Navenda Nûçeyan
Ji bo êriş û gefên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê derbarê êrişan de daxuyanî da
Di derbarê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê daxuyanî da û piştrast kir ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji şeş mehan zêdetir ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê ve bi tevahî hatine dorpêçkirin. Ev tax bi tu awayî gefên leşkerî naynin holê û nikarin bibin xalek destpêkirinê ji bo her êrişek li ser Helebê.
Daxuyaniya Fermandariya QSD`ê wiha ye:
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku îdiayên ku ji aliyê hêmanên xwînxwar ên di nav komên Şamê de têne belavkirin derbarê niyet an çalakiyek leşkerî ya hêzên me ji van taxan de, derew û çêkirî ne, wekî hincet têne bikar anîn da ku dorpêçkirin, bombebaran û komkujiyên li dijî sivîlan rewa bikin.
di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bi awayekî teqez piştrast dikin ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê li Helebê tu hebûneke leşkerî li wir tune ye, ew bi eşkereyî û bi awayekî ku ji hêla medyayê ve hatiye belgekirin, li gorî peymanek zelal vekişiyan. Berpirsiyariyên ewlehiyê radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin kirin. Her wiha Pêşkêkirina van hincetên derw tenê avahiyeke siyasî û leşkerî ya êrişan armanc dike.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê di daxuyaniyê de daxwaz li dewletên garantor û aliyên berpirsiyar ên di nav hikûmeta demkî ya Sûriyê de kir, îdia dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî bi guman in, her wiha berpirsiyariyên xwe yên dimildest bigirin ser xwe û ji bo rawestandina bilez ya dorpêçkirin, topbaran û êrişa leşkerî ya li ser sivîlên bêsûc ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bêyî hincet bixebitin.
Em hişyar dikin ku berdewamiya van êrişan li dijî sivîlan wê bibe sedema encamên cidî ku ne tenê bi taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê an jî bi bajarê Helebê ve sînordar in, lê wê tevahiya Sûriyê vegerîne qadeke şer a vekirî, berpirsiyariya tevahî ya vê yekê dê bikeve stûyê kesên ku li ser vebijarka tundiyê li dijî sivîlan israr dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevahengiya hemû aliyên ku bi ewlehî û aramiya gelê me li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re eleqedar in, rewşê ji nêz ve û bi hesasiyet dişopîne. Ew piştrast dike ku dorpêçkirin, gefxwarina bi zorê, hedefgirtina sivîlan û bikaranîna wan wekî taktîkek zextê an jî mertalên mirovî sûcên ku ji hêla hemû pîvanên qanûnî û mirovî ve têne redkirin û şermezarkirin in.






