Stêrk mihemed/Qamişlo
Gelê Qamişlo û Efrînê diyar kirin ku şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Herwiha êrîşên hovane yên ji aliyê hikumata demkî ve li ser herdu taxan şermezarkirin.
Doh ku di 6’ê Çile de hikumeta demkî a Sûriyê bi awayekî hovane êrîşî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê kirin. Bi çekên giran û êrîşên hewayî bi ser herdu daxan de hatin. Di encama vê êrîşê de zêdetirî 7 kesan şehîd bûn û zêdetirî 52 sivîl birîndar bûn. Hikumeta demkî bi zihniyeta DAIŞ’î tevdigere, bi awayekî dijmirovî bi tang û topên xwe êrîşî gel dike.
Heya vê kêliyê êrîş li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike, nexwşxanyên ji ber sedema êrîşan ji xizmetê derketinê û rewşa şêniyan di xeteriyê de ye.
Di vê çarçoveyê de gelê Qamişlo û Efrînê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sembola Şerê Gelê Şoreşgerî ne’
Şêniyê Efrînê yê bi navê Hecer Hesen diyar kir ku yan jiyanek azad yan mirinek birumet û wiha got: “Hikumeta demkî dixwaze bûyerên li Berava Sûriyê û Siwêda li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam bike. Hikumeta demkî bi awayekî hovane û dûrî exlaqa mirovî êrîş dike, wehşiyeta ku hikumeta demkî dike ji rêbazê DAIŞ’ê ye û dûrî ol û mislimana ye. Di bin nave cûdahiya mezheb, ol û pêkhateyan de gelan dixapînin, lê di bin vê nave de gel tê kuştin û komkûjî tên kirin ji aliyê hikumeta demkî ve. Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana rûmetê didin meşandin. Îro têkoşîna ku li herdu taxan tê kirin sembola Şerê Gelê Şoreşgerî ye. dema şer hat ber derî, li ser serî gelê me jî wê parastina xwe bike û têkoşîna xwe bidomîne. Banga min ji her kesek bi rûmet re li kêleka gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin û piştgiriya wan bikin. Herwiha banga me ji raya gîştî û dewletln navnetew re xwedî li vî gelî derkevin û ji sûcdara hesabê bixwazin.”

‘Êrîşê tê kirin plane dewleta Tirk e’
Şêniyê Qamişlo yê bi navê Mihdî Mûse destnîşan kir ku ew êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk her lihevkirinek di navber Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de çêdibe, destê xwe davêje û wê lihevkirinê xerab dike. Hemû êrîşên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin û ew komên çeteyan yên girêdayî hikumeta demkî di esas de li gorî biryar û planên ku Tirkiyê datînê pêşiya wan êrîş dikin. Ji Qamişlo heya Şêxmeqsûd em berxwedaniya gelê xwe slav dikin û em piştgiriya wan dikin.”

‘Berxwedana gel cihê serfiraziyê ye’
Şêniyê Qamişlo yê bi nava Iqlîma Hisên da zanîn ku berxwedana gelê Şêxmesûd û Eşrefiyê pîroz dibînin û wiha got:”Ev şerê hovane ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin bi tund şermezar dikin û zihniyeya dijmirovî ya ku hikumeta demkî li Sûriyê dimeşîne red dikin. Herwiha têkoşîn û berxwedana ku li herdu taxan tê kirin cihê serbilindî û serfiraziyê ye.”






