Idrîs Henan
Bi qasî ku destpêka 2025`an ji bo gelên Sûriyê salek taybet bû, dawiya wê jî gelek sosret û qerebalix bû. Dema ku mirov çavekî bi lez li kapasîteya daxuyanî, nerîn, şîrove û analîzên salekê derketine de bigerîne, dê baş têbigihêja ka me salek çawa derbas kiriye! Çendîn hewl hatiye dayîn ku weke salek cudayî yên hikumê Esad xuya bike û qaşo ku serdestî û destpotî xilas bûye, lê niyet û hişmendiya bi tundrewiyê re strandî nekariya were nixumandin. Ji xwe du xetên paralel bûn. Cudahiya wan tenê ew bû; kî kariye destpotiyan ji yê din pirtir bike?! Kî kariye di demek kurt de pêkhateyan kedî bike?! Kî ji kê leztir civak keriyê pez û naxirên koletiyê ava kiriye?!
Mixabin; pêşbirka HTŞ bi hişmendiya Baas`ê re bû. Di dirêjahiya salê de, daholvanên desthilatdariya nû li Sûriyê, “Defciyên” HTŞ, hemû hêza xwe ya şênber û razber xistine dewrê û xwestina bi rêbazên çek, zext û xîtabên neferet, sorkirin û dijatiyê pirsgirêkên civakî li Sûriyê çareser bikin! Dîsa jî tu encam bi dest nexistin. Xwedî aqilekî wisa xirab in ku tişta berê hatiye ceribandin ji nû ve diceribînin.
Aliyekî ve jî mirov nikare loman jê bike, ji ber ku di rastiya li ser erdê de, Baas têk neçûye. Tişta li Sûriyê qewimiye; darbeya hundirîn a Baas`ê bi xwe ye. Ji ber vê yekê her tişt wek xwe maye lê tenê amûr û rûyên mirovan hatine guhertin. Stratejiya herdu tabloyan jî li ser bingeha înkar û yekdestariyê ye. Lew re jî pir cudahî nîne û HTŞ weke berdewama Baas tê hesibandin. Çima em vê gotinê dibêjin? Ji ber ku encama derketiye holê ti rêyek cudayî ya Baas`ê nîşan nedaye û ne jî hêviyên gelên Sûriyê yên azadî û demokrasiyê bi cih hatine. Berovajî wê yekê; êriş, zordarî, înkar, dezinformasyon û polîtîkayên yekperestiyên bilindtir bûne.
Bi peymana 10 Adarê re xeta dixwaze welat li gorî nirxên demokrasiyê ava bike jî diyar bû. Awayê ku HTŞ xwestiye bi lez û bez xwe dewlet ragihîne, awayê destpotan e. Yanê; “Divê hemû xêr û bereketa vî welatî di bin destê min de be. Ti hêz ji bilî min nîne û nabe ku kesek din beramberî min hebe! Ez tekane îlahê we me û divê hûn ji min re secde bikin!” Bi rastî destpotiyek ecêb ê ecemî ye. Rejîma Baas nîv qirnek hikum kir û nekarîbû îradeya gelên Sûriyê dîl bigire, çend roj derbas nebûne û tu hatiye wê yekê di nava salekê de bikî? Ev ne karê kesên dixwazin dewletê ava bikin. Ev karê rêbir û firsendciyan e. Dewletbûyîna berê venagere. Ev heqîqeta têkoşîna gelên Sûriyê yê demokrasî û azadiyê ye. Tam ji bona vê jî peymana 10 Adarê li HTŞ hatiye sepandin ku bi hemû hîle û rêbazan hewl dide jê birêve û bi cih nîne. Navbeynkariya navneteweyî jî hebsarê HTŞ kurt kiriye û mekanîzmayên gengaz ên revandinê asteng kirine. Yanê bicihanîna peymana 10 Adarê wê ne li gorî şîroveyên “Defciyên” HTŞ yên salekê be û wê ne li gorî waz û rewşa hêzên herêmî be jî. Yanê divê Sûriyê li gorî hevsengiyên hundirîn aşîtiya xwe ava bike û fêm bike ku serweriya welat ne bi navendîbûn, bi pirrengiyê re tê parastin.
Eger “Defciyên” qesra desthilatdaran sûdek li kesekî bikirana, wê rejîma Esad hilneweşiya. Yan wê Sûriyê bibe malê her kesî, yan jî wê cihê HTŞ tê de nîn be.






