Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di sala 2025’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3732 qezayê tirafîkê rûdan e’

05/01/2026
in NÛÇE
A A
‘Di sala 2025’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3732 qezayê tirafîkê rûdan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Midûriyeta Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku di sala 2025’an de 3732 qezayên Tirafîkê rû dane û di encamê de 209 kesan jiyane xwe ji dest dane û 2210 kes jî birîndar bûne.

Derbarê binpêkirin, ceza û qezayên tirafîkê di sala 2025’an de, Midûriyeta Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Bîlançoyên giştî diyar dike ku qezayên tirafîkê yek ji sedemên serke yên mirin û birîndariyê ye, salan e bi hezaran qeza rû didin ku di encama wê de bi sedan kes dimrin û bi hezaran jî birîndar dibin, herwiha ziyanên madî yên mezin rû didin.

Di sala 2025’an de jimara cezayên Tirafîkê gihşt 758,627 cezayan, herwiha amûrên xemilandina otombîlan ku qedexe kirî ne mîna ( şewq, perde û fêmê ku dîtinê kêm dikin) 6579 parçe hatine serdestkirin.

Dateyên binpêkirin û cezayên tirafîkî:

-Cezayên leza zêde nêzî ji sedî 30-40 ji cezayên hatine tomarkirin.

-Cezayên ne pabendîbûna bi şaxîsatên tirafîkê ji sedî 15- 20 ji cezayan e.

– Cezayên bikaranîna telefonan di dema ajotinê de her ku diçe zêde dibe ji sedî 15-20 ji cezayan e.

-Tevî cezayên ne girêdana kembera ewlehiyê, derbaskirina çewt û ajotina bêserûber.

Herwiha li gorî rûdanan diyar dibe reftarê mirov dimîne sedema sereke ya rêjeya ji sedî  80 ji rûdana qezayan e, ew jî di encama reftar û kiryarên şaş û ne pêkanîna rêgezên tirafîkê de pêk tê.

Bandora qezayên tirafîkê ne tenê li ser ziyanên mirovî tên dîtin ji lewra li ser:

Ziyanên aborî ku bi miliyaran bandor dike.

Zexteke mezin li ser aliyên tenduristî û xizmetguzariya rewşên awarte dike.

Bndorên piskolojî û civakî li ser endam û malbatê dike.

 Bîlançoya qezayên tirafîkê yên di sala 2025’an:

– Jimara qezayan (3732)

– Jimara birîndaran(2210)

– Jimara miriyan(219)

Li ser vî esasî em tekez dikin ku ewlehiya tirafîkê erka me giştî ye û hevbeş e lewma tê xwestin ku aliyên fermî, dezgehên ragihandinê û saziyên civakê bi hev re destek bidin ew jî di riya:

– Belavkirina hişmendiya rast ya tirafîkê.

– Pabendîbûna bi zagonên tirafîkê

– Misogerkirina çanda ajotina aram

– Destekdayîna hemleyên hişmendî û çavdêriyê

Di dawî de, em di wê baweriyê de ne ku pabendîbûna zagonên tirafîkê ne tenê sîstemeke were pêkanînî lê belê reftarekî çandî ye ku hem can hem civakê diparêze.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.