Esma Mistefa/Heleb
Dorpêça domdar a ku li ser her du taxên Kurdan yên Helebê tê ferzkirin, bandora xwe li ser qada perwerdê, tenduristî û xizmetguzariyê kiriye. Hevserokê Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ya Helebê Şiyar Silêman da zanîn ku her çendî rewş zehmet bibe wê deriyên dibistanan neyên girtin.
Bi berdewamkirina dorpêça girankirî ya li ser her du taxên Kurdan yên Helebê, bi tunebûna sotemeniyê ku bandora xwe li ser hemû aliyên jiyanê dike; Rewşa dibistanan û şagirtan her wiha rewşa tenduristiyê û xizmetguzariyê jî zehmetir dibe. Siyaseta ku li ser her du taxan tê birêvebirin ne siyasetekî ji rêzê ye ku tenê dixwazin tacîzan û hin rewşên tevlîheviyê derxînin, ev yek bi mabesta têkbirina îradeya gelekî tê kirin, hilweşandina destkeftiyên bi sala her wiha radestbûna gelê li wê derê ji hikumet aheyî re. Helbet ev yek li gorî xeyalên ku ew çêdikin wê nebe, evg yek jî di raberkirina helwesta ku tê derketin de, tê dîtin. Gelê her du taxan ji destpêka vê şoreşê de tenê baweriya xwe bi hêza felsefeya Rêber Abdullah Ocalan anîn û bi hêza şervan û dilê xwe anîn bûn. Ji ber wê yekê ev gel çawa ku serî ji Rêjîma Baas re danayînî, ji hikumeta veguhêz re jî danayîne.
Dorpêç ferzkirin ne polîtîkayekî nû ya dijmin e
Rewşa her du taxan ji demên berê de her di bin gef û dorpêçê de bû, bi hemû wesîleyên dijmirovî Rêjîma Baas hewil dida ku gel bêzar bike, ji bilî êrişên ku dihatin kirin, bi hezaran ciwanên Kurd li ser bendên kontrolê digirtin, gelek jinên ku di nava Rêveberiya Xweser de kar dikirin hatin gritin. Her wiha rêya di navber herêma Şehbayê û Helebê de heyanî demeke dirêj qutkiribûn û destur nedida ku medenî derbasî bajarê Helebê bibin. Kesên nexweş bi rêya têkiliyên di navber her du aliyan ve bi rêya nexweşxaneyê derbasî bajarê Helebê dibûn. Ambargoyeke girakirî heyanî roja ku gelê Efrîn û Şehbayê ji herêmê koçber bûne, hatibû ferz kirin. Rê nedidan ku sotemenî derbasî herêma Şehbayê û her du taxan bibe, ger bibûya jî bi xwestina pereyekî pir zêde û qismekî mezin ji sotemeniyê dihate kirin. Gelek zarok di kampên herêmê de jiyana xwe ji dest dan, ev yek bi siyaseta hişmendiyên qirêj yên ku dixwazin îradeya gelê Kurd têk bibin dihate kirin. Ji ber vê yekê siyaseta dorpêç ferzkirinê ne polîtîkayekî nû ya dijmin e.
Heman zihniyet wê heman piratîk be jî
Hikumeta veguhêz ew jî bi heman zihniyetê tevdigerin, ji ber ku di bingeh de nêzîkatiya li hember gelê Kurd û hişmendiya ku li ser mezin bûne ya hemûyan yek e. Ger mirovek li ser zihniyete ku Kurd dijminê te ye hatibe mezinkirin li Bangladêş be jî, wê bi heman fikarê nêzî te bibe. Ji lewra wî nêzîkatiyên hikumeta heyî ji yên dijmin û dijberên gelê Kurd yên din ne cudatir be, hele hele zihniyeta olperest a ku ew dipejrînin. Wê ne tenê armanca wan têkbirina îradeyê be, armanca wan li ser tunekirin û qirkirina gelê Kurd e. Ev yek jî me di êrişên xwe yên li ser herêma Şehbayê de dît.
Hewildan û hevpeymanên çareseriyê, qezenc nekirin
Di destpêka qonaxqa nû ya ku Sûriyê ketiyê de, gelek hewildanên HSD’ê çêbûn ku pêvajoyê derbasî qonaxa lihevkirin û aştiyê bi hikumeta veguhêz re hate kirin. Li ser wê bingehê jî gelek hevdîtin û rûniştandin hatin kiri. Ji wan jî peyman 10’ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta veguhêz de hatibû îmzekirin. Her wiha bi taybet ji bo rewşa Helebê û parastina xwesertiya wî gelê li wê derê ku çawa her du tax ew jî perçeyek ji xaka Helebê ne, Hevpeyana 4’ê Nîsanê yê du navbera Meclisa Taxê û Rayaderên Helebê de hate îmzekirin. Rûxmî van gavên fermî û hewildanên avakirina çareseriyeke mayînde ji bo aştî û demokratîkbûyîna Sûriyê, lê ya berbiçav ev e û tu gavên bingehîn yên her du peymanan piratîk nebûn.
Bi avakirina xweseriya her du taxan ku piştî şer û pêvajoyeke pir giran hate bidestxistin, sîstema perwerdeyê jî li gorî paradîgmeya Neteweya Demokratîk xwe birêxistin kir. Li kêlek dibistanên rêjîmê dibistanên Kurdî jî hatin vekirin, her wiha di dibistanên taxê de perwerdehiya rêjîmê hat berdewamkirin û zimanê Kurdî jî lê hat zêdekirin. Bi vî awayî xwendekarên taxê xwendina xwe berdewam dikin. Di van demên dawiyê de bi ferzkirina dorpêça dijmirovî ya ku bandora xwe li hemû aliyên jiyana gel kiriye, xwendina şagirtan û sîstema xwendinê jî pê bandor dibe. Di van rojên sermayê de û tunebûna sotemeniyê rewşeke zehmet li ber mamoste û şagirtan avakiriye. Ev yek bi serê xwe kiryareke li dijî pîvanên parastina mafê zarokan û xwendekaran e. Helbet ji vê rewşê bandorker ne tenê dibistan in, di heman demê qada tenduristî û xizmetguzariyê ye jî. Lê rûxmî hemû polîtîkayan jî berxwedana herhayî tê domandin.
‘Her çendî rewş zehmet bibe wê deriyên dibistanan neyên girtin’
Girêdayî rewşa dawiyê yê dibistanan bi taybet li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Hevserokê Komîteya Perwerde û Hindekariyê ya Helebê Şiyar Silêman ji Rojnameya me re da zanîn ku di hundir her du taxan de 18 dibistan bi hejmara 25 hezar xwendekar hene. Her wiha pênc baxçeyên zarokan hene. Ji wan dibistanan jî çar dibistan girêdayî Rêveberiya Xweser in ku tê de tenê minhaca Rêveberiya Xweser tê xwendin a ku her du zimanên Erebî û Kurdî esas digre. Her wiha diyar kir ku piştî dorpêça dawiyê hikumeta veguhêz rê nade sotemenî û pirtûk derbasî taxê bibin. Ev rewş li ser hatina xwendekaran ji dibistanê re di sermayê de debandor kiriye.
Her wiha Mamoste Şiyar tekez kir ku her çendî rewş zehmet bibe jî lê wê deriyên dibistanan neyên girtin û xwendekar wê xwendina xwe berdewam bikin, da ku aliyên dijber neghînin armancên xwe.






