Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtî û Demokrasiyê ya Gelan ‘Dem Partî’, Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdiatanê li Ewropa KCDK-E ji bo êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî dan.
Partiya Yekîtî û Demokrasiyê ya Gelan ‘Dem Partî’, Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdiatanê li Ewropa KCDK-E têkildarî êrişên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat tekez kirin ku divê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavilê rawestin.
Partiya Yekîtî û Demokrasiyê ya Gelan ‘Dem Partî’ li Tirkiyê daxuyaniya wan wiha bû:
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat got: “Divê êrişên hikûmeta Şamê ya li ser Kurd û Suryaniyan li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê tavahî were rawestandin, her wiha çeteyên El-Hemzat, El-Amşat, Sultan Murad û ‘Nûredîn el-Zenkî’ beşdarî van êrîşan bûn, ev êriş metirsiyeke eşkere li ser yekîtî û aramiya siyasî û îdarî ya Sûriyê pêk tînin. Êrişên li ser taxên Kurdan li Helebê kiryarek qirkirinê ye. Ew tiştên ku li ser taxên Kurdan ên Helebê têne plankirin, ji komkujiya ku li Suweydayê li dijî Durzîyan dihat kirin jî xirabtir in.”
Di dawiya daxuyaniyê wiha hat diyar kirin ku rêya herî girîng ji bo pêşîgirtina li derketina şerekî nû li Sûriyê, demokratîk kirina welêt e û wiha hat gotin: “Hewldanên radestkirina Sûriyê bo yek rejîm û yek îdeolojî li Şamê pir şaş û parçeker in. Em bang li hemû hêzên ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta demkî ya Sûriyê de têkiliyên bikin û pêşî li van êrişên leşkerî bigirin.”
Daxuyaniya Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî wiha bû:
Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) derbarê êrişên komên girêdayî hikûmeta Demkî ya Sûriyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bi sernavê “Divê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tavilê rawestin!” hat destnîşankirin ku êriş ku ji duh ve berdewam dikin, sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ne ku sivîlan hedef digirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev êriş ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve bi bikaranîna tank û bombebaranên dijwar hatine kirin, bûne sedema mirina sivîlan ku zarok jî di nav wan de hene. Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina qadên jiyanê, nîşan dide ku mafê jiyanê yê sivîlan bi zanebûnî tê binpêkirin û taxên Kurdan bi zanebûnî wekî qada şer tên veguherandin. Ev rewş nikare tenê wekî ‘pevçûnek’ leşkerî were hesibandin. Tiştê ku diqewime binpêkirineke eşkere ya mafên sivîlan û binpêkirineke eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Bi êrişên ku heta şevê berdewam dikin, Şêx Meqsûd û Eşrefiye bi bandor hatine dorpêçkirin, rê li ber operasyoneke berfirehtir û wêranker vedike. Ev ne tesadufî ye; ew hilbijartinek bi zanebûni û plansazkirî ye ku encamên wê yên siyasî hene.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku di pêvajoyeke wiha de ku entegrasyona QSD’ê ji bo artêşa Sûriyeyê tê nîqaşkirin, pêkanîna van êrişan balkêş e û hat gotin ku tiştên diqewimin îhtimala çareseriyê sabote dikin.
Daxuyaniya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdiatanê li Ewropa KCDK-E jî wiha bû:
KCDK-E’yê KCDK-E’yê ragihand ku ew ê mafên gelê Kurd ê li Rojava biparêzin û bang li dewletên garantor û raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî êrişan bi berpirsyariya xwe rabin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat xuyakirin ku êrişên hikumeta komên çete yên dewleta Tirk û hikumeta demkî ên li ser taxên Kurdan ên li Helebê du roj in bê navber dewam dikin û wiha gotin: “Eriş yekser li dijî sivîlan tê kirin û bi armanca îmha û komkujiyê ye.”
KCDK-E’yê êriş weke dewama êrişên li ser Durzî û Elewiyan hate pênasekirin û hate gotin, di vê pêvajoyê de dîplomasiya ku dewleta Tirk li Şamê kir, bi roleke diyarker rabûye.
KCDK-E’yê ragihand ku ew ê mafên gelê Kurd ê li Rojava biparêzin û bang li dewletên garantor û raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî êrişan bi berpirsyariya xwe rabin.
Her wiha bang li gelan, derdorên dost û hêzên demokratîk jî kir ku bi pêşengiya PYD’ê li Ewropayê bi çalakiyên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin.






