Hêvî Keleş/ Qamişlo
Her sê siyasetmedarên jin ên ku dema hewl didan ji Taxa Karşiyaka ya Silopiyayê ber bi Taxa Yeşîlyurtê ve biçin hatin hedefgirtin di 4’ê çileya 2016”an de, Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Endama KJA’yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir in.
Di 4’ê Çileya 2016”an de, li navçeya Silopiya Şirnexê, endama Meclîsa Partiya DBP (Partiya Herêmên Demokratîk), Fatma Uyar, çalakvana HDP (Partiya Demokratîk a Gelan) û KJA (Kongreya Jinên Azad) Sêvê Demir û hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir, dema ku hewl didan ji taxekê derkevin ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatibû valakirin, bi êrîşeke hovanê bi giranî birîndar bûn. Piştî ku cihê wan ji rayedaran re hate ragihandin da ku ambulans were şandin, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin gulebarankirin û kuştin. Dewleta Tirk jiyana jinên ku di refên herî pêş de cih digrin û têkoşîna azadiya jinan dimeşînin hedef digre, di êrîşan de rasterast beden û nasnameyên jinan tên hedefgirtin, rêbazên di van komkujiyan de tên bikaranîn jî nîşaneya nefreta li dijî têkoşîna jinan e.
Sêvê Demir Çalakvana ku baweriya wê bi azadiya jinan hebû
Sêvê Demîr wek çalakvaneke siyasî derket holê, jiyana xwe ji bo rêxistinkirin û parastina azadiya jin û civakê feda kir. Ew bi rola xwe ya çalak di tevgera siyasî ya Kurd de û baweriya xwe ya kûr bi felsefeya rizgariya jinan û pêwîstiya beşdarbûna wan di biryardanê de dihat nasîn.
Sêvê Demir di sala 1974”an de li gundê Sute yê navçeya Savur a Mêrdînê, li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê ji dayik bû. Di salên 90’î de koçberî Manîsayê bû. Paşê, Sêvê biryar da ku Manîsayê jî biterikîne, ji ber ku nikarîbû li hemberî cudakariya nijadperest a li dijî nasnameya xwe ya Kurd bisekine. Sêvê di sala 1997’an de li nava Baskê HADEP’ê yê Jinan ê Manîsayê cih girt. Weke pêşenga rûken a têkoşîna azadiya jinê, heta kêliya dawî bi bawerî û biryardarî têkoşiya. Herwiha xebata xwe ya siyasî de, pêşî bi awayekî çalak beşdarî xebata jinan bû û li Enqereyê, paşê li Amed, Konya û Mêrdînê xebata siyasî meşand. Di sala 2005”an de di damezrandina Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk) de jî cih girt. Di sala 2009”an de li Nisêbînê hate girtin. Sêvê, ku birin girtîgeha tîpa E ya li Dîyarbekirê, di grevên birçîbûnê yên 2012”an de jî beşdar bû. Piştî ku ji girtîgehê derket, di sala 2014”an de wekî endama DBPê di karên siyasî de roleke çalak girt ser xwe. Di dema pêvajoyên xwerêveberiyê de, li navçeya Silopî ya Şirnexê jî beşdarî çalakiyên partiyê bû. Û di 4’ê çileya 2016” de li navçeya Silopiya Şirnexê bi hedefgirtina dewleta Tirk şehîd ket.
Fatma Uyar bîranînek nayê jibîrkirin
Fatma Uyar yek ji çalakvanên Kurd e ku roleke girîng di xebata siyasî û femînîst de lîstiye. Ew di tevgera femînîst a Kurd de çalak bû û beşdarî bilindkirina dengê jinên Kurd di forumên navneteweyî de bû, parastina dozên azadî û mafên mirovan.
Fatma Uyar di 28”ê Tebaxa 1988”an de li gundê Duhokê yê li derdora Gabarê ji dayîk bû. Piştî jidayikbûna Fatmayê, malbata wê koçî navenda Şirnexê kirin, Di salên 2000”an de, Fatma bi tevgera berxwedana siyasî ya li wir nas bû û tevlî wê bû. Wê di destpêkê de wekî endamek çalak a tevgera ciwanan xebata xwe domand. di Di sala 2009”an de cezayê girtîgehê lê hate birîn û li girtîgeha Mêrdînê de bû, piştî salek û nîvek li wir derbas kir, hate veguheztin girtîgeha Sêrtê. Heta serbestberdana wê, wê 3.5 sal li girtîgeha Sêrtê ma. Piştî serbestberdana wê di sala 2010”an de, ew vegeriya xebata siyasî û herî dawî di xebata KJA yê de cih girt.
Fatma Uyar, ku berî 9 salan ligel Sêvê û Pakîzeyê li Silopiyayê hat qetilkirin, yek ji wan Kurdên ku ji zarokatiya xwe ve terora dewletê dîtiye bû. Beşdarbûna wê ya têkoşînê di temenê ciwaniyê de dest pê kir. Ew hat binçavkirin, girtin, lê qet dev jê berneda.
Pakîze Nayir weke ‘karkera jiyanê’ tê nasîn
Pakîze Nayir di sala 1990’an de li gundê Ziristan ê Silopyayê ji dayik bûye weke ‘karkera jiyanê’ tê nasîn. Zarokatiya xwe û tevahiya jiyana xwe li Silopiyayê derbas kir. Ji aliyekî ve Pakîze xwedî li malbata xwe derket û ji aliyê din ve jî nikarîbû têkoşîna berxwedanê paşguh bike û beşek ji tevgera azadiya Kurd bû. Di temenê xwe yê ciwan de beşdarî kar û çalakiyên siyasî yên jinan bû. Bi vekirina saloneke porê debara malbata xwe kir û di heman demê de wekî hevseroka Silopiyayê her erk girt ser xwe. Û di 4’ê Çileya 2016”an de, li navçeya Silopiya Şirnexê de wê ji ber êrîşeke hawanê jiyana xwe ji dest da.






