Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi ruhê komînal em ê her tim bajarê xwe paqij bikin’

04/01/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bi ruhê komînal em ê her tim bajarê xwe paqij bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn mihemed/ Qamişlo

Rêveberê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Mihilî Eqîl diyar kir ku ew her tim bi pêngavên paqijiyê radibin û wiha got, “Bi ruhê komînal em ê her tim bajarê xwe paqij bikin, em bi hêvî ne ku gel jî bi me re bibe alîkar da ku bajarê me paqij bimîne.”

Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo dest bi kampaniya paqijiyê li ser asta bajarê Qamişlo kiriye û her tim berdewam e. Armanca kampaniyê ew e ku bajar paqij bibe. Di derbarê vê mijarê de rêveberê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Mihilî Eqîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji destpêka salê ve û heya niha em bi gelek pêngavên paqijiyê rabûn’

Mihilî Eqîl diyar kir ku ji destpêka salê heya niha ew bi gelek pêngavên paqijiyê rabûn û wiha got: “Ji xwe niha her 15 yan 20 rojan em dest bi pêngava paqijiyê dikin. Niha em taxa Teyî paqij dikin, piştî ketina rêjîma Baas hinekî karê me sekiNê, lê piştî demeke kurt dîsa me dest bi kpênagav paqijiyê kir. Niha jî her heftiyekê em diçin bazara Qesaban û em wê paqij dikin ji ber ku li wê derê zêde qirêjî û bêhin ne xweş heye. Herwiha her çend rojan carekê  em hîzama bakur û başûr paqij dikin. Di heman demê de jî li aliyê Rojhilat û Rojava kampaniyên me yê paqijiyê berdewam in. Ji xwe niha em xebatên sererastkirin û paqijkirinê li ser riya balafirxaniya Qamişlo, dikin. Pêngavên me yên paqijiyê bê navber dewam dikin.”

 ‘Cihên qirêj zêde lê hebe em berê xwe didin wir’

Mihilî anî ziman ku cihên zêde qirêjî lê hebe ew berê xwe didin wir û wiha bidawî kir: “Cihên ku qirêjî lê hebe û pêwistiya wê bi paqijiyê hebe em diçin wir. Kampaniyayên me yên paqijiyê li gor şopandina me li wê derê ye, carinan rojeke yan jî du rojan em paqij dikin. Ji xwe armanca ji bo paqijkirinê ew e ku em jîngeha xwe û tendirustiya mirovan biparêzin. Ji ber ku dema em bi awayekî domdar bajar paqij bikin wê herdem bajar xweşik be û rê li ber balavbûna nexweşiyên ji qirêjiyê bê girtin. Çiqasî gel di milê paqijiyê de alîkariya me bike, ewqas em ê bi rehetî xebatên xwe bidomînin û bajar paqij bimîne. Pêwîst e her mirovek li bajarê xwe xwedî derkeve û paqijiya wê biparêze.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.