Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di encama berf û qeşayê de li kantona Cizîrê 28 qeza, 9 birêndarî û zarokekî jiyana xwe ji dest da

31/12/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Di encama berf û qeşayê de li kantona Cizîrê 28 qeza, 9 birêndarî û zarokekî jiyana xwe ji dest da
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Yek ji berpirsê giştî ya Trafîka Kantona Cizîrê Ehmed Elo da zanîn ku bi barîna berfê re li ser asta kantona Cizîrê nêzî 28 qezayan rûdan û di encamp de 9 birêndar û zarokek jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van çend rojên derbasbûyî de barîna berfê kêfxweşiyek di dilê her kesî de avakir. Li seranserî herêmê û bi hatina sersalê re gel bi kêfxweşiya berfê sersala nû pêşwazî dikin. Lê di aliyê ewlekariyê de divê mirov baldar be, di encama berf û qeşayê de hin qezayên tirafîkê hatin rûdan ku bû sedema ziyanên madî û mirovî. Rûxmî ku hêzên Ewlekariya Hundirîn û Tirafîka Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 saetan li ser erkên xwe ne. Têkildarî vê yekê yek ji berpirsên Trafîka Kantona Cizîrê Ehemd Elo ji rojnameya me re axivî.

‘Divê ajokar baş baldar be’

Ehmed di destpêkê de encama qeza û birîndariyên ku rûdane anîn ziman û wiha got: “Di encama barîna berfê li kantona qamişlo, nêzî 28 qezayên trafîkê hatin rûdan, di encamp de 9 rewşên birêndarî yên sivik rûdan her wiha zarokekî jiyana xwe ji dest da. Ev yek di encama ne xweparastin û nebaldariyê de tê kirin. Divê ajokar hîn zêdetir baldar be, bi taybet divê ajokar siwariya xwe li gor van rewşana amade bike, yanî di aliyê teknîka siwariyê de divê amadekariyeke baş hatibe kirin.”

‘Hêzên me 24 saetan li ser erkên xwe ne’

Her wiha Ehmed bal kişand ser kar û erkên ku ji bo ewlekariya gel hatine kirin û wiha got: “Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bp ewlekariya gelê me him ji bo sersalê û him jî ji bo barîna berfê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîk 24 saetan li kolanan û li ser erkên xwe bûn. ev yek weke erkekî me yê mirovî û bingehîne ku em parastina gelê xwe ji hemû cureyên qezayan bikin. di heman demê de em wan hişyar bikin û li gorî talîmatên ku tên ragihandin tevbigerin.”

Ehmed di dawiyê de banga gel kir û wiha got: “Em ji bo parastina jiyana gelê xwe bang li gel û bi taybet li ajokaran dikin ku li gor pîvanên ewlehiyê û parastina xwe tevbigerin. Em ji bo ewlehî û selametiya gelê xwe kar dikin û bi erkên xwe radibin, bi hêvî ne ku gel jî di van rewşan de bi me re bibe alîkar.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.