Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li hemberî vîrûsa grîpa demsalî xweparastin girîng e’

07/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Li hemberî vîrûsa grîpa demsalî xweparastin girîng e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Bijîşka Zarokan a Nexweşxaneya Gel a bajarê Qamişlo Meryem Ehmed diyar kir ku vîrusa grîpa demsalî ya ku niha belav bûye, cureya H3N2 ye vîroseke demsalî ye, ne nû ye û got, “Li hemberî vê vîrûsê xweparastin a herî girîng e.”

Ni divê demê de vîrûsa grîpa demsalî di nava gel de belav bû ye, lê belê ev vîros ji cureyên grîpên demsalî ye ku her sal xuya dibe. Di heman demê de, ev vîrûs bêhtirî xwe bandorê li zarokên biçûk û kesên bi temen mezin dike. Di derbarê vîrûsa girîpa demsalî ku di nava civakê de belav bûye bijîşka Zarokan a Nexweşxaneya Gel a bajarê Qamişlo Meryem Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Vîrûsa grîpa demsalî cureya H3N2’yê ye’

Meryem Ehmed anî ziman ku vîrûsa ku niha belav bûyî vîroseke her sal xuya dibe û wiha got: “Vîrûsa grîpa demsalî ya ku niha belav bûye, cureya H3N2 ye, ne vîruseke nû ye, lê belê yek ji cureyên grîpên demsalî ye ku her sal xuya dibe. Sedema belavbûna vê vîrosê jî ev in, avhewaye sar û gerim, avhewaya zuha, cihê ku mirov lê kom dibe. Di heman demê de, her sal weke vê demê vîrûs xwe nû dike û pergala xweparastinê ya laşê mirov kêm dibe.

Ev vîrûs ne vîruseke nû yan pir xeternak e û piraniya bûyerên nexweşiyê nîşanên xwe sivik an jî navîn in. Berî tedawiyê li hemberî vê vîrûsê xweparastin a herî girîng e. Pêwîst e ku mirov parastina paqijiya xwe ya kesyetî bike. Herwiha divê ku cihê kombûna mirovan lê hebe, mirov neçin wî cihî. Divê ku derî û penceriyên mal û dibistanan her sibeh werin vekirin, da ku avhewaya wan were guhertin. Dema ku nîşaneyên nexweşiyê li zarokan derketin pêwîst e ku bi awayekî bi lez serdana bijîşk an jî nevenda tenduristiyê bikin.”

‘Ev vîrûs bandorê li pergala bêhindanê dike’

Meryem Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev vîrûs bandorê li pergala bêhindanê dike, nîşaneyên weke ta, kuxik, êşa qirikê, êşa zik, herikîna poz an girtina poz, serêş, û êşa masûlke û movikan in. Dema ku ev nîşan ne li kesekî nexweş derkeve pêwîste serdana bijîşk bike, da ku ev vîros lê giran nebe. Di heman demê de, ev vîrusa grîpê bi wan re dirêj dike. Lê rewşa birinê gelekî kêm e, ev rewşê birina ku çêdibe ew jî ji ber ku wî kesî nexweş di dema nêz de serdana bijîşk û navendên tenduristî nekirî ye. Pêwîst e kesên nexweş tiştên avî, xwarina bi tendurist, ava paqij û hwd bixwe anjî vexwe. Ji bo vê vîrosê derman ne pêwîst e, lê belê ne ku rewşeke awart e be.

Bijîşka Zarokan ya nexweşxaneya Gel a bajarê Qamişlo Meryem Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li hemû navendên tenduristiyê, nexweşxane û klînîkên li kantonê karmend û bijîşkên jêhatî hatine erkdarkirin û pêdiviyên lênêrînê û dermankirinê yên pêwîst hatine peydakirin. Banga min ew ku gel li gorî rênimayên tenduristiyê tev bigerin û heke nîşaneyên giran derkevin holê, bi taybet di nava zarok û kesên bi temen mezin de, tavilê bi bijîşkan bişêwirin û da zanîn ku rewşa kantona Cizîrê baş e û hemû saziyên tenduristiyê bi hevkarî dixebitin da ku tenduristiya civakê biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.