Viyan Egîd/Qamişlo
Endama Kongra Star Şehnaz Hesarî diyar kir ku heta Rêber Apo azad nebe wê tu aştî pêk neyê, herwiha wê çareserî ji pirsgirêka Rojhilata Navîn re neyê dîtin û got, “Pêwîst e di destpêkê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin.”
Di 27`ê Sibatê de Rêber Apo bangeke dîrokî ji bo Aştî û Civaka Demokratîk kir, got ez amademe ji bo çareseriya pirsgrika kurd û Rojhilata Navîn, lê ruxmî wê jî heta niha dewleta Tirk tu gavên cîdî û erênî neavêtiye, ji bo ku ew pêk were pêwîst e mafê hêviyê pêk were. heta niha hem êrişên li ser kurdan û tecrîda li ser Rêber Apo berdewam dike. Di derbarê vê mijarê de Endama Kongra Star ji Rojnameya me re axivîn.

‘Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her dem li qadan bin’
Şehnaz Hesarî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û mafê hêviyê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker naxwaza diyalog û banga aştiyê bigihêje serî ji ber vê jî her dem astengiyan derdixe. Rêber Apo heya roja îro di nava terîdeke bêmirovî re derbas dibe, di heman demê de heya roja îro mafê hêviyê ji bo Rêber Apo nehatiya daiyn. Di Cotmeha borî de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û mafê hêviyê wekî rojeva bingehîn hatibû pêşkêşkirin. Lê em îro dibînin ku yek ji van sozan jî nehatiye bicihanîn. Desthilatdariya AKP’ê di çarçoveya ranta siyasî de nêzî pêvajoya aştiyê dibe. Li şûna ku Tirkiyê ji bo aştî û azadiya gelan pêşî aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne, bi hincetkirina statuya Rojava, hewl dide pêşiya aştiyê bigire. Em vê yekê qebûl nakin. Tu mafê dewleta Tirk ku aştiya xwe ya navxweyî pêk naye, tune ye ku destwerdanê li cih û gelekî din bike. Her wiha pêwîst e azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were, ji berk u yê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk bîne Rêber Apo ye. Rêber Apo kilîta çareseriya tevahî alozî û pirsgirêkên Rojhilata Navîne.
Bêguman em jî di wê baweriyê de ne ku Rêber Apo wê vê pêvajo bi ser bixe û her pêkaheteyek bigihêje mafê xwe. Em niha bi hêviyên pir mezin dijîn, ji ber ku Rêber Apo di banga xwe de her carê hêz û hêviyê dide gelê xwe. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê her dem li qadan bin.”
‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê asta tekoşînê bilind bikin’
Şehnaz di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku heta ku Rêber Apo azad nebe wê tu aştî pêk neyê û çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn de pêk nay û wiha pê de çû: “Bû 26 sal ku tecrîd li ser Rêber Apo didome, gelê Kurd ev 26 salin Rêber Apo di dilê xwe de hembêz dike. Ji 27 Sibatê heta roja îro hewildanên Rêber Apo ji bo aştiyê hene, heta gihaşta asta ku PKK’ê xwe bide fesexkirin, PKK`ê di 12’emîn Kongreya xwe di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anî û ragihand ku têkoşîna xwe derbasî qada aştî û siyaseta demokratîk kiriye. Em hêvî dikin ku Dewleta Tirk gavin berbiçav bavêjin ji bo aştî pêk bê. Em azadiya fêzîkî ya Rêber Apo dixwazin û ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo em ê têkoşîn bikin. Heta ku Rêber Apo azad nebe wê tu aştî pêk neyê û çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn de pêk nay, em wekî gelê kurd em ê hertim têbikoşin û tev bigerin heta ku Rêber Apo ji îmralî were derxistin ku aşitî û demokratî pêk were.”
‘Pêwîst e azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin’
Şehnaz da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û mafê hêviyê ji bo pêvajoya niha çareseriya: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hêviyê dide pêvajoyê. ji bo vê jî heger dewleta Tirk Rêber Apo serbest bike wê demê em dikarin bvêjin ku dewleta Tirk di çareseriyê de cidî ye. Lê heya niha ev yek nade diyar kirin, dewleta Tirk ne di cidîyeta vê pêvajoyê de ye, qaşo dibêje Tirkiyê dewleteke demokratîke, me heya niha ew demokratîk bûyin nedîtiye û heta nedaye nîşandan ku ew dixwaze pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokratîk bi cih were. Her car wê bi hincetekê derkeve pêş da ku azadiya Rêber Apo û mafê hêviyê paşguh bike. Lê em jî ji dewleta Tirk re dibêjin, eger ew azadiya Rêberê me paşguh bike, em hemî li ser piyane û em ê heya dawî daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. em tu carî Rêber Apo ji bîr nakin, îro em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hatin ser hişê xwe û me karî wekî her kesî daxwaza maf û Kurdistana xwe bikin bê tirs û terdud. Li gorî vê yekê jî pêwîst e di destpêkê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li gorî mafê hêviyê were misogerkirin. Her wiha divê mafê gelê Kurd ji aliyê destûrî ve bike hebûneke rewa ya qûnûnî.”
‘Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye’
Şehnaz Hesarî di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku baweriya me bi Rêber Apo ye û wiha domand: “Me her dem digot kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye, em vê gotina xwe careke dikin. Ji bo vê jî pêwîst e deriyê Îmralî were vekirin. Rast e pêvajo bi fikir û perspektîfên Rêber Apo bipêş dikeve, lê divê ew bi awayê fîzîkî di nava vê yekê de amde be. Bi taybetî divê xalê de mafê hêviyê bikeve dewrê, piştî 26 salan ji girtin û tecrîda ku hat jiyankirin û piştî Rêber Apo helwesta xwe aştiyê nîşan da, pêwîst bû ku mafê hêviyê biketa piratîkê. Ji ber ku baweriya me bi van hêzên hegemon tune ye, baweriya me bi Rêber Apo ye.”





