Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberiya Navenda Fereh a Xwebexş a Girkê Legê Lîna Mîrza diyar kir ku armanca wan a sereke destekdayîna derûnî ji bo zarokên nexweşên penceşêrê ye, herwiha ew hewil didin ku dengê van zarokan bighînin cîhanê.
Ji ber pêwîstiya zarokên nexweş yên penceşêrê bi çavdêriyeke derûnî heye, beriya 5 salan li bajarê Girkê Legê Navenda Fereh a Xwebexş hate vekirin. Di navendê de 25 zarokên nexweş hene û 10 karmend jî dixebitin.
Di derbarê kar û xebatên Navenda Fereh a Xwebeş a Girkê Legê rêvebera navendê Fereh Lîna Mîrza ji rojnameya me re axivî.

‘Di navendê de 25’ zarokên nexweşên penceşêrê hene’
Lîna Mîrza diyar kir ku li navenda Ferehê 25 zarokên nexweşên penceşêrê hene û 10 karmendên xwebeş dixebitin û wihadomand: “Ji xwe ji ber derfetên me ên darayî kêm in em nikarin hejmareke zêdetir ji zarokan pêşwazî bikin. Me ji bo vê navendê alîkarî ji kesekî nexwestiye û me bi tena serê xwe ev navend vekir. Di heman demê de gelek kesên xêrxwaz hene laîkariyê pêşkêş dikin û em wê alîkariyê li zarokên nexweş belav dikin. Herwiha em van zarokan perwerde dikin, ku çawa bi hevalên xwe re xweşik biaxivin û hem em bi wan re dilîzin da ku kêfxweş bibin wê êşa xwe jibîr bikin. Em gelekî bi van zarokan re alîkarin, piştî hatina wan li navendê têkiliya wan bêtir bi derdorê re xurt bû.”
‘Armanca me destekdayîna derûnî ji bo zarokên nexweş e’
Lîna Mîrza anî ziman ku armanca wan a sereke destekdayîna derûnî ji bo zarokên nexweşên penceşêrê ye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ev navend di destpêka ku hat vekirin zêde amûr lê tunebûn, lê niha navend pêşketiye û kefa zarokan jê re tê. armanca me a sereke destekdayîna derûnî ji bo zarokên nexweşên penceşêrê ye. Ji zarokên navendê heta niha 6’an ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane, herwiha em hewil didin ku dengê zarokên nexweş bighînin cîhanê û êşa wan sivik bikin.”






