Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bang kir: Guh nedin derewan

07/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bang kir: Guh nedin derewan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê der barê êrişên berdewam ên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de, bang li welatiyan kir ku guh nedin agahiyên derew û diyar kir ku dê heta dawiyê taxên xwe biparêzin.

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê şermezar kirin û bang li şêniyan kir ku nekevin xefika hewlên bi armanca valakirina taxan.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Em Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi tundî êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê ku di encamê de welatî bûne qurbanî û zirarên mezin gihandin mal û milkan, şermezar dikin.

Rageşiya heyî encama rasterast a siyasetên dijminane û tehrîdkirina dubare ya van koman in, ji ferzkirina dorpêça ewlehî û mirovî ya giran bigire heta bi hewlên ketina bi tank û panzeran û hedefgirtina taxan bi hawan, obîsan, mûşekên grad û dronan.

Em bang li gelê xwe yê li van taxan dikin ku li malên xwe bin, nekevin pey xefika agahiyên derew ên bi armanca koçberkirin û derxistina rewşa koçberiyê. Ji bo têkbirina hêzên me şerekî taybet ê sîstematîk dimeşînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin.

Em hikumeta Şamê berpirsa tevahî û rasterast a van êriş û rageşiya xeternak ên ku gefan li jiyana bi hezaran welatiyan dixwin û aramiyê qels dikin, dibînin. Em bang li rêxistinên navneteweyî, desteyên hiqûqî û mirovî dikin ku demildest bi erkên xwe rabin, ji bo rawestandina êrişan zextê bikin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê bi xurtî bersiva hewlên têkbirina ewlehî û selamatiya we bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.