Dilyar Cizîrî
Hêzên Rojavayî û Îsraîl ev demeke hewl didin destê eniya Astana ku bi dehan civîn ji bo Sûriyê li dar xistin, bi tevahî ji xaka Sûriyê qut bikin. Bi Şerê Ûkraniya re dest pê kirin rola Rûsiya qut kirin, paşê bi bi êrişên Îsralê rola Îranê ji Sûriyê qut kirin û hemû komên girêdayî wê derxistin. Di encamê de hikûmeta berê ya Beşar El Esed hate ruxandin.
Wer xuya dike niha jî dor hatiye ser dewleta Tirk. Her çendî Tirkiyê hevkarê wan e û endameke Nato’yê ye, lê siyasetên hikûmeta AKP/MHP’ê li pêşiya plana xwe asteng dibînin. Beşekî plana dûrxistina Tirkiyê peymana Îsraîl, Yûnanistan û Qibrisê ye. Bi vê yekê destê Tirk di rojhilatê Derya Spî de sînordar kirin.
Li aliyê din Îsraîl û piştevanê wê di nava hewldanan de ne bi sala nû re destê dewleta Tirk temamî ji derbixin. Geşedanên vê dawiyê li Sûriyê têne jiyankirin, vê yekê nîşan dide. Heger em rojevên çend rojên derbasbûyî binirxînin, Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî di nav de gelek çavkaniyan behsa êrişa roja 30’ê kanûnê di koşka serokatiyê ya Sûriyê de kir. Hate gotin, kesayetek payabilind hatiye kuştin û hejmarek birîndar çêbûne. Di heman demê de gotin pişt êrişê Serokê Veguhêz Ehmed El Şeri ne xuya ye. Hinan got birîndar bû ye û li Tirkiyê tê dermankirin, hinan din got hatiye kuştin. Wezareta hindir a HTŞ’ê li dijî van îdayan daxuyaniyên bê istqrar da. Carekê daxuyanî kişandin, Careke din berdevkê wezareta hindir daxuyanî da û got tiştek nîne û îda ne rastin.
Li ser bûyerê jî hin alîgirên HTŞ’ê gotin aloziya li Koşkê bi teqînekê destpê kiriye, veguheziye şer û 12 deqeyan dewam kiriye. Paşê şandeyek istixbaratên rojavayî gihane Koşkê û alozî veşartine.
Ya girîng di vir de ne mirin an mayîn kesane. Ew bûyer şerekî di navbera kîjan hêzan de ye?. Di nerîna min de ev derbeyek li dijî destê dewleta Tirk di Sûriyê de ye. Wer xuya dike hêzên rojavayî ji destdirêjiya Tikiyê a di hikûmeta veguhêz a Sûriyê de aciz bûne. Ji ber destwerdana Tirkiyê bûye sedema bê istqrariya Sûriyê. Di sala derbasbûyî de ne Ehmed El Şeri Sûriyê bi rêve dibir. Hakan Fîdan û rayedarên Tirk di hemû mijaran de xwe ferz dikirin. Ji niha û şûn ve dê rewş cûda be.
Xaleke girîng a dûrxistina Tirkiyê ji dosya Sûriyê biryara Birîtaniya ya xistina komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê di lîsteya xwe ya cezayan de ye. Bûyerên li Koşka serokatiyê yên 30’ê meha kanûnê jî berdewama wê ye.
Dibe hinek bêjin ma komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk di Sûriyê de pir zêde ne, bandora wan jî mezine. Raste zêde ne, lê ji yên Îranê û Heşdî El Şebî ne zêdetir in. Di nava çend rojan de hemû alîgirên Îranê û rêjîma Essd ji holê rakirin.
Di encam de wer xuya dike êdî destê dewleta Tirk wê di Sûriya nû de nîn be, ji ber wê jî sala 2026’an dê bibe sala guhertinên bingehîn li ser asta tevahî Sûriyê.






