Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî her hevdîtinekê êriş girantir dibin

07/01/2026
in NÛÇE
A A
Piştî her hevdîtinekê êriş girantir dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Heleb

Hêzên hikumeta demkî hovîtî û nijadperestiya xwe li dijî Sûriyê berdewam dike. Piştî hevdîtinê di 6’ê Çile de Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir û Bendava Tişrinê bi giranî hatin bombebaran kirin. Heya vê kêliyê êriş li ser Eşrefiyê û Şêxmeqsûd berdewam in.

Hikumeta demkî a Sûriyê nefret û hovîtiya xwe li dijî gelê Sûriyê didomîne. Piştî her hevdîtinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de êrîşan pêk tîne. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê êrîş berdewam dikin. Herwiha duh di 6’ê Çile de bi çekên giran êrîşî Dêr Hafir û Bendava Tişrinê jî kir di envamê de gelek zixanên madî çêbûn.    

Piştî her hevdîtinekî bi hikumeta demkî re êrîş pêk tên

Di 4’ê Çileya 2025’an de, civîneke leşkerî û ewlehiyê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî a Sûriyeyê de hate lidarxistin. Piştî rojekê, di 5’ê Çileyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku bajarê Dêr Hafir ji aliyê komên girêdayî hikumeta demkî ve hatiye topbarankirin.

Di 20’ê Cotmeha 2025’an de, komîteyek leşkerî ya QSD’ê li bajarê Tebqayê pêşwaziya şandeyek hikumeta demkî a Sûriyeyê kir. Piştî vê yekê, dezgehên medyayê yên hikumetê got 2 leşkerên wan li nêzîkî Bendava Tişrînê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. QSD’ê ev îdia bi tundî red kir û ragihand ku wan li herêmê tu operasyon nekiriye.

Di 6’ê Cotmeha 2025`an de dema ku dan û standin di navbera şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî a Sûriyeyê de pêk dihat, komên girêdayî hikumetê bi tank û topên giran êrişek li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dan destpêkirin. Di encama vê êrişê de jinek şehîd bû û 19 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Di 7’ê Cotmeha 2025’an de, şandeyeke şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn pêk dihat, li Şamê bi serokê hikumeta demkî a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê karên derve Esed El Şeybanî re civiyan. Piştî civînê bi 3 rojan, kanala El Exbariya a hikumetê, li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku 3 endamên komên çekdar di êrişeke xwekuj a bi dronan de ku ji hêla QSD’ê ve li gundê El Mirêiya li gundewarên Dêrazorê pêk hat, birîndar bûne. Piştre QSD’ê ev îdia red kir.

Di 4’ê Çileya 2026’an de şandeyeke QSD’ê çû Şamê da ku danûstandinên bi mijara entegrasyona leşkerî bi hikumeta demkî re bidomîne. Şande ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo pêk dihat.

Piştî her civîneke di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta demkî a Sûriyeyê de, êrişên leşkerî yên hêzên hikumetê û kampanyayên medyayî yên kesên girêdayî wê dubare dibin. Ev yek nîşan dide ku ji têkbirina derfetên lihevhatinê û gurkirina aloziyan kiryarên sîstematîk tên kirin.

Êrişa yekem li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Di 6’ê Cotmeha 2025’an de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê li hemberî dorpêçê bi sedan berê xwe dan satirên axî yên ku hikumeta demkî a Sûriyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist. Li hemberî çalakiya gel, hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êriş kirin, ji ber van êrişan gelek kes birîndar bûn.

Êrişa duyemîn

Di 22’ê Kanûnê de ji aliyê hikumeta demkî ve cara duyem êrişeke giran bi ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat. Bi çekên giran êrişî herdu taxan dikir. Herwiha bi awayekî belav û dijmirovî mala sivîlan bombebaran dikir. Bi awayekî hovane û bi çekên giran Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bombebaran kirin. Di encama vê êrişa hovane yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de jinek şehîd bû Fedwa Mihemed El Kurdî (57) salî a ji pêkhateya Ereb şehîd bû, 19 sivîl û du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Ji duh nîvro de heya vê kîliyê êriş berdewam in

Duh ku di 6’ê Çileya 2026’an de komên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyeyê droneke xwekuj herêma El Şiqêf a li bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ket. Ev êriş 2 roj piştî civîna di navbera şandeyeke Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de pêk hat. Piştî her civînekê di navbera her du aliyan de, êrişên leşkerî û kampanyayên medyayî yên li dijî herêmê û pêkhateyên wê zêde dibin. Ev êrişên leşkerî û kampanyayên medyayê piştî her hevdîtinek di navbera şandeya Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî a Sûriyeyê de berdewam dikin. Ev yek nîşan dide ku ji bo têkbirina derfetên lihevhatinê û gurkirina aloziyan kiryarên sistematîk ji hêla aliyên girêdayî hikumeta veguhêz ve tên kirin. Çekdarên hikumeta demkî a Sûriyeyê duh bi droneke kamîkaze herêma Şiqêf a li bakurê Şêxmeqsûdê bombebaran kir. Heyanî vê kêliyê 7 kes Şehîd bûn û 52 kes jî birîndar bûne.

Navên birîndaran wiha ne:

Îvan Ebdo (2)

Gulîstan Mihemed (41)

Şerfî Seydo)52)

Mihemed Hebîb)82)

Eslan Bekir)18)

Elî Eslan Muslim Bîlel (17)

Şervan Ebdo Mamo  (17)

Hesen Mihemed Îd Qortan  (30)

Mihemed Şêx Kêlo (70)

Remzî Kêlo (18)

Mihemed Hisên Bekir (23)

Xedîce Elûş (47)

Şêro Mihemed Hisên (44)

Mihemed Nûr Şobek(26)

Mihemed Îbiş (21)

Hemîd Hebeş (74)

Îbrahîm Mihemed Reşîd(34)

Hêvîn Omer(29)

Dîme El Hisên (85)

Mistefa Ebdulhemîd Hesen (38)

Erselan Elo(75)

Rifet Mihemed Elo (64)

Mesûd Elî Gergor (18)

Ebdulezîz Dawûd (24)

Receb Ebdulfetah (13)

Nûr Xelîl (29)

Corc Xewam (42)

Nûr Cemal Hisên (34)

Cîhad Salih Nasir (15)

Dilbirîn Hemdoş (45)

Mihemed Zekeriya Mardilî

Orhan Simo

Mihemed Salih El Meleh (75)

Ebdullah Mihemed Salih El Meleh (26)

Ehmed Bedredîn Zêdan (15)

Reşal Roto (38)

Keçka Ehmed Bedredîn (6)

Kurê Ehmed Bedredîn Zêdan (7)

Ebdullah Hesen Mihemed (8)

Mizgîn Elî (30)

Hela Hemze (30)

Wîam Hemze (6)

Rehef Hemze (6)

Navên şehîdan wiha ne:

Şam Dilo (3)

Fatme Hemade (41)

Masûd Fayid Ebdo (30)

Zarok Xorşîd Omer (13)

Hesen Mihemed Hesen (42)

Jinek nasnameya wê ne diyar e

Di bersivdana êrişan de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Sebrî Mihemed Ebdulqadir şehîd bûn û 6 endam jî birîndar bûn.

Di encama topbarana li dijî Nexweşxaneya Osman a li taxa Eşrefiyê ya Helebê de ji hêla komên çete yên Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên dewleta Tirk a dagirker ên di nava hêzên hikumeta demkî de, nexweşxane ji xizmetê derket. Komên çete bi awayekî sîstematîk binesaziyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin. Topbaran û êrişên bêserûber ên li dijî taxên navborî dewam dikin.

Ev êriş binpêkirina peymane ye

Hikumeta demkî dronên radikirin ser her du taxan, ev jî binpêkirina peymana 1ˊê Nîsanê ya di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd -Eşrefiyê û nûnerên hikumeta demkî de hatiye îmzekirin e. Di 1`ê Nîsanê de, di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên hikûmeta demkî a Sûriyeyê, li Helebê peymanek der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de hat îmzekirin. Peyman ji 14 xalên sereke pêk tê, di nav de xurtkirina jiyana hevbeş, parastina şêniyan, derxistina hêzên çekdar, û birêxistinkirina Ewlehiya Hundirîn. Di bendan de hat gotin ku ji bo pêkanînê komîte werin avakirin. heya roja îro peymana 1’ê Nîsanê û 10’ê Adarê ji aliyê hikumeta demkî ve pêk nehatî û êrîş berdewamin.

Dêrhafêr û Bendava Tişrînê

Çekdarên El Emşat ên girêdayî hikumeta demkî a Sûriyeyê di 6’ê çile de li herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê qadên sivîlan kirin armanca xwe. Êriş bi hewan, çekên giran û dronên xwekuj têne kirin, di encamê de xetên ceyranê zirar dît. Di heman demê de heman kom girê Syraitel ê derdora bendava Tişrînê bi hewanan û çekên giran topbaran kirin.

Komên Emşat ûHemzat ên girêdayî hikumeta demkî, yên ku di lîsteya cezayên navneteweyî de ne, bi awayekî bêserûber û bênavber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran kirin û ev yek jiyana şêniyan kir xeteriyê.

Herwiha heya vê kêliyê niha êrîş ji aliyê hikumeta demkî a Sûriyê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewam dike. Herdu tax bi çekên giran û bi awayekî hovane tê topebaran kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.