Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Piraniya gelên Îranê sîstema îslamî ya meleyan naxwazin’

06/01/2026
in NÛÇE
A A
‘Piraniya gelên Îranê sîstema îslamî ya meleyan naxwazin’
Share on FacebookShare on Twitter

Viyan Egîd/Qamişlo

Rojnamevanê Kurd  Kakşar Oremar diyar kir ku xwepêşandanên dawî li Îranê ku ji ber kirîza aborî dest pê kir û roj bi roj firehtir dibe, bingeha hêz û cesaretê ji serhildana JIN JIYAN AZADÎ girtiye û got, “ Piraniya gelên Îranê nema sîstema îslamî ya  meleyan dixwazin”

Di derbarê geşedan û xwepêşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di qewim e, Rojnamevan û Nivîskar Kakşar Oremar bersiva pirsên Rojnameye me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Li rojhilatê Kurdistane xwepeşandan destpekirin. Û li gorî me şopand li gelek bajaren din ên Îranê jî belav bû. Hûn dikarin behsa çalakiyan bikin? Ewen li kolanan in kî ne? Armanca van çalakiyan çi ye?

Me Kurdên bindest û bêdewlet kêm xem û derd nedîtine:

Ji sal, roj û şevên bixwîn yên Mehabad, Urmiyê, Sine, Bokan heya Şino, Dîwandere, Merîwan, Seqiz û Kirmaşan, lê weke xûyaye xema Îlamê ji cinsek din û girantire ji a tevane. Êdî dem dema serhildanê ye. HDK, Komel û PJAK bi hevgirtina xwe rejîma dîktator têk bidin.

Serhildanên vê carê ji bazara Tehranê a binavê Ela-Edîn destpêkirin, lê bingeha wê ya dîrokî weke hêz û cesaret ji şoreşa Jin-jiyan-Azadî tê ku li ser mezarê Jîna Emînî li bajarê Seqiz destpêkir û belavî hemû Îranê bû. Dijberiyên vê carê zêdetir ji ber giranbûna Dolar û kirîza aborî destpêkirin. Hêzên ewlehiyê yên li bazara Ela-Edînê jî gaza rondikrêj li dijî xelkê bikaranîn da ku kombûn û xwepêşandanên gel belav bikin.

Ev awayê bertek an jî rûbirûbûnan nîşan dide ku “hikûmet hîn jî ji bo kontrolkirina dijberiyên li kolanan raste rast zextê bikar tîne. Lê xala balkêş ew e ku tevî hemû zextên giran û gefên berdewam gel hîn jî li ser piyan e.

Xwepêşandanên vê carê li Tehran, Meşhed, Isfehan, Loristan, Şîraz, Îlam, Kirmaşan, Çar Mehalê Bextiyarî û hinek herêmên din yên Îranê destpêkirin. Li Kurdistanê ew dijberê vê carê berovajî serdema şoreşa Jin-Jiyan-Azadî ku li wilayetên Urmiye û Sine xwedî deng û hêzeke mezin bû, li Kirmaşan, Loristan û Îlamê germtir bûn. Sedem? Mesele êdî nanê rojê û awayê debarkirinê ye. Rewșa aborî pir-pir xerab e û meaşê mehane yê çîna navendî ji 100 dolara jî kêmtire. Gendelî a birêveberên dewleta îslamî dia sta xwe a herî bilind de ye, ji hêla din jî xelk birastî birçî ye. Piraniya Kurdan(Lor, Lek, Kurdên derdora Loristan, Kirmaşan, Sine, Urmiye) karker, hemmal û feqîr in. Di 47 salên temenê hikûmeta îslamî a meleyan de li wilayetên Kurdistanê bêkarî, îdam, kuştina kolberan, girtin û hemû cûrên binpêkirinên mafên mirovan di radeya yekê de cih digirin û ji ber xebatên siyasî û nerazîbûna xelkê bêtir ji fabrîkên hilbirînê qirargehên leşkerî ava kirine. Mîna li malbateke pênc kesî çar kes herçiqas dixebitin jî dîsa nikarin jin-zarê xwe têr bikin. Meleyên hov û cahêl di birêvebirina welat de êdî jîyan li ber çavên xelkê rewş kirine. Xwekujî û kuştina jinan bi hêceta namûsê sal jis alê zêdetir bûye.

-⁠Daxwaza çalakvanan çi ye? Ji çalakiyên berê çi cudatî hene?

Daxwazên vê carê li rex nerazîbûnên siyasî zêdetir ji ber rewşa aborî ne ku zêdetir li wilayetên Farsnişîn xûyane. Piraniya gelên di çarçoveya sinorên Îranê de sîstema komara îslamî a Îranê naxwazin, lê li Kurdistanê ji 1978an heya roja îro ew dijberî tim xwedî pirrengiyeke cuda bûye ji a wilayetên din. Vê carê bêdengiya Kurdan bi taybetî li wilayeta Urmiye û Sine zêdetir ji ber wê yekê ye ku di dema şoreşa Jin-Jiyan-Azadî de Kurd ketin ber hêrişên Îraniyên nasyonalîst. Yanî him seltenetxwaz û him jî alîgirên rejîma îslamî Kurd weke cudayîxwaz û dijberên serxwebûna welatê xwe dane nasandin. Antîpropagandeyên li dijî partiyên Kurdan bêferq û cudatî dihatin dîtin û bihîstin. Li welatekî dema ku edalet û aborî tunebin, êdî neçar şoreş yê dest pêbike. Bi taybetî ji hêla çîna karker û kedkarên civakê ku zêdetir ji çînên din zextên giran hiss dikin. Em li Îranê bi rewşeke wiha re rûbirû ne. Elbete edaleta ku li Tehran û Meşhehdê heye li Kurdistanê qet tune. Herwiha bêkarî û hejarî jî li Kurdistanê gelekî zêdetirin ji hemû wilayetên din yên Îranê. Vê carê Lor li bajarê Nûrabad, Kurdên Hêrsîn, Kirmaşan, Serabelê ya Îlamê, Kohdeşta Luristanê, Mervdeşta Şîrazê, şehr Foladê Îsfehanê û Lor-Kurdên li Erak û Hemedanê bi dengekî bilind dijberiyên xwe dane nîşandan. Lora gotineke xweş heye ku di serdema serhildana Qedemxêr de wiha qêriyan:

Dayê dayê wextê cenge, dem dema dostaniyê bi çekê re ye”

Yanî dîsa ala serhildanên vê carê jî di destê Kurdên başûrê Rojhilatê Kurdistanê de bilinde, lê hemû erdnigariya Rojhilatê Kurdistanê nexistiye bin bandora xwe.

Di dema Jin-Jiyan-Azadî de piraniya Îraniyan dengê Kurdan yên edaletxwaziyê nebihîstin. Vê carê Kurd li bendê ne ku yên din nîv gav bavêjin heya ku Kurd werin û derba dawîyê li rejîmê bidin û kar biqedînin. Ji ber vê yekê, nayê hêvîkirin ku Kurd bibin cangorî û rê vekin daku yên mayî azad bibin.

-Li gelek cihan destwerdana hêzên rejîmê heye. Derbare bîlançoyê de çi agahî li cem we hene?

Li gor ajans û navendên mafên mirovan yên weke Hengaw heya niha dehan kes hatin kuştin û sedan kes jî hatine girtin. Zexteke pir zêde li ser civakê heye. Serokkomarê Îranê Pizşiyakn bi eşkerahî dibêje: Di asta rewşa li welat hatiye pêş sûçdarên sereke em in, ne gel e…”. Berpirsên din jî bi awayên cur bi cur hevdû rexne û tawanbar dikin. Xaminêyî jî dibêje: em ê li hemberî tevhevkerên asayêşê bisekinin lê yê haydarî îtrazên xelkê jî bin…“Berî çend rojan di merasîma veşartina sê kesan li sê wilayetên Fars, Loristan û Tehranê gel dîsa bi dengekî bilind qêryan: Mirin ji Xamniyê re.”

Polîs û hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj dijî xwepêşanderan bikar tînin, guleyan li xwepêşanderan direşînin û êrişî wan dikin. Heya niha li dehan bajar û herêmên weke: Îlam,Kirmaşan, Hemedan, Tehran, Qum, Mervdeşt, Zahêdan û Foladşehra Isfehan ew tabloyê tije xwîn hatiye dîtin.

Di şeş-heft rojên borî de, herî kêm 113 xwepêşandan li 46 bajaran ji 22 parêzgehên Îran hatine tomar kirin. Herwiha di heştimîn roj herî kêm 15 xwepêşandanên xwendkarên li 13 zanîngehan hatine ragihandin.

Ez berdewam rewşê ji nêz ve dişopînim û raporên saziyên mafên mirovan û ajansên hundir û biyanî nîşan didin ku pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de di neh rojên derbasbûyî de zêdetir bûne û ji 31 wilayetan heya niha di 22`an de dijberî li dijî rejîmê belav bûne.

Bi vê rewşê re mirov dikare bêje ku rejîm li ber teqînekê ye. Kirîza diravî wisa bêhêz bûye ku ber bi hilweşîne ve diçe, çîna navîn a civakê di bin zexteke giran de ye, gendelî û rêveberiya xerab û bêser û ber gelekî berbelav in. Di rewşa heyî de, senaryoyên cûrbecûr hene; ji guhertinên siyasî bigire heya guhertinên navxweyî lê ew pêngav gelekî bi tedbîr têne avêtin. Mînak belkî di pêşerojê de dema ku agirê xwepêşandan vemire sîstem bixwaze cîgirekî ji Xamniyê re diyar bike. Di roja îro de rola Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî tenê di tepeserkirina şoreşên navxweyî û piştgiriya komên leşkerî yên li derveyî Îranê (bi taybetî dijberiya bi partiyên Kurdistanê) pir zêde ye. Mixabin heya niha ew hêz di nava lîsta rêxistinên terorîst ên YE de cih negirtiye. Ji hêla din jî serokkomarê Amerîka Trum piştgîrî da xwepêşanderan û pirsa sereke eve: Berpirtsên komara îslamî yê gefên Trump cidî bigirin an ne? Bi taybetî jî piştî girtina serokkomarê Venuzela ku hevalbendekî sereke yê Îranê bû, cesaretek di nava gel da peyda bûye. Rayedarên sîstema desthilatdar li îranê agahdarê rewşêne.

-⁠PJAK daxuyanî da û agahî parve kirin. Li ser vê daxuyanî û bandoraa wê hûn çi dikarin bêjin?

Daxûyaniyeke baş û di dem û cihê xwe de bû. Îran baş dizane ka partiyên Kurdan çiqas li ser civakê xwedî bandorin. Di salên derbasbûyî de jî carna di şerên çekdarî da partiyên siyasî xwedî karnameyeke berbiçavin. Pilan û projên PJAK’ê heya niha ku ji rayedarên dewleta Îranê re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û yên din re şandine, maqûlane û demokratîk bûne. Ji vê zêdetir pêwîste di van mercên girîng û hesas da hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê dest bi avêtina van pêngavan bikin:

1). Eniyeke hevgirtî di bin sîwanê navekî mîna:“ Eniya hevgirtî a partî, sazî û rêxistinên siyasî ên Rojhilatê Kurdistanê“ de pêk bînin.

2). Hêzeke leşkerî a hevgirtî ku şervanên wan partîyên siyasî, rêxistin û saziyan têda hebin, tevîhev û di dema xwe de biryara şerê çekdarî li dijî rejîmê bidin. Yanî bibine parêzvanên asayêşa gelê Kurd.

3). Di dema herî nêz de konferanseke ku hemû rêxistin û partiyên siyasî tevî kesayetiyên şehreza û xwedî bandor li ser civakê têde hebin, bê lidarxistin. Di vê konferansê de banga hevkariyê ji gelên Belûç, Azerî, Faris û Ereb re jî hebe.

4). Di warê dîplomasiya hundirîn û derveyî de komek ji endamên wan rêxistinan pêk were û bi awayekî rojane û berfireh kar û xebatên xwe bidin meşandin. Di vê qadê de divê kesên zimanzan û şehreza yên zanista siyasî xwedî rolên sereke bin.

5). Di warê ragehandinê de navendeke Kurdistanî hebe ku çalakî û xebatên têne kirin deqe bi deqe bêne belavkirin û civak li hemberî her cûrê pêşhat û karekî din amade bin.

6). Artêşa jinên Rojhilatê Kurdistanê di bin sîwana wê eniyê da bê avakirin.Û…..hwd.

Kar û pêngavên wiha dikarin baştir nasnameya şoreşa Kurdistanê bi raya giştî a Îranî û welatên derve re bide nasandin. Nasnameyeke tije tolerans, rêzdarî ji mafên wekhev ji bona komên etnîkî yên din li Kurdistan û Îranê û pêre jî zêde amadebûna gelê Kurd di qada xebata li dijî rejîmên dîktator ku bixwazên rêya şeoreşa wan xwar bikin an jî ji rêya wê a rastîn derxînin. Karê ku li sala 1978an li dijî şoreşa gelên Îranê kirin û Xumeynî hate ser kar. Kurdan bi dehan caran wiha qêriyane: Ne şahê beredayî, ne jî Şêxên xapankar, daxwaza me: sîstemeke fedral û demokratîk e. Ji bo pêşerojê tenê Îran dikare bi sîstemeke federal û pirrengiyê ji daxwazên netewên nava sinorên siyasî yên xwe re bibe bersiv.

-Di daxuyaniyê de rexne li raguhandina Kurd hatine kirin. Ev tê çi maneyê?

Rexneyeke pir baş û esasî ye. Di cihê xwe de ye ku ew daxwaz bê dîtin û analîzkirin. Li gor nêrîna min: Ev tê wê wateyê ku ragehandina Kurdî têrî dengê doza Kurdistanê nake. Stratejiyeke hevgirtî a ragehandina çar perçên Kurdistanê de nîne û ji ber wê jî berjewendiyên Kurdan yên neteweyî-dîrokî bi berfirehî di nava civaka Kurd de belav nabin. Bi taybetî li Ewropa bi ewqas teknîka pêşkeftî ragehandina tevgera azadî têrî felsefeya rêxistinê nake. Kesên minasib di cihê xwe de nîne û mirovên zimannezan berpirsên ragehandinê ne. Ji hêla din jî ragehandina rejîmên serdest ji a me bihêztire û antîpropagandeyên wan li dijî doza Kurd nahêlin ku peyamên şoreşgerên me di dema xwe de bigehin cihê xwe û bi rindî di nava civakê de belav bibin. Ji bo vê meremê jî gez û miqes di destê wan partiyên me de ne û gere ew haydar bin ku li Kurdistan û Ewropa reformeke bingehîn lazime daku sazî, akademî, enstîtû, komele û navendên ragehandina Kurdî bi duristî û rastî erkên xwe cî bi cî bikin.

⁠– Hêzên navnetewî û raya giştî cîhanî çawa li van bûyeran dinêrin?

Welatên demokratîk li dijî kiryarên rejîmê ne û alîgirên mafên gelanin, hinek welatên herêmê jî xwe bêdeng kirine. Berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî li ber çav digirin û dengê dijberiyê bilind nakin. Tenê daxûyanî yên bêkiryar derdekî gel derman nakin. Kurdan pêşî bi pêşengiya serhildan û tevgera Jin-Jiyan-Azadî û dirûşmeya gerdûnî a parastina mafên jinê dest pê kirin, lê mixabin, ji ber ku çîna tebeqeya gewr li Tehran, Isfehan, Meşhed û hwd di xewê de bû û li ser berjewendiyên xwe yên takekesane yên demkurt difikirîn ne li ser berjewendiyên kolektîf yên demdirêj yên civaka xwe, ew şoreş hinek sekinî lê tevî ewqas qurbanî û hezaran birîndarên giran têk neçû. Bêguman destkefta herî mezin a wê şoreşê  hicaba bijarte û a bi zorê ye û yek ji destkeftiyên vê tevgerê û belavbûna wê li seranserê cîhanê bû. Yanî cesareteke tije wêrekî ku Kurdan taboyên wê herifandin.

Di dawiyê de dixwazim bêjim ku Kurd xwedî ezmûnek pir tal a sed salan dîktatoriya yek-partî ya totalîter(Rejîma îslamî û Mûnarşî) ji her du rejîmên Pehlewî û Şîîyên gendel in. Êdî ewê nehêlin ku careke din sîstemek totalîter çêbibe û yek bi yeka din biguherînin û heman rêbaza dîktatorî a tepeserkirin û bêparkirina mafên neteweyan, îşkence, girtin, darvekirin, îşkence û sirgûnkirinê ji hêla her du pergalên qirêj û nemirovane yên SAWAK û Îstîxbaratê ve ji nû ve were damezrandin. Divê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî mîna Kurdên Rojavayê Kurdistanê bibine pêşengên demokrasî, parêzvanên mafên wekhev ji jin û mêran re û rûmeta nirxên mirovahiyê bilindtir û bihagirantir bikin. Divê pirolalîzm li Îranê were dîtin, mafên kêmnetewên etnîkî-olî bêne dîtin. Gere Kurd weke pêşengên doza demokrasiyê îhtîmala derketina holê ya Talîban, Ehmed Şerii, sîstemeke seltenetî a xwedî taceki zêrîn û faşîstan din vala derxînin.

Di roja îro de dirûşma di rojeva Kurdan de ev e: “Jin – Jiyan – Azadî, Nan – kar – avedanî ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.