Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yek ji sûcên dijmirovî li Sûriyê; Firotina Jinên Elewî

04/01/2026
in NÛÇE
A A
Yek ji sûcên dijmirovî li Sûriyê; Firotina Jinên Elewî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Piştî bûyerên Berava Sûriyê û komkujiyên ku li dijî Elewiyan pêk hatin, bi dehan jinên Elewî ji aliyê çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz ve hatin revandin. Li gorî hin raporan nêzî 250 jinên Elewî yên li Girtîgeha Harimê girtîbûn, bi tora ku li ser bernameya Sîgnalê hatiye organîzekirin, hatine firotin.

Girtîgeha Harim’ê girtîgehek e ku li navçeya Harim a Îdlib’ê ye, herwiha di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de gelek caran dest guhertiye. Ev girtîgeha ku nêzî 8 sal berê hatibû avakirin, piştî ket bin kontrola HTŞ’ê bû cihê ku bi hezaran girtî lê kom bûn. Dema HTŞ’ê herêm girt, deriyên gelek girtîgehan vekir û girtiyan serbest berda, lê Girtîgeha Harimê ji vê biryarê bê par ma. Tevî ku kapasîteya vê girtîgehê têra 5000 kesî nake jî, lê tê zanîn ku ev hejmara girtiyan hê jî di hundir de tên girtin. Di heman demê de hat zanîn ku ev bazirganiya jinan li herêmên Tirkiye, Idlib û Hemayê di bin koordînasyona HTŞ û MÎT’ê de hatiye kirin.

Firotina jinan                                                                                                                                                              zêdetirî  250 jinên Elewî yên li Girtîgeha Harimê girtî ne, bi tora ku li bernameya Signalê hatiye organîzekirin, hatine firotin. Li gorî agahiyên ku me ji navenda Lêkolînên Istratîjî ya Kurdistanê bi dest xisti ne, Ebû El-Hewra El Yemanî vê torê bi rê ve dibe û bi kodekî taybet firotinê digihîne kesekî bi navê Enes Ebû El Hebra. Hat diyarkirin ku Hebra berê beşek ji opozîsyona Sûriyê bû û çavdêrê vê bazirganiyê bû. Ev bazirganiya jinan li Tirkiyê, li herêmên Tirkiye, Idlibê û li Hema’yê bi çav girtina hikûmeta Colanî bi awayek torî tê meşandin.

Sivîlên elewî yên hatî revandin û qetilkirin

Li gorî daneyên fermî ya Neteweyên Yekbûyî, di Adara 2025’an de herî kêm 38 jin û keçên ciwan ên elewî li Laziqiyê, Tertûs, Hema, Şam, Heleb û Humsê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, tê zanîn ku hinek ji wan birin navendên îşkenceyê û hinek jî hatin îdamkirin.

 Ji sedî 20’ê kesên hatine revandî jî bi îşkenceyê hatin îdamkirin

Li gorî tê zanîn ev hêjmar ji bo mêran 100’î derbas dike. Ber bi miha Cotmehê ve hêjmara jinên hatine revandin ji sedî derbas dike.  Ji sedî 20’ê kesên hatin revandî jî bi îşkenceyê hatin îdamkirin û bi vî awayî hatin dîtin. Li gorî daneyên fermî, di meha Adarê de li gundên derdora Laziqiye û Tartûsê li zêdetirî 40 cihan nêzî 500 sivîlên Elewî hatin kuştin, lê li gorî çavkaniyên herêmî hejmara kuştiyên Elewiyan ji 3 hezarî derbas kiriye.

Her wiha Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya Sûriyê, zêdetirî 12 komên cuda beşdarî van komkujiyan bûne û nîvê van koman di lîsteyên tawan ên navdewletî de ne.

Navendên îşkenceyê

Komkujî, revandin û înfaz bi taybetî li Laziqiyê, Tartûs, Humus û Hemayê bi koordînasyona MÎT û HTŞ’ê berdewam dikin. Weke ku Lekolîn.org di nûçeya xwe ya taybet a berê de diyar kiribû, bi dehan Elewî hatin revandin û wan birin navendên îşkenceyê yên li du herêmên sereke. Kampa Ibn el-Heytsam li Humusê û avahiya kevin a Partiya Baas li Bab El Sebaa, wekî navendên îşkenceyê têne zanîn.

Li gorî rapora “Komîsyona Lêkolîna Bûyerên Peravê” ya ku HTŞ’ê di Tîrmeha 2025’an de pêşkêş kiribû, di van qetlîaman de 406 sivîl hatin qetilkirin. Tevî ku di raporê de hatiye diyarkirin ku nêzî 300 kesên ku sûcdar hatine dîtin tu têkiliya wan bi HTŞ’ê re nîne, berevajî vê raporê, bi dehan belge û dîmen nîşan didin ku HTŞ rasterast beşdarî van qetlîaman buye ku di nav Wezareta Parastinê de, eşkere dike ku di bin serokatiya Hasan Abdul Ganî û bi çeteyên girêdayî MIT’ê re tevdigere.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.