Viyan Egîd/Qamişlo
Welatiyên Efrînî diyar kirin ku êriş li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heya niha ne hatine rawistandin û got in, “Pêwîst e dewletên cîhanê û aliyên eleqedar çeteyan ji Sûriyê derbixin. Ji ber ew kesên rêveberiya Sûriyê dikin dibin sedema komkujî û tevlîheviyê.”
Di 6`ê çileya 2026’an de çeteyên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve perwerde dîtine û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyê de ne êrişan li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê bi çekên giran û tankan didomînin. Li gorî agahiyên nûçegihanên ji Helebê agahî û bîlanco parve dikin, bîlançoya birîndarên êrişên komên hikumeta demkî li dijî taxên Şêxmeqsûd, Benî Zêd û Eşrefiyê ên Helebê derket zêdeyî 52 kesan, di nav de zarok jî hene, herwiha 7 sivîl şehîd bûn.
Di derbarê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyên welatiyên Efrênê yên bi navê Lewenda Ehmed û endama Kombenda Efrîn a Civakî Cîhan Hisên ji Rojnameya me re axivîn.
‘Bila dewletên cîhanê bizanibin ku herêm û bajarên me ne bê xwedî ne’

Lewenda Ehmed yek ji ciwanê Efrînê ye ku li bajraê Qamişlo niştecih e, diyar kir ku Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne û wiha anî zamin: “Hikumeta demkî ya Sûriyê zêdeyî 3 caran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dike, lê belê vê carê ne wek carên din bû, ji berk u bi awayekî hov û belave êriş kir, ev hovîtî dibe sedema ku dayîk û zarok şehîd bikevin. Her cara ku êriş dikin dibêjin QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi êrişan kirine, li vir sûc û kiriyarên xwe yên qirêj di bin nave QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn didin veşartin da ku ev sûcên li hemberî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin dixwazin ji xwe re rawa bikin. Lê bila her kes bizan be, em ê rastiyê derxin hole û ya din jî em ê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Ruhê xuşk û birayên me ne arzan e, ji ber wê çi zarok, ciwan, dayîk û kalên me bin, em ê li ser piyan bin û piştgiriyê bidin gelê berxwedêr yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Bila dewletên cîhanê bizanibin ku herêm û baharên me ne bê xwedî ne.”
Bang
Lewenda Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li keç û xortên gelê xwe yê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku helwestên xwe yên neteweyî û mirovî nîşan bidin û li kêleka xwişk û birayên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bisekinin, piştgiriyê bidin berxwedana wan a rewa li hember van êrişên hov.”
‘Em tev li pişta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne’

Endama Kombenda Efrîn a Civakî Cîhan Hisên di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku çawa derdikevin li qadan û piştgiriyê didin hev û wiha pê de çû: “Li herêma Bakur û Rijhiulatê Sûriyê her kes li qadan diherike ji bo pişgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ev yeki ji tevahî cîhanê re dide îsbatkirin ku çawa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê riheke yekgirtî heye. Bê guman êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji destpêka hilweşîna rêjîma Baas û heya Roja îro dewam dike. Wek tê zanîn êrişên niha bi awayekî belave û hov li ser sivîlan tê kirin ku bi dehan gel birînadr bûne û şehîd ketine. Ev ne cara yekem e wiha bi serê gelê me dikin, gelên me yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her di nava êrişên cur bi cur de hatin meşandin û heya roja îro ev êriş dewam dikin, mîna revandin, kuştin, êrişkirina bi çekên giran û dorbêç. Ev hemî pêwîst e demildest werin rawistandin, ev gel heya kerngî wê vê êşê bikîne. Çeteyên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve perwerde dîtine û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyê de ne, êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne rawistandin ne, êdî em bangî dewletên cîhanê û aliyên eleqedar dikin û dibêjin bila van çeteyan ji Sûriyê derbixin. Ji ber ku alozî û ne çareserî hemî ji van kesên dibêjin em ê rêverbiriya Sûriyê bikin, derdikevin. Em ê heya dawî bi gelê xwe yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bin, em dibêjin bila dil û canê we rehet be em tevahî li pişta we ne.”





