Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Dêrîkê meş ji bo piştgiriya gelê Şexmeqsûd û Eşrefiyê hat li darxistin  

07/01/2026
in NÛÇE
A A
Li Dêrîkê meş ji bo piştgiriya gelê Şexmeqsûd û Eşrefiyê hat li darxistin  
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê daketin qadan  û bi siloganên ‘Dest Bi Dest Bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, Na Ji Qirkirin û Dagirkeriyê re’ meşeke girseyî li darxistin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê daketin qadê û bi siloganên ‘Dest Bi Dest Bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, Na Ji Qirkirin û Dagirkeriyê re’ meşeke girseyî li darxistin. Di meşê de hemû şêniyên bajêr û gundewarên wê amade bûn.

Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li nava taxa Kornîş veguherî mîtîng, di destpêka mîtîngê de hamû hazir xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Mehmûd Kalê axivî û wiha got: “Sedema êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di vê serdemê de, ew e ku dagirker dixwazin li ser peyama 10’ê Adarê hin pîvanên nû bidin danîn. Hin cûreyên teslîmkarî û gav paşde avêtinê li ser me bidin feriz kirin û ev yek wê nemûmkin be. Em ji her kesê heyî re dibêjin ku avakirina Sûriyeke yek al, yek ziman û yek rêveber nemûmkine. Pêwîste rastî û dîroka Sûriyê were naskirin, bi zihniyeta Baas Sûriyê birêve naçe. Dixwazin careke din rê û rêbazên Baas li ser gel bidin meşandin lê ev yek nema tê qebûl kirin gel tevahî ketiye di wê ferqê de ku pêwîste rêbazên nû ji bo Sûriyê were avakirin. Em bang dikin li ser nenavendî bûnê ji ber ku ew e derman ji pirsgirêk û êşên Sûriyê re, herkes bi nasname, ol û li ser çanda xwe bikaribe bi ewle jiyan bike û xwe bi xwe birêve bibin. Wê QSD’ê bibe hêza ku tevahî gelê Sûriyê biparêze.”

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê Kongira Islama Demokratîk Şêx Sînan anî ziman ku miletê bi sedê salan dibin işkence, desthilatî û qirkirinê re derbas bûye lê bi hemû hêz û îradeya xwe li ser lingê xwe disekine ji bo mafê xwe û wiha got: ” îro sekna me sekneke bi rûmete ji bo gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, tevî hemû êrişan lê destê me ji aşitiyê re vekiriye, me bingeha xwe daniye û em bang dikin bi biratiya gelan. Ji destpêka ku ev hikumeta demkî Sûriyê birêve dibe rojane êriş û kuştin çêdibin. Xwedayê dilovan di pirtûka xwe ya pîroz de jî tîne ziman û dibêje me hûn anîne li ser rûyê dunyayê da ku hûn hev nasbikin ne hûn hev bikujin. Lê mixabin hikumeta demkî di bin navê isalmê de kiryaran li dijî netewan pêk tîne, mînaka berbiçav li Siwêda û beravê herkesî bi çavê xwe dît çi kiryar rû dan. Niha jî berê xwe dane Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dixwazin têkoşîn û îradeya gelê Kurd bişkînin.”

Meş bi siloganên ‘Na ji kuştinê re, na ji qikirinê re’ bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.