Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevserokê Navenda Elektrîkê li bajarê Dêrikê Serpel Şêxmûs diyar kir ku rewşa elektrîkê li bajarê Dêrikê li gor bajarên din baştire û wiha got: “Ji bo xizmeta gel em her dem di nava tevgerê de ne.”
Navenda Elektrîkê li bajarê Dêrikê piştî sala 2011’an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin. Di navendê de 29 endam cihê xwe digrin, di heman demê de gelek beş jî têde hene wek; Beşa Rêveberiyê, Dîwan, Erşîf, Darayî, Mîhengan, Ewlehî û beşa rewşên awarte.
Di derbarê kar û xebatên Navenda Elekitrîkê li bajarê Dêrikê de Hevserokê navendê Serpel Şêxmûs ji Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Navenda Elektrîkê
Serpel Şêxmûs da zanîn ku her beşek di navenda elektrîkê de karekî wê yê cûda heye û wiha got: “Navenda elektrîkî karê wê xizmetguzariye lewma hertim di nav tevgerê de ye. Destpêkê elektrîk ji enefata tê paşê diçe meydana bajarê Dêrikê û ji meydanê nû belavî 4 navendan dibe, xeta munteci, xeta ketîbê, xeta kornîş û xeta sîna’a. Di heman demê de her navendek ji wan mîgatê wê ji ya din veqetandî ne, xeta munteci ji 5 heya 6 mêga ye, xeta kornîş û ya sîna’a her yek 3 mêga ne, xeta ketîbê 4 mêga ne. Ji bilî xetên bajarê Dêrikê sê xetên gundan jî hene, xeta Koçerata 33 gund in û xeta wan li ser betrolê ye, xeta Robariya 20 gund li serin û xeta beravê 30 gund li ser in. Di dema berê de navenda elektrîkî rastî gelek astengiyan nedihat, lê dema niha de ji ber ku bajarê Dêrikê mezin bûye helbet wê pirsgirêk rastî me werin. Torên elektrîkê yên bajêr gelekî kevin bûne dema zêde elektrîk were ew tor ger im dibin lewma hertim qutbûn çêdibe û gel gazinan dikin.”
Pirsgirêkên ku rastî navenda elektrîkê tên
Hevserokê navenda Elekitrîkê li bajarê Dêrikê Serpel Şêxmûs axaftinên xwe bidawî kirin û wiha got: “Beşê rewşên awarte ji seat 8’sbehê di xezmeta gel de ne û kar dikin heya seat 10’ê Êvarî. Her sal em pirojeyên nû radestî desteya enerjiyê dikin û li gor derfetên heyî bersiva pirojeyê me tê, îsal jî yek ji pirojeyên me avakirina navendên nû ji bo dayîna elekitrîkê ye, ji ber ku navendên me yên heyî zêdeyî 500 mitrî, elekitrîk kêm dibe, lewma hewcedariya bajar bi navendên nû heye ji ber ku bajar mezin bûye. piştî ku me ev seatên elekitronî li her derî danîn hinekî di milê elekitrîkê de dispilîn çêbû, hêviya me ew e ku gel bi me re bibe alîkar û di milê elekitrîkê de wek demên berê zagonan binpê nekin, ji ber ku her kesê zagonan binpê dike wê were ceza kirin 150 dolarî. Em naxwazin di vî milî de zirar bighêje gel û cezayên bi vî rengî bidin. Di heman demê de piraniya gel têkiliyê bi me re dike bi riya telefûnê ev yek dibe astengî li pêşiya me hertim em ji wan daxwaz dikin ku bi awayekî fermî werin serlêdana me bikin, lê mixabin rêzgirtin ji karê beramberî xwe re nagirin, niha em derbasî pêvajoyeke nû bûne pêwîste herkes bi wekhevî û demokratiyetê tevbigere.”






