Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat şermezarkirin

07/01/2026
in NÛÇE
A A
Li Reqayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esmehan Gedo/Reqa

Meclisa Cibcîkar a Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê têne kirin şermezar kir.

Meclisa Cibcîkar a Reqayê, bi beşdarbûna Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Efrîn û Şehba, Saziyên Sivîl, koçberên Efrîn û Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî girêdayî êrişên ku li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji aliyê çeteyên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê tê kirin, da û di daxuyaniyê bi tundî ev êriş şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Cibcîkar a Reqayê Hêvîn Ismaîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Di 6’ê Çileya 2026’an de Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Helebê rastî êrişên hovane û sîstematîk ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyê ve hatin kirin, hat. Van koman çekên giran ku di nav de roketavêj, tank û dron bi kar anîn, da ku rasterast deverên niştecihbûnê yên bi qerebalix hedef bigirin. Di encamê de ziyanên mezin pêk hate, herwiha 6 sivîl şehîd bûne û gelek birîndar hene. Ev êriş sûcek neteweyî ya tevahî û binpêkirinek eşkere ya hemû têgihîştin û peymanan pêk tînin. Herwiha binpêkirina peymana 10’ê Adarê û ya 1’ê Nîsanê ku bingeha çareseriyek Sûrî û çarçoveyek berfireh ji bo parastina yekîtîya welêt û parastina nirxên rastîn ên şoreşa Sûrî pêk tînin, bû.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Şoreş ji bo azadî, rûmet û hilweşandina zordariyê hate destpêkirin, ne ji bo hedefgirtina sivîlan an hilweşandina tevna civakî ya Sûrî. Em hikumeta demkî bi tevahî ji hêla siyasî û qanûnî ve, berpirsiyarê van êrişan dibînin, ji ber ew temsîliyeta siyasî û çavdêriya van komên çekdar îdîa dike ye. Ev êrişên hovane ku li ser bajarê Helebê û taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd diqewimin, gefek rasterast li ser yekîtiya neteweyî ya Sûriyê ye.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em berxwedana gelê xwe li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd silav dikin ku 14’salan xeta yekem a parastinê li dijî zordariyê pêk anîn û li dijî hemû projeyên parçekirin û dabeşkirinê kelehek neteweyî dimînin. Herwiha ew sembolek zindî ya îradeya gelê Sûriyê ji bo azadî û rûmetê ne. Di encamê de, em berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Helebê silav dikin, ev êrişên ku li ser her du taxan tê kirin şermezar dikin û derbasbûnê ji bîrindaran re dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.