Stêrk Mihemed/Heleb
Rojnemevan Çeklîn Birîmo diyar kir ku berxwedaniya wan wê her berdewam bike û wiha got: “Ev 3’ê rojin ji 6’ê Çile heya vê xilekê êrîş û topebaran ji aliyê hikumeta demkî ve li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike.”
Di 6’ê çileya 2026’an de êrîşeke hovane ji aliyê hikumeta demkî ve li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê de hat, ev êrîş sê roj û heya vê kêliyê didome. Hikumeta demkî bi awayekî bê ser û ber bi çekên giran êrîş nava sivîlan dikin, di encama van êrîşan de 10 şehîd û 58 birîndar hene.
Ev ne cara yekemîne ku komên çeteyan yê girêdayî hikumeta demkî êrîşî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Berî niha du caran bi çekên giran, gaza îsotê û panzêran êrişê ser sivîlan kirin, lê belê sekin û berxwedaniya gel bû bersivek ji hikumetê re, ji hêrs û israra gel ji bo têkoşîna herdu taxan hêşt ku çekdarên hikumeta demkî gevê xwe bi paş de bavêjin. Berxwedaniya gel û têkoşîna şervanan li hemberî kîn û hovîtiya hikumeta demkî biserket.

Di vê derbarê de Rojnemevan Çeklîn Birîmo ji Helebê ji Rojnameya me re axivî.
‘Hovîtî berdewame’
Çeklîn Birîmo da zanîn ku ev sê rojin êrîş ranewestiye û wiha got: “Ev sê rojin û heya vê kêliyê bombebaran ji aliyê çateyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker El Hemzet, Emşet û Nûredîn Elzingî ve haya niha berdewam dike. Bi çekên giran êrîş dikin herwiha ev sê rojin balafirên keşfê li ser herdu taxan ranewestiye, bi dironan yekser sivîlan dikin armanca xwe. Komkujî rasterast li ser welatiyan tên kirin. Hejmareke mezin ji sivîlan bûn armanca hovîtî û bê wijdaniya hikumeta demkî di nava sê rojan de 10 şehîd û 58 birîndar di nava wan de hejmarek ji jin û zarokin.
‘Derfet kêmin’
Çeklîn Birîmo diyar kir ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber êrîşên bê ser û ber binesaziya herdu taxan di rewşek xerab de ye û wiha pê de çû: “Herwiha rewşa nexweşxaneyê gelek zehmete û astengî jî gelekin, ji ber ku ev zêdetirî 4 mehane Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di nava dorpêçê de ne. Peydakirina derman û bijîşkan kêmin li gorî derfetê kêm ê di destê wê xebatê xwe dimeşînin. Tevî ku li her sê taxan nexwaşxaneyek heye ev jî Xalêd Elfecre, ji ber ku nexweşxaneya Osman ya li taxa Eşrefiyê bi temamî ji ber topebaranê ji xizmetê derket. Rewş zehmete û gel di komkujiyê re derbas dibe.”
‘Propogendeyên derew tên kirin’
Rojnemevan Çeklîn Birîmo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “14 salin decrûbeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di berxwedaniyê de çêbûye. Ji zarokê 7 salî haya kalê 70’ê salî liberxwedidin. Dîrok dîsa xwe dubare dike herdu tax dîsa di nava dorpêçeke mezin dene. Herwiha komên çeteyan yên hikumeta demkî propogendeyên derew û ne rast didin pêş di heman demê de şerê taybet di nava gel de didin meşandin. Radighînin ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vala bûye, lê ev yek ne raste ji ber ku em di nava gel de ne, gel di malê xwe dene û dibêjin ev 14 salin em liberxwedidin, emê hertim li berxwebidin û em dest ji taxê xwe bernadin. Di vê berxwedaniyê de jin têkoşînên mezin dikin dibêjin şervanên me di çeperan de, emê jî piştgiriya şervanên xwe dikin û emê bibin palpişt ji wan re.”






