Stêrk Mihemed/Qamişlo
Îro li bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û redkirina êrîşên ji aliyê hikumeta demkî ve gelê Efrînê daxuya devkî dan.
Duh ku di 6’ê Çile de hikumeta demkî a Sûriyê bi awayekî hovane êrîşî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê kirin. Bi çekên giyan û êrîşên hewayî bi ser herdu daxan de hatin. Di encama vê êrîşê de zêdetirî 7 kesan şehîd bûn û zêdetirî 55 sivîl birîndar bûn. Hikumeta demkî bi zihniyeta DAIŞ’ê tevdigere, bi awayekî dijmirovî bi tang û topên xwe êrîşî gel dike û heya vê kêliyê êrîş berdewam e.
Bi dehan koçberên Efrîn û şehbayê yên ki li bajarê Qamişlo dimînin li pêşiya navenda çand û hunerê yê Mihemed Şêxo ji bo redkirina êrişan li şêxmeqsûd û Eşrediyê daxuyanî dan. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kşandin ser pêlên koçberiyê ku gelê Efrînê ji aliyê hêzên faşîst û dijminê mirovahiyê têre derbas bûne. Herwiha tekezî li ser piştgiriya berxwedaniya efsanewî ya ku li wê derê tê raberkirin, kirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hete gotin: “Em ji Qamişlo piştgiriya xwe û dengê xwe heya keleha berxwedanê dikin yek. Em bi were ne û hesabê vê hovîtiyê ji hêzên navnetewî û sûcdaran dixwazin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin.”Bi awayekî bê ser û ber êrîşî gel dikin, gel li kolanane tev zarokên xwe nizanin wê berê xwe bidin ku derê. Banga me ji tevahî rêxistinên mirovî û cîhanî ku bi awayekî bi lez tevbigerin ji bo ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji kiryarên dijmirovî yên hikumeta demkî xelas bikin.”






