Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nûrî Şêxo: Divê gelê Kurd ji bo Helebê dakeve qadan

07/01/2026
in NÛÇE
A A
Nûrî Şêxo: Divê gelê Kurd ji bo Helebê dakeve qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Hevserokê Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo diyar kir ku komên çete yên kirêkirî dixwazin komkujiyan li taxan pêk bînin û komkujiyan li ser gel pêk bînin. Şêxo bang li gelê Kurd kir ku ji bo Helebê dakevin qadan. 

Çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê ku girêdayî Tirkiyeyê ne, li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişên giran pêk tînin. Êrîş û dorgirtina li ser taxan didome. Çeteyên bi navê “Odeya Operasyonê ya Artêşa Sûriyê” vê şeveqê daxuyaniyek belav kir û angaşt kir ku dê saet di 15:00 an de êrişî taxan kirin  û şer îlan kirin.

Komên çete bi her cure çekên giran êrişî her sê taxan dike. Nerazîbûn û hêrsa gelê Kurd jî li dijî taxan berdewam dike.

Hevserokê Meclîsa Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo tev li bernameya Nîvroj a Stêrk TV bû û geşedanên dawî nirxand.

‘Dê komkujiyan bikin’

Nûrî Şêxo anî ziman ku êrişên komên çete ji duh nîvro ve heta niha didomin û wiha got: “Çete bi hemû çekên giran êrişî taxên me dikin. Êrişên bêserûber topbaran dikin. Li dijî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komkujiyek hatiye plankirin. Bi ragihandin û hemû hêza xwe êrişî taxên me dikin. Ji van êrişên giran xuya dibe ku komkujî ne dûr in. Dê komkujiyan bi ser gelê me de pêk bînin.”

‘Tirkiye çeteyan têr û tije kiriye’

Nûrî Şêxo destnîşan kir ku kesên ku êrişî taxan dikin hêzên kirêkirî ne û şandine ser serê gel û got: “Ji bo destilata Sûriyê li dijî me şer dikin. Tirkiyeyê jî van çeteyan têr û tije kiriye. Tirkiye di warê çekan de piştgiriya çeteyan dike. Yên ku wisa êrişî me dikin dê komkujiyan jî pêk bînin. Ev çete xwînxwar in. Heta niha li her derê komkujiyan pêk anîne. Niha jî ev çeteyên kirêkirî dixwazin bi êriş û rêya ragihandina xwe taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benîzêd vala bikin. Dixwazin tirsê têxin nava gelê me. Tirsa ku wê saet di sisêyan de êriş bikin, dixin nav gel.”

‘Gel dest ji taxên xwe bernade’

Nûrî Şêxo da zanîn ku gelê Kurd ên li taxan li dijî êrişan xwedî helwest e û dest ji taxên xwe bernade û got: “Gel li dijî van êrişan li ber xwe dide. Gel li kêleka asayîşa xwe ye. Armanc û hedefa van çeteyan ew e ku taxan ji mirov û niştecihan vala bikin.”

‘Divê hêzên garantor pêşî li komkujiyan bigirin’

Nûrî Şêxo da zanîn ku divê gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û Ewrûpayê dakeve qadan û êrişên li ser taxên Kurdan protesto bikin.

Nûrî Şêxo bang li hêzên navneteweyî kir û got: “Di heman demê de divê hêzên garantor bi lez pêşî li vê komkujiyan bigirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.