qada 12’ê Adarê hat li dar xistin.
Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo tevlî meşê bûn û pitgiriya xwe ji bo gelê xwe li taxa Şêqmeqasûd û Eşrefiyê raghandin û tekez kirin ku ew ên ku dixwazin li Eşrefiyê û Şêxmeqsûd me tune bikin, wê ew ê tune bibin û wê bibin rûreşê dîrokê.
Di meşê de alên QSD’ê û pankartên li ser nivîsên “Gelê Cizîrê bi Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re ne, Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê”, hatin hildan.
Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, bi navê Însiyatîfa Gel Welîd Dengelî axivî.
‘Îradeya gelê me jinûve vejîn dibe’
Welîd Dengelî wiha anî ziman: “Îro li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dîrokek nû tê nivîsandin, di heman demê de bi kêliyên dîrokî derbas dibin. Ji qada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo em berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin. Îro gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li ser piyan e, çeteyan têk dibin ku nahêlin ev çete bihustekê pêşde bên, ku rûmeta gelê kurd ji nû ve îfade dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) îro destaneke dîrokî dinivîsînin.”
‘Qehreman di Şêx Meqsûd û Eşrefriyê de ne’

Di dawî de Welîd Dengelî tekez kir ku gelê Kurd miletekî dixwaze bi aştî jiyan bike û wiha gotina xwe qedand: “Çeteyên girêdayî Dewleta Tirk bi awayekî hovane şer li ser me dan raghandin, lê ew nizanin ku qehreman di Şêx Meqsûd û Eşrefriyê de ne. Wê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibe Kobanê û bendava Tişrînê ya duyemîn, çawa ku di bendava Tişrînê û li Kobanê de ev çete şikestin wê îro di van taxan de jî bişkên û bin bikevin.”







