Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK: Êrişa li ser Helebê biryara têkbirina hevdîtinên çareseriyê ye

07/01/2026
in NÛÇE
A A
KNK: Êrişa li ser Helebê biryara têkbirina hevdîtinên çareseriyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

KNK’ê daxuyand ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo têkbirina hewldanên çareseriyê ne û diyar kir “Em bang li hemû hêzên Kurdistanê û hemû kurdistaniyan dikin û dibêjin bi rihê berxwedana Kobanê li destkeftiyên Rojava xwedî derkevin û cihê xwe li gel Rêveberiya Xweser bigirin.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên çeteyan ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev 3 roj e li Halebê û derdora wê, li ser deverên Kurdan êriş pêk tên. Dema ku heyeta QSD’ê jibo hevdîtinên çareseriyê çû Şamê, hinek hêz li Helebê ketin nava liv û tevgerê û êrişî deverên Kurdan kir. Ev biryar û ev êriş ne tesedûf in û ji bo têkbirina hevdîtinan in. Ev biryar li Tirkiyeyê hatiye dayîn û bi destê hêzên girêdayî Tirkiyeyê têne kirin. Amanca van êrişan ew e ku çareseriyeke aştiyane pêk neyê û li Sûriyeyê Kurd nebin xwedî statu.

Dema ku di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de hevdîtin pêk tên û teref nîzîngê hev dibin, ev êriş têne tekrarkirin. Vê carê jî tam dema her kes hêviya lihevhatinekê bû, dîsa hêzên li dijî aştî û çareseriyê, ketin hereketê û şer derxistin. Jixwe van rojan rayedarên dewleta Tirk yek yek derdikevin û Kurdên Rojavayê Kurdistanê tehdît dikin. Li vê derê û aşkera ye yên ku Sûriyeyê tevlihev dikin dewleta Tirk û hêzên girêdayî wê ne. Pêwîst e reya giştî û hêzên peywendîdar vê rastiyê bibînin û li gorî vê rastiyê jî tedbîran bigirin.

Li Helebê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku du taxên Kurdnişîn in, ev tax bi tankan û bi hemî çekên giran hatine dorpêçkirin û êriş berdewam in. Di van êrişan da jin, zarok jî di navde hemî niştecî û dibistan, nexweşxane û hemî avahî têne hedefgirtin. Di êrişan da jin û zarok jî di navde heta niha derorê deh kesan jiyana xw ji destdane û dehan jî birîndar hene. Li van taxan elektrîk û av hatine qutkirin û derbazkirina pêdiviyên weke derman û xwarinê jî hatine astengkirin. Li Helebê li deverên Kurdan krîzeke mirovahiyê heye.

Pêwîst e li pêşiya her kesî rêveberiya Şamê xwedî li erkên xwe derkeve, van hêzan kontrol bike û li gorî peymanê tev bigere.

Li ser vê di sêrî de em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji rewşê re çavên xwe negirin û di zûtirîn demê de bikevin nava tevgerê û van êrişan bidin rawestandin.

Di heman demê de em bang li raya giştî ya cîhanê û dostên gelê Kurd dikin ku Kurdên Rojava tenê nehêlin û piştgiriya gelê Kurd bikin.

Her wiha em bang li hemû hêzên Kurdistan û hemû kurdistaniyan dikin û dibêjin bi rihê berxwedana Kobanê li destkeftiyên Rojava derkevin û cihê xwe li gel Rêveberiya Xweser bigirin.

Bi vê munasebetê em wek KNK, êrişên li ser gelê Kurd yên li wan deveran bi tundî şermezar dikin û dibêjin em bi her awayî li gel Rêveberiya Xweser in û em ê destkeftiyên Kurdan biparêzin.

Di heman demê de em ji kesên jiyana xwe ji destdayî re rehmetê, ji malbat û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şifayê dixwazin.

Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina i Kurdistanê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.