İsyan Karadeniz
Pêvajoya derketina xwedavenditiyê de nasnameya jin li hemberê rastiya mêr wekê xolikkar û avakera hemû tiştan wekê afriner derdikeve pêş. Li vir berhema jinan wekê bilind kirin û pîroz dîtina jin heye. Nasnameya xwedawenditî nirxên pêşengiyê ne, ne tene wek baweriyê ye, pergalekî siyasî û huquqî ya civakê ye. Xwedawenditî razber e, nayê ditin lê rahibeyên xwedawendan hene ku pêşengtiya civakê dikin.
Nasnameya jin destpêkê de ne wek xwedawenditiyê ye. Di salên B.Z. 7.000- 10.0000 ê de di nava klanê de nirxekî jinê heye. Nasnameya xwedawenditî bi pêşketina neolitikê ve derdikeve.
Di mitolojiyan de ev wekê çirok tê ser ziman. Her civakekê xwedî çirokeki ye û dijberî ya van çirokan beramberî hev tune ye. Mitolojî bi xwe çirokên civakê ne. Mît tê wateya gotin, mitolojî jî zanista gotin ê ye. Dema ku xwedawenditî tê gotin tene jin nin e, heman demê di nava vê de mêrên ku hatine erkdar kirin jî hene. Di zêvaca pîroz de em vê rastiyê dibînîn ku mêrek bibe rêvebir an na bi êrîkirina jinan, rahibeya sereke ku di mitolojiya Sumeran de jî bi nave Enkî derbas dibe ve biryara vê tê dayin.
Hetta niha jî ev çand heye lê dest guhertiye, minak buye êrikirina papayê ve buyina qral e. Nasnameya bav jî nasnameyakî piştre derdikevê. Di zimana kevnar a Aryen de bav tê wate ya yê ku nan, xwarin tîne. Mafekî bav a ser zarokan nine, ger mêr bixwazibe rol û ristek di nava civakê de bilêyêze bi êrikirinê jin ve pêşdikeve.
Hem berî Neolitikê hem ji di pêvajoya Neolitikê de li hemberê jinê rêzgirtinek heye, bilindiyek heye. Ev di etimolojiya pêyva şîr ku heta roja iro bi têsire jî tê ditin. Helal kirina şirê dayikê, şîrê helal vexwarin û li ser şîrê dayikê sod xwarin. Di pêykerên xwedawendan heya niha hîna jî di nava civakê şopên zindî ya vê çandê ne. Heman demê gotina ya star, stargeh ku jî xwedawend İştar tê hîna jî xwe spartina parastina xwedawendan nişan dide. Çerxa jiyan, mirin û vejîn ê ku ji zikê dayikê heya gor kirina miriyan, xweza wek dayika duyem dîtin û pîroz kirina axê bi vê çandê ve girêdayî ye. Heta niha şopên bi vê awayî hene lê ev şop pir lêwaz buye. Em di hewldana zindî kirina wê çandê de ne.
Ji ber ku çanda xwedawenditî ne ku pêvajoyekê ku hatiye jiyan kirin û bi dawî buyê ye. Çanda ku damarên vê yên berxweder sopên xwe li pêy we hiştiyê ye. Em bandora vê çanda di nava civakê de di tekiliyên dayin standinê wek parve kirin, daxwaza wekhevî, şermezarkirina xirabî û hewldana avakirina xweş û baş de dibînîn. Her wiha civakên li dora jin dayikê wekê Mosuo ya Çînê, Minangkabau ya Endonezyayê, û Bribri ya Guatemalayê, Garo ya li Hindistanê, Nagovisi ya li Papûa Gîneya Nû yên ku bi nirxên xwezaya civakê jiyan dikin in.
Pîroz ditîn gelo çi tîne bîra me? Em ji çi tiştê re dibejin pîroz û ev pîrozbun çawa bi wate dibe?
Pirsên ku gerek em di nava jiyana xwe de bersivan bigerin û ne tene jin; heman demê mêr jî çiqas ji vê çandê dûr ketiye mijarê xwe lêpirsin kirinê ye.






