Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeyên ‘Na ji dorpêçê re, Na ji şer re û Bijî aşitî’ ji bo şermezar kirina dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li darxistin.
Şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeyên ‘Na ji dorpêçê re, Na ji şer re û Bijî aşitî’ ji bo şermezar kirina dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek li darxistin. Di meşê de bidehan pankart û şaxên zeytûnê hatin hildan, di heman demê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên bajêr di meşê de hazir bûn.
Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li nava bazara bajarê Dêrikê veguherî mîtîng, di destpêka meşê de hemû hazir xulek bêdeng li ser giyanê Şehîdan raswestiyan.

Paşê li ser navê Meclisa Koçberên Efrînê li bajarê Dêrikê Henan Sîdo axivî û wiha got: “Di serî de ez bejina xwe ditewînim ji bo gelê bajarê Dêrikê ku ji destpêka Şoreşê ve li ser piyane û kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedaniyê dikin. Em wek koçberên Efrîn, gelê Dêrikê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li ser piyane da ku piştgiriya berxwedaniya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin. Ew gelê ku bi hemû hêz û îradeya ku li dijî rêjîma Baas têkoşîn kirin, ev saleke di bin dorpêcê de derbas dibin ji her pêdiviyên jiyanê mehrûm mane, çete û dagirker dixwazin bi vê yekê îradeya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkînin. Lê neketine di wê ferqê de ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne, her gaveke ku davêjin bi hêz û rûmete. Em ê hertim li ser soza xwe bin û dev ji doza xwe bernadin û heya dawiyê li kolanan bin.”

Di berdewamiya meşê de li ser navê tevgera jin a koçberên Efrînê Xedîca Efrîn axivî û wiha got: “Em dorpêca li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar dikin û bang Saziyên Mafên Mirovan û netewên yekbûyî dikin ku bi erkê xwe rabin ji bo mirovahî, insanetiyê û wekheviyê. Bi dehan zarok ji serma û sedema dorpêcê jiyana xwe ji dest dan. Em hertim soz didin ku em ê li berxwebidin û têkoşîna xwe çi dibin darekî de be yan jî dibin konekî de be em ê berdewam bikin. Da ku em vegerin li ser axa xwe û bi ewle jiyan bikin, em kurd ji dayîk bûne û em ê heya dilopek xwîn di laşê me de hebê em ê xwedî li maf û zimanê xwe derkevin.”
Meş bi siloganên ‘Na Ji Qirkirin Û Dagirkeriyê Re, Dest Bi Dest Bi Hêzên Sûriya Demokratîk Re’ bidawî bû.







