Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi dorpêçê re rewşa qada tenduristiyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

07/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi dorpêçê re rewşa qada tenduristiyê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê yê taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd Osman Şêx Îsa da zanîn ku ferizkirina dorpêçê bandor li nexweşxane, derbasbûna derman û çûn û hatina bijîşkan kiriye û got, “Ger wisa berdewam bike wê rewşa jiyanî ya gel ber bi kirîzan ve here.”

Bi hemdemiya êriş û siyaseta dorpêça girankirî ku ji aliyê hikumeta Sûriyê a veguhêz ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, rewşa qada tenduristiyê rûbirûyê zehmetiyê cidî ye. Têkildarî rewşa heyî ya qada tenduristiyê li Helebê Hevserokê Meclisa Tenduristiyê yên taxên Şêxneqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd Osman Şêx Îsa bersiva pirsên Rojnameya me da, û hevpeyvîn wiha bû:

1- Berxwedaniyeke pir alî li her du taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd tê meşandin. Li hember wê hedefgirtina îradeya gel him di aliyê dorpêça ferizkirî û him jî bi êrişan tê kirin, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Armanca yekemîn ji van siyasetan, têkibirina îrade û berxwedaniya 14 salan a gelê Helebê ye. Di heman demê de dixwazin bi vê yekê radestkirina gelê Kurd li Helebê ji hikumeta heyî re armanc dikin, da ku hemû gelên li Helebê bikevin bi kontrola wan. Helbet ev yek wê ne mumkin be ji ber gelê li vê derê bi stratejiya Şerê Gelê Şoreşşger hebûna xwe diparêzin û têdikoşin. Ji wê zêdetir ev modela xweseriyê û demokrasiyê ku ev gel pê jiyan dike û hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne, dixwazin ji hev bixînin. Hemû pêkhateyên di Helebê de rihetiya xwe di van her du taxan de dibînin. Ev hemû sedemên ku me anîne ziman dibin armancek li hember hêzên desthilatdar û olperest ku vê îradê û hebûnê pûç bikin.

2- Hûn berpirsê qada tenduristiyê li taxê ne, girêdayî rewşa ku tê jiyankirin, gelo rewşa faktora tenduristî bi giştî li gorî derfetan çawa ye, kadro û pêdiviyên di destê we de têra vê rewşê dike yan na, bi taybe bi dorpêçê re ku bi tunebûna sotemenî û nexweşiyên derdikevin re, hûn çawa dinixînin?

Bi ferizkirina dorpêçê re bi taybet aliyê ku herî zêde rasterast bandor dibe, ew jî qada tendurisytiyê û xizmetguzariyê ye. Di aliyê derfet avakirin, derman peydakirin, xizmeta gel û ketin û derketina kadroyên personel ji taxê re, ev hemû dibin asteng û bandor dike. Niha di rewşa heyî de jî em di bin bandora van tiştan de jiyan dikin.

Herwiha em dibînin ku yekemîn nexweşxaneya li taxê ya Şehîd Xalid Fecir ku bi fiatekî remzî xizmet dike, di vê demê de derman qut e. Bi taybet dermanên lênêrîna giran, yên oparasyonan û derman û şîrên zarokan gelek kêm e. Bi taybet tunebûna sotemeniyê li taxê bandoreke cidî li ser tenduristiyê û nexweşxaneyê kiriye. Ji ber li taxê elektrîk ji bilî pêxistina jenetoran nîne ku nexweşxane jî wisa ye, di encama nederbaskirina sotemeniyê ji taxê re û tenbûna alternatîfan, ev factor bi giştî bandor dibe.

Herwiha bi tunebûna gaz û elektrîkê re, gel zêdetir zehmetiyan dikşîne. Ev sermaya hişk bandoreke giran li ser zarokan û kesên ku nexweşiyên giran dikşînin weke kansêr, dil û hwd dike. Bi berdewamkirina van siyaset û polîtîkayan re rewşa gel zehmetir û ber bi pirsgirêkên cidîtir ve diherike.

3- Di milê peydakirina derman û pêdiviyên zarokan de, derbaskirina dermanan tê kirin yan na û rewşa dermanxaneyan çawa ye?

Ji heft korîdoran ango rêyên li taxê ku çûn û hatin tê re dihat kirin, niha tenê du rê vekirî ne û tenê yek ji wan dihêlin ku siwarî tê re derbas bibin. Di van çûn û hatinan de leşkerên hikumeta veguhêz nahêlin ku yek lître sotemenî, ard û tûpên gazê derbasî taxê bibin. Ji lewra derbaskirina dermanan jî yek car hatiye qutkirin û tu cure derman derbasî taxê nakin. Ev tê wateya ku kirîzekî rast a utbûyîna dermanan derkeve holê.

Di vê rewşê de me gelek hewildan kirin ku em van dermanan derbasî taxê bikin, Em wek Heyva Sor û Doktorên Sînor Nenas gelek bangawazî kirin ku rêya derbaskirina dermanan vebibe, lê belê ev yek heyanê niha jî çareser nebûye.

4- li hember van kiryar û sûcan alternatîfên derbaskirina van rewşan ji aliyê we de çawa tê kirin, di heman demê de ger rewş wisa berdewam bike wê di aliyê tenduristiyê de encamên çawa derkevin?

Niha ger rewş wiha derdewam bike, rê venebin, pêdiviyên gel peyda nebin û sotemenî derbas nebe, wê helbet bi xwe re kirîzên civakî bîne û wê jiyana gel zehmetir be. Berpirsyartiya vê rewşê di asta yekemîn de hikuemta veguhêz e ku divê rast nêzî gelê Sûriyê bi giştî bibe, her wiha saziyên navnetewî yên ku ji erkên wan e rê li pêşiya van sûç û polîtîkayên li ser mirovahiyê tên kirin, bigre û banga gel bi cih bîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.