Nehîr Pale
Cenazeyê jinekê bi çemê Firatê re diherike heyanî ku gundî dibînin û derdixin. Ew cenaze yê jinekê ye, destê wê girêdayî bûn, xistibûn kîsekî û li ser dilê wê tejî kevir kiribûn. Li gundekî Dêra Zorê ew cenaze tê dîtin û vedişêrin. Heyanî niha kesek nizane ew jin ki ye, navê wê çi ye, temenê wê çende, ji kudere ye, çima hatiye kuştin û kî qatilên wê ne? Rêbazê ku pê hatiye kuştin gelekî bi êş bû. Ew kuştine û cenazeyê wê avêtine çemê Firatê.
Li ser dijîtal medya wêneyê wê hatibû belav kirin û her kesî dît ku jinek bi wî rêbazî hatiye kuştin. Ew jin jî bû qurbanê namûs û şerefa civaka zayendperest. Li Sûriyê jî jin têne kuştin û tûndî li wan tê kirin. Ne ol, ne civak, ne malbat û ne jî qanûn wê diparêz in. Ew jin di bin navê namûs û şerefê de hatiye kuştin. Di wî wêneyî de tê dîtin çiqasî bê rêz nêzî jinê bûne, pêl rûmeta wê kirine û şûna carekê sed carî ew kuştine. Kê/kî ew wêne li ser dijîtal medya dîtin, lanet li malbata wê anîn ku ew xistine wê rewşê de. Lê bele nafikirin di civaka zayendperest de dibe ku bi sedan jin têkevin rewşa wê jinê de.
Barê adetan, şeref û namûsê hemû avêtine ser pişta jinê. Bi exlaq û rûmetê ve dane girêdan. Eger jin di malê de asê nemînin û li gel mêr bidin û bistînin destê xwe tavêjin rûmeta wan. Bê exlaq û bê namûs têne dîtin. Çima jin bibe namûs û şerefa mêr, malbat û civaka xwe. Mêr bi zanebûn şeref û namûs bi jinê ve daye girêdan da ku jin nikarbe tevbigere û nefes lê were çikandin. Jin heyanî dimrin tirsa kesek li ser şeref û namûsa wan baxive di dilê wan de ye. Ji malê dernakevin, xwe ji her tiştî mehrûm dikin, li hemberî bê edaletî bê deng dimîn in. Ew difikirin ku wê xwe bi vî awayî biparêzin, nizanin ew teslîm bûne û çarenûsa wan ketiye destê celadên wan.
Berpirsyartiya şeref û namûsa civakê ji jinê nayê xwestin, eger mêr girîngî dide namûs û şerefê wê demê bila berpirsyartiya wê jî rabike, jin ne mecbûrin bibin qurbanê mêran. Jinên dibin qurbanên şeref û namûsa mêran kesek xwedî li wan dernakeve, çend bost ax ku cenazeyên wan tê de veşêrin ji wan re dernakeve. Gora wan nîne, tenê ji bo heywan laşê wan nexwin wan bin ax dikin.
Hurmet ji jinê re nîne, bi sedan jin mîna wê jina li Dêra Zorê hatî kuştin, têne kuştin û cenazeyên wan tavêjin çeman. Jinên Dêra Zorê jî mîna ku ew ji wê jinê baştir dijîn, bê bertek man û deng ji wan derneket. Ne fikirîn ku keçên wan jî mîna wê keçê di bin navê şeref û namûsê de werin kuştin û cenazayên wan bavêjin çemê Firatê. Dibe ku ew jî mîna civaka zayendperest bibêjin ku vê jinê bê exlaqî kiriye û hatiye kuştin. Di heqîqetê de qatilên wê jinê bê exlaqin û para xwe ji mirovahiyê negirtine.






