Farûk Sakik
Na, êdî bes e. Divê her gotin êdî were gotin. Ka digotin a “Her çêlek tê dotin, lê her gotin nayê gotin”. Na tên gotin. Aliyek, hin kes, hemû gotinên xwe wê bêjin, ku dor hat Kurdan ‘ka bi temkîn bin, bila ziman zirarê nede pêvajoya destpêkirî’. Gotinên wan zirar nadin, yên Kurdan didin. Na loo, dinyayek wiha tune. Bêdengî û sebra Kurdan ji esaleta wan tê. Bila tu kes li ser sebra Kurdan hesabên xirabûyî neke.
Kurdan bi salan sebir kir, lê bersiv nedîtin û şoreşa PKK’ê pêşî li van hisabên xirab girt. Salek berê gotin temam, me dawî li van pilan û hesabên xwe yên xirabiyê anî. Gotin, pêvajoya aştiyê dest pê dike.
Ji bo Kurdan, divê aştî bi rûmet be. Bê naskirina nasname, bê zimanê azad, aşitî pêknayê.
Herkes peyva aştî bi kar tîne, lê li gorî naveroka wê tevnagere. Bi taybet dema peyva aşitiyê ji bo doza Kurdistan hat bikaranîn, gotin di devê wan de diçe tê, niyetên xirab derdikevin pêş û hevok di nîvî de dimînin.
Li Tirkiyê anha zîhniyetek derketî pêş; Bila şer raweste, çek bêdeng bibin û pirsa Kurd bi tene di aliyê ewlekariyê de were nirxandin. Naskirina maf û nasnameya Kurdan, piştre-demek ne diyar de were rojevê.
Aşitî divê zelal be. Bi gotinên “Ka em binêrin” neyê paşxistin. Kurdan bi wan paşxistinan gelek zirar dîtin.
Aqêbeta aştiya ku di pêvajoya muzakereyên salên 2013-2015’an, di hafizaya Kurdan de travmayên mezin çêkirin.
Wêrankirina bajaran, qedexekirina derketina kolanan, girtin û zindankirin, hovîtiya li ser Rojava travmayên kûr yên nayên dermankirin di hafizaya civaka Kurdan de çêkirin.
Bila kes niyet neke vê yekê cardinan biceribîne. Ji bo vê yeke Kurd jî îro şûnde gotinên xwe wê bi dengek bilind berz bikin.
Hikumeta AKP’ê-Erdogan (ne dewlet) van yekan dizane. Nikare li Tirkiyê bersiv bide denge Kurdan, sîstema Rojavayê Kurdistanê wek hincet nişan dide. Ji bo vê yekê divê li Rojava jî li dijî êriş û daxwzên Erdogan deng were bilindkirin. Bi kemûkut nikarin pêşî li dijî vê leyîzk-gefên Erdogan bigirin. Bi Şamê re danûstandin di çi astê de ne, di hevdîtina 4’ê Çileyê de, çi qewimî, çi biryar hatin girtin divê bi raya giştî re werin parvekirin. Bêdengî Erdogan zêde êrîşkar dike. Lê êdî konjoktora cîhanê roj bi roj tê guhertin. Heger Erdogan ev nedîta wê zûde êrişî heremê kiriba. Lê jê nayê. Carna bi kişkişkirina çeteyan (li Helebê) ev yek ceriband, lê bi ser neket. Divê Kurd hemû kompleksan deynin aliyek û bizanibin ku xwedî hêzek çawa ne.
Û rojhilatê Kurdistanê. Îran. Ev bi rojane di serî de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Îranê gel ji ber xizaniyê li dijî rejima Tehranê daketine kolanan.
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî, ji aliyekî ve bi silogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji aliyekî din ve bi silogana demokrasî û wekheviyê li kolanan li ber xwe didin.
Lê li vê derê tiştek diqewime. Li vê derê xeta sêyemîn bê wate ye. Rejîma Îslamî û li dijî vê sîstemê kolan hene. Kurd dive kolanan tercih bikin. Kurdan ji bo ku ev rejîm li hember gelan demokratîk bibe pirr şans da. Lê rejîma Komara Îslamî ya Îranê, heta roja îro jî çavkanî û dewlemendiyên aborî yên Îranê ji bo xespkirina mafên jinan, zext û zordariya li ser bawerî û mezhebên din, li hemberî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd weke çek bikaranîn. Roj hatî, êdî gelê Rojhilat divê gotina xwe bibêje.






