Mihemed Seydi
Ji sala 2011’an ve qale aloziya li Sûriyê hat kirin ku xelkê Sûriyê jêre got şoreş. Ev serhildana ku bi çalakiyên xelkê dest pê kir û banga jiyaneke bi rûmet kir, bi destwerdana hin aliyên wek Tirkiya veguherî şerê navxweyî yê bi sedema wêranî û koçberiya bi milyonan xelkê sûriyê. Herwiha Rêjîma Baas jî ku navê her kesê bang dikir da zilm bi dawî bibe bi terorist bi nav kir û navê wan kir terorist û wiha agir bi her deverê ket. Pirî caran xwestin Kurdan jî bixin nava wî şerê navxweyî, lê helwesta xeta sêyemîn a ku tenê xwe li dijî êrişên ji derve biparêzin û xwe di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de bi rêxistin û bi hêz bike serwer bû. Kurdan dest ji vê xetê berneda û ev jî bû sedem, destpêkê gurûpên bi navê Artêşa Azad û paşê Cubhet El-Nusra û piştre jî DAIŞ, êrişî wan bikin. Rêjîma Baas ku ji xwe re li vê rewşê tamaşe dikir û carne jî sor dikir da Kurd zeif bibin û gurûpên din jî bi dawî bibin, dewleta Tirk jî bi desteka hin welatên Kendavê yên weke Qeterê gurûpên navborî bi çek û pere kirin da him Kurdan tune bikin û yên mayî jî mejbûr bikin ku tevlî şerê navxweyî yê li Sûriyê bibin. Lê Kurd li ser ya xwe man û hemû gurûpên din tasfiye bûn û rêjîm jî hilweşiya. Wekî hêza sereke li ser erdê, îro QSD’ê maye û li aliyê din gurûpên HTŞ’ê ku beşek ji wan tunderewên biyanî ne û hin gurûpên çete û diz yên ser bi Turkiyê ve ku navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê li wan tê kirin e. HTŞ’ê ku li Şamê niha desthilate û hikumeta veguhêz a Sûrî ava kiriye, ji wê be bi rûniştina li Koşka serokkomariyê, ew ê heta hetayê li ser desthilatê bimînin û milet mejbûr bimîne wan qebûl bike. Lewma destpêkê xwestin çavên Elewiyan li beravên Sûriyê bişkînin û paşê derbekê li Swêdayê li Durziyan bidin da rê vebikin Kurdan jî li bakur û rojhilatê Sûriyê tune bikin. Lê ne Elewiyan serî danî û ne Durzî teslîm bûn û ne jî Kurd ji ya xwe hatin xwarê. Berovajî wê, tevî zextên pir zêde, di rojên dawî yên sala 2025’an de Elewî bi hezaran daketin qadan û banga Federaliyê û mafê xwerêvebirinê kirin. Van xwepêşandanan, desthilata li Şamê şaşûmaş kir. Ji wan be êdî Elewî wê dengê xwe jî dernexin, lê herkes li kolanan bû. Ji ber tu ferq di nava desthilata Baas û ya HTŞ’ê de tune, çawa 2011’an de êrişî xelkê hat kirin, 2025’an de jî êrişî Elewiyan hat kirin. Ev yek jî hîne nêrîna sîstemeke Federal a nenavendî di mêjîyê xelkê Sûriyê de bi cih dike. Ji ber yên ku ji wan re dibêjin desthilata demkî, ku ev saleke li ser koşkê ne, wekî dîktatoriya Baas a çil salî desthilat bû tev digere. Lewma, Ji beravê Elewî, ji Swêdayê Durzî, bakur û rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser û li herêmên din kesên Demokrat, rêjîmeke cêwiya Baas lê bi Kirasê şerîeta Îslamê qebûl nakin û di vê xalê de yeknêrîn û helwestin. Ev jî dibe sedema aciziya radîkal, cîhadist, Baas’îyên berê ku niha ketine nava desthilata nû û her roj li ser dezgehên Çapemeniyê êrişî dikin û kîn û nefretê di nava gelê Sûriyê de belav dikin. Sala 2025’an de ev siyaseta van aliyan û dewletên li pişt wan ,bi hemû rengê tundiyê, li hember xelkê Sûriyê negihîşt encamê, lê gelo gotina Sûriyan di vê sala nû de wê çawa be? Gelo sala nû wê ji bo Xelkê Sûriyê nû be?






