Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nameyên Rêber Apo yên sala 2025

31/12/2025
in NÛÇE
A A
‘Dewlet pêvajoyê giran bi rê ve dibe û çapemeniya wê bi şêwazê salên 90’î tevdigere’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûça

Piştê banga aştî û civaka demokratîk ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin. Ji 27ê Sibata 2025an heta 30ê Kanûna 2025an bang û peyamên Rêber Apo ên ji bo sazî, rêxistin û gelan wiha ne:

 Rêber Apo ji bo sala nû di 30 Îlonê de peyamek bi sernîsa “sala nû bibe sala aştiyê, bila nebe sala Şer”

“Sala nû bila bibe sala aştiyê, bila nebe sala şer“

Di 30 Kanûnê de Rêber Apo ji girtîgeha îmraliyê  ji bo sala nû peyamek şand û wiha got” Em dikevin saleke nû. Em neçar in ku bînin bîra xwe; seranserî sedsala ku me derbas kir, êrişên emperyalist û nijadperest di nav hev de li pêş ketin û Rojhilata Navîn xistin nav şer û pevçûnên dijwar. Ev şer rê li ber hilweşandin û rûxandinên civakî vekir. Îro li herêmê mezhebperestiya ku pêk tê û hemû netewperestiya nijadî, hemû kokên xwe ji vê dîroka tije ya nêz û bi êş digire. Mixabin ku pergala hegomonîk, bi stratejiya “dabeş bike, bi rê ve bibe û navtêdanê bike” bi awayên cuda tê berdewamkirin.

Heta ku jin azad nebin civak jî azad nabe

Divê em ji bîr nekin heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe, ev ne mimkûn e. Heta ku pirsgirêka zîhniyeta serdest a mêrsalar neyê çareserkirin, çanda şer bi dawî nabe û aştî jî mayînde nabe. Ji ber vê yekê ez azadiya jinan, wek avakarê civaka demokartîk û rêgeza jêveneger digirim dest.

28ê Kanûna 2025an: Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ku ciwan xwe birêxistin bikin û got: “Di wê baweriyê de me ku ciwan dê xwe bi rêxistin bikin û rola xwe ya pêşengiyê bilîzin.”

“Dê ciwan rola xwe bilîzin”

Di serî de avakirin, ji bo hêza dînamîk û enerjiya ciwanan bibe îradeya guherîn û veguherînê ya avaker, ev yek girêdayî zanetiya li ser bingeha hevrêtiya komunalîst û têkoşîna kolektîf e. Çawa ku azadî dînamîzma ciwana di xwe de bihewîne, di heman demê de azadî û civakîbûn jî di nav xwe de sosyalîzmê dihewîne. Di serdema têkçûna kapîtalîzmê de, gelek biqîmet e ku ciwan li ser sosyalîzma demokratîk, jinûveavakirinê û rêyên têkoşînê nîqaşan dimeşînin. Nîqaş wiha û yên bi vî rengî, dê bi xwe re dewlemendiya fikrî bîne û girêdayî vê jî dê rê û rêbazên têkoşînê yên nû derxin holê. Di roja me de ku nirxên mirovahiyê yên herî bingehîn rastî êrişa modernîteya kapîtalîst tên. Di wê baweriyê de me ku ciwan dê li dijî vê bi rola xwe ya pêşeng rabin. Di vê çarçoveyê de ez careke din yek bi yek silav û hezkirinên xwe ji hemû hevrêyên xwe yên ciwan ên ji bo sosyalîzma demokratîk têdikoşin re dişînim û jê re serkeftinê dixwazim.”

25ê Kanûna 2025an de 1 emîn Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê dest pê kir. Rêber Apo ji bo kongreye peyam şand û got” “Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye.”

Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye

Rêber Apo di nameya xwe de wiha got” Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye. Îslama dewleta fermî yan jî avadaniyên cemaetan ku modernîteya kapîtalîst weke amûra îktîdar û talanê bi kar tîne, ev cewhera xwe winda kiriye. Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye. Ew peyman, peymana pêkvejiyana baweriyên cuda, gel û çandan a bi îradeya xwe û bêyî zextan e. Divê were zanîn ku cîhada rasteqîn, têkoşîna bi rêya xwerexnekirineke domdar a li dijî nefs û zilmê ye. Feraseta şûrayê ya di Îslamê de jî tê wateya aqilekî kolektîf û biryardayîna demokratîk e.“

21ê Kanûna 2025an: Rêber Apo peyamek ji kongreya ANKA-DERê re şand û diyar kir ku “dilsoziya bi şehîdan re” avakirina civakeke demokratîk û mirovî ye û got: “Bîranîna rastîn, bilindkirina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e.”

“Dilsoziya me ya bi bîranîna şehîdên me yên têkoşînê, avakirina civakekî demokratîk di nava aştiyê de ye. Ez hemû şehîdên têkoşînê ku di van axan de ji bo azadî, rûmet û jiyana wekhev a gelan jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Fedakariya van di meşa azadiyê ya vî gelî de wekî hişmendî, îrade û daneheva dîrokî dijî. Ew wîjdanê têkoşîna me û rastiyên dîrokî ne ku di bîra gelê me de şopên nayên jêbirin hiştine. Lê divê bi aşkerayî bê gotin ku di qonaxa niha de têkoşîna azadiyê, ne hunera zêdekirina mirinê ye, hunera birêxistinkirina jiyanê ye. Bîranîna şehîdên me, ne bi windahiyên nû, lê bi avakirina wê jiyana demokratîk, wekhev û birûmet a ku wan di oxira wê de li ber xwe daye, watedar dibe. Her windahî, ji bo min çiqasî sedema têkoşînê be, ewqasî jî êşeke giran e ku ez di dilê xwe de hildigrim. Ez dixwazim rê li ber şehadeta ciwanek bi tenê jî bigrim û nehêlim ku dayikek din jî li pey zarokê/a xwe şînê bigre.”

Rêber Apo peyam ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re şand, di peyamê de wiha hate gotin: “Em bi rêya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin. Divê qanûnên azadiyê werin çêkirin.”
 “Em bi rêya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin” bi vî rengî ye: “Bîrewerên qedirbilind, hevalên hêja, delegeyên hêja û hemû kesên ku baweriya wan hîn jî bi sosyalîzmê heye;
Ez di demeke wisa de bi we re diaxivim ku li Girava Îmraliyê, di bin şert û mercên tecrîda 26 salan de, ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi lêgerîna aştî û civaka demokratîk danûstandinên bi dewletê re ji nû ve dest pê kirine. Ji bo min pir hêja û bi wate ye ku îro li vir di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de li ser ‘Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîzmê’ bi we re diaxivim.

Wek Kurd, me têkoşîna PKKê ya ji bo hebûn û rûmetê ya 52 salan temam kir û em niha ketine serdemeke ku dê komara demokratîk û civaka demokratîk ji nû ve bê avakirin.

Rêber Apo di çarçoveya 25ê Mijdarê de peyamek şand û got: “Tu hemleyên azadiya civakî yên jinan negirin navenda xwe, nikarin bibin şoreşek rasteqîn. Me azadiya jinan ji bo xwe esas girt.”

“Civak ne avaniyeke çînî ya ji yek tebeqeyê ye, civak qadeke têkoşînê ya li ser bingeha zayend e, dîrokî ye û ji gelek tebeqeyan pêk tê. Pirsgirêka destpêkê û ya herî mezin a mirovahiyê şoreşa dijber e, ku bi kolekirina jinê re destpê kir û êriş bir ser civakîbûna li dora jinê ava bûye. Tundiya li nava malbatê, kuştina jinan, zexta baviksalariyê ya heyî, hemû jî nîşane û dewama vê êrişa dîrokî ne. Avaniya kastîk a ku êriş bir ser komunalîte û civakîbûna li dora jinê, piştre li Mezopotamyayê veguherî meclîsa xwedayan, rahîbên Sumeran û ji wir jî veguherî fîrewn û qralan, bi vî rengî zexta baviksalariyê ya li ser civakê daîmî kir.

Di vê serdemê de jin madeya xav a herî hêja ya kapîtalîzmê ye. Bedena wê tê firotin, kesayetiya wê pêşkêşî bazarê tê kirin. Jin a ku ruhê wê jî ji aliyê mêr ve hatiye dagirkirin, bi vî xençerê koletiyê dijî ku mejiyê baviksalarî li pişta wê xistiye. Hiyerarşiya civakî ya bi serweriya mêr ku ji aliyê şerê şaristaniyê yê hezaran salî ve hate afirandin, tundî û şer bi xwe re tîne. Şaristaniya mêr a bi dewletê ziman, hilberîn, bedena jinê, piştre jî civak jê standiye. Heta ku ev rastî neyê dîtin ji bo azadiyê gav nikare bê avêtin.

” Dayikên aştiyê di qadên herê pêş de parastina jiyanê dikin”

Rêber Apo di konferansa dayikên aştiyê de peyamek ji bo dayîkan şand û di peyamê de wiha got” Ez herî zêde ji dayika xwe rastiya jiyanê, sebrê hîn bûm, lê herî zêde jî sekna rast ya serbilind.

Ez, dayikên aşitiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmet in silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim. Jin çawa bixwaze divê wiha bijî, lê divê cesareta wan ya ji bo jiyaneke azad jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza ‘divê azadî bi ramanê dest pê bike’ ava kiriye.

Hûn wek dayikên aştiyê yên ku parastina jiyanê û berxwedana aştiyê di qadên herî pêş de dikin, her wext di tekoşîna azadî û aştiya me de di qadên herî pêş de cih girtiye. Helbet wek dayîk cihên we di berxwedana me de bênîqaş e. Lê belê, ez di vê baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayikbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên bin şikandin. Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê di heman demê de bi nasnameya jina azad bi hişmendiya xwe re têbikoşin. Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayiksalar lê derketiye di heman demê de cihê nakokî û pirsgirêkên civakî yê yekem e. Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajiyê fikra ku tê zanîn kolebûn ne bi derketina dewletbûnê, lê bi kolekirina jinan dest pê kiriye.`

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo meşa “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” a TJAyê de got: “Dê bi zimanê wekheviyê em ê bi ser kevin.”
 “Ez bawer dikim ku meşa ku ji aliyê jinên TJA ve hatiye destpêkirin, ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ dê tevkariyeke girîng li mizakereyên demokratîk bike.

Ez wekî pêdiviyek demokrasiya şêwirdarî diaxivim û tevdigerim. Mizakereya demokratîk çareseriya heyî bû ku ji hêla şaristaniyê ve piştî 300 sal şer û xwînrijandinê pêş ket.

Mizakere, di her têkiliyê de pêwîst e û divê esas bê girtin. Ji bo têkiliyên di navbera jin-mêr de ev rêbaz dikare bê esasgirtin. Di têkiliyên kevneşopî de, mêr serdest in, lê jin bindest in û îtaetkar in. Ev otorîte nayê qebûlkirin. Ji ber ku jin vê yekê qebûl nakin, ew ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Rêber Apo  di 8 Îlonê de ji bo civaka Êzidî peyamek şand û got: “Ez ê dest ji hesabpirsîna kesên komkujiya dawî pêk anîne bernedim.”
“Ez ne Êzidî me, lê belê min êşa we û nasnameya we ji xwe re kir derd. Careke din wê qet û qet ferman li we ranebe; ev zilm wê li ti cihî li we dubare nebe. Ez dest ji hesabpirsîna ji wan kesên ku komkujiya dawî kirine bernadim. Ez ê bidim pey şopa wan jin û zarokên hatin revandin. Ji bo bêne rizgarkirin û edalet bi cih bê anîn, ez ê heta dawiyê têbikoşim. Min ji xwe re kir kar û wezîfe ku wan rojan em bi hev re ava bikin, ku hûn bi rengekî azad bijîn û çanda xwe bi serbilindî û bi rûmet dewam bikin.

Hurmeta min a ji bo we gelek mezin e. Ez hebûn û mafên we diparêzim. Min ew diyariya we ya hêja wergirt. Ez soz didim em ê rojekê hev bibînin ku ew cil jî wê li ser min be. Bi hêviya ku di hevdîtinên xurt û azad de bigihêjin hev.”

Rêber Apo di 19 îlonê de  nameyek ji Merasîma Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad re şand û got, “Di pêkanîna berpirsyarî û ked  dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”
“Divê atmosfera salên 1970iyan, ji aliyê Kurdan ve baş bê fêmkirin. Înkar di asta bilind de ye. Ji xwe rev, di asta herî bilind de ye. Ji bikaranîna navê Kurd jî rev heye. Înkar serwer e. Heta behskirina navê wan jî tê wê wateyê ku tu her tiştî winda bikî. Di destpêka salên 1970yiyan de, min xwest veguherîneke dîrokî bikim. Min gava xwe ya yekem bi çûna komeleyan li Stenbolê avêt. Min biryar da ku ez navê ‘Kurd’ bikar bînim û min bikar anî. Her wiha li wir min Musa Anter cara yekem dît. Ew cara yekem û ya dawîn bû ku min ew dît.

Apê Mûsa pir biqîmet e, pir nirxdar e. Ew yek ji wan kesan bû ku piştî salên 1940î dengê xwe bilind kir. Dibe ku ew piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî bû. Ew bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Ew nîv sedsalekî bi tena sere xwe wekî partiyekê tevgeriya. Dibe ku wî partî ava nekiribû. Lê wî hewl da ku bi rêya edebiyatê ji bo Kurdan hin tiştan bike. Di wêjeyê de Yaşar Kemal çi be ew jî ew e. Yaşar Kemal di Tirkî de ew di Kurdî de. Ev pir biqîmet bû. Di vê wateyê de, ew xwedî taybetmendiyeke bingehîn e. Û ji ber vê yekê, ew ji hêla kontrayan ve hate kuştin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên herêmên Cizîr, Dêrazor, Reqa û Tebqayê re name şand. Di nameyê de got: “Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e. Piştgiriya we ji QSDê re wateyek pir mezin e.”
Destpêkê ez bi kêfxweşî, hezkirin û rêzdarî we silav dikim.

Yekitî û piştgiriya we ji Kurdan re li ser bingeha pergala neteweya demokratîk xwedî wateyeke mezin e.

Hûn bi vê yekitiyê bingeheke dîrokî ya nû ya xwedî baweriya bi têkilî û hevbendiya di navbera gelên Ereb û Kurd de ava dikin.

Di dilê dîrok û raboriya wê de, di navbera her du gelên Kurd û Ereb de têkilî hene. Di kûrahiya dîrokê de her tim dostanî û biratiya di navbera gelên Ereb û Kurd de li pêş bû. Heta ev dostanî, di dema derketina Îslamê û belavbûna wê bi serkêşiya pêxember Mihemed de, hişt ku piranî Kurd bi hêsanî tev li ola Îslamê bibin. Sedema sereke, têkiliyên xurt ên di navbera her du gelên Kurd û Ereb de ye. Ev têkiliyên xwîşkûbiratî yên di navbera her du gelan de piştî îslamê bi çend sedsalan, dewam kir û bi pêş ket.

Hûn dikarin roleke girîng û dîrokî di avakirina Sûriyeya demokratîk, ewle, yekgirtî û adil de pêk bînin. Girîng e Ereb, Kurd, Suryan-Asûrî û her kesê li ser vê xaka pîroz dijîn ji bo vê biratiya dîrokî tev bigerin.`”

Rêber Apo bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand. Di peyama xwe de wiha got: “Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî li hemû qadên jiyanê kete meriyetê dikare bibe.  Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye.”

Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire.

Ev, ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin. Ji ber ku aştiyeke rasteqîn, tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan nîne. Aştiya rasteqîn, demê azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bû pêkan e. Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e. Di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye.”

Rêber Apo ji bo gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî nameyek şand û got: “Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayekî kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”

Ez silavên xwe yên germ ji bo hemû gelê me yê Mexmûrê dijî dişînim. Gelê me yê Mexmûrê di dîroka têkoşîna me de bi roleke pir girîng rabûye û bûye xwediyê cihekî pir bi nirx. Ruxmê hemû zehmetiyan jî, bi pratîka xwe nîşan daye ku berxwedan jiyan e û qehremanên mezin derxistine û barê têkoşînê yê giran bi awayekî serkeftî hilgirtiye ser milên xwe. Îspat kiriye ku şert çi dibin bila bibin, jiyana azad ji ser her tiştî re ye. Û bûye xwediyê sekin û kedeke layiqî gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd.

Ez di wê baweriyê de me, gelê me yê Mexmûrê çawa ku berê bû stûna bingehîn a têkoşîna me, di pêvajoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bibe xwediyê heman rol û misyona girîng. Wekî hêza dînamîk ya vê pêvajoyê, bûyîna xwedî berpirsyarî û pêşengtî kirin, pêwîstiya mîrasa wan ya têkoşînê ye. Xaleka hevdîtînên me jî li ser rewşa gelê me yê Mexmûrê ye. Bêguman bi pêşketina pêvajoyê re vegera wan a ser xaka xwe wê çêbibe. Lê belê pêwîst e were zanîn ku, divê nêzîkatiyên ferdî û malbatî dernekevin pêş. Em ê meseleyên civakî, siyasî û hiqûqî bi awayekî kolektîf bigirin dest û li ser vî esasî ber bi çareseriyê ve biçin.”

Rêber Apo  ji bo gelê Êzidî û Şengalê peyameke taybet gîhand Konferansa Ronakbirî ya Şengalê. Di peyamê de diyar kir ku pêwiste herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê.”

“Beriya her tiştî, ez we li ser navê rêhevalên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.

Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine jîyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne. Xelkê Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ne. Êzidî ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran salin li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tine hesibandinê hebûna xwe parastine. Êzidî şopên jiyana azad heta roja me anîne”

Jinên Êzidî ti carî serî netewandin

Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrişên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.

Îro têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gelê Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedî lê derketina wijdana mirovahiyê ye.

Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin gengaz e.”

Rêber Apo  ji bo Jîneolojiyê nameyek şand û destnîşan kir ku projeya wî ya derbarê jinan de ku nîvco mabû êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye“

“Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê.

Dema ez nû anîm Girava Îmraliyê min gotibû; ‘Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye’. Ev xebata min êdî temam bûye û tişta dimîne pêkanîna wê ye. Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxek girîng ava kir.

Pêwîst e bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew her li jiyanê pêşeng bin. Her windahiyek wan her tim ez êşandim e. Ji bo min gotin, ‘Ew kurê xwedawendê ye’. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî) hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza (hêmana) bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, ‘Rêgeza Hêviyê’ pêş xist. Min got, ‘Pêwîst e her jinek azad bibe’. Wekî mêrekê min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir.`”

Rêber Apo di nameya xwe ya ku di 18 Gulanê de şandibû, ji bo Sirri Sureya Onder de got;“Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Ew xefik û mayînên ku vê têkiliyên xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.”

 

“Ji bo cara dawî bi Sirri Sureyya Onder re neaxivîm, di dilê min de ma. Bîranîneke wî ya bi nirx heye. Divê bê jiyîn. Ji bo Tirkiyeyê keseke zana bû. Em ê valatiya wî nedin hîskirin.

Li ser hiqûqa wekheviyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.Tişta em dikin guherîneke mezin a pradîgmayê ye.

Cewherê têkiliyên Kurd-Tirk cuda ye, ya tê xirakirin têkiliyên wekheviyê ye.

Xwişk-bira şer dikin, lê yek bê ya di nabe. Ew xefik û mayînên ku vê têkiliyên xirab dikin, yek bi yek em ê paqij bikin. Rêyên xirabûyî, pirên hilweşiyayî hemû çêbikin.

Bi rêya şandeya xwe, peyam û hêviyên piştevaniyê yên ji bo min û girêdayî pêvajoya aştî û biratiyê dîsa nameyên rewşenbîran şandî di kesayeta Alain Badoou û Slavoj Zîzek de spasiyên xwe pêşkêş dikim. Em ê bi xebatên hevpar êenternasyonalîst û sosyalîst hev bibînin.

Rêber Apo di 8‘ê Adarê de ji bo jinan name şandibû û di nameya ku li Bajarê Amedê hat xwendin de got: “Destûra min a bingehîn, bi we re jiyaneke efsûnî ye!

Ez ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Hûn jinên xwedî nirxên efsûnî, min tu caran dev ji jiyana bi we re berneda. Ev jiyana bi bî vî halî, bû rista bingehîn ku min li ser pêyan digire. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, wê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be. Belkî jî ev yek pêk hatibe. Meseleya azadiya jinan hê jî girîngeya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakbûyîna jina pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mumkun e. Heya ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê. Wekî ku ji Marksîzmê jî hat îspatkirin, heya ku çanda serdest a zilam di kûrahiya civaka serdema nû de neye fetisandin, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinê derbas dibe. Heya ku azadiya jinê pêk neye hûn nikarin bibin sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Heya ku demokrasî nebe sosyalîzm jî nabe. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re, bi şêwaza axaftina bi jinekî re diyar bû.

Kesekî ku nizanibe bi jinekî re çawa biaxive, nikare bibe sosyalîst. Sosyalîsbûyîna zilamekî bi pêwendiya wî ya bi jinekî re girêdayî ye. Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûn e. Zilam jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pirozî û Xwedawendayî jî ya jinê ye. Ji bo jinan min bîrdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teorî ye. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendayan di navbera Beriya Zayînê 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yek xweda bi Babîlê dest pê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinê ye. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di nevabera salên beriya zayînê 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinê têkçûyîn dest pê kir. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan ve jina qesrê derket holê. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de bûn jinên ji malê yên vê serdemê.

Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje?

Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşopiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin davêtin nav agir û dişewitandin. Di salên 1832an de jî ev yek pêk dihat. Piştre, Îngîlîzî dawîli vê çandê anîn. Vejîna ku wê ji nû ve pêk bê gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çand, civakî û dîrokî de bê nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jin ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberî evin û zewacê me. Lê, her roj li ser navê evînê cînayetên gelek hov pêk tên. Kesekî evîndar çawa evîna xwe dikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber pêwendiya bi vî rengî întîxar kirin. Her wiha, çanda azad a jinê heye. Asta ku hatî hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin derkevin derveyî sînorên dayikbûyîn û hevjînbûyînê. Lê, hêj jî hûn encax ji sedî 10’ê çanda azad a jinê îdare dikin. A esas ew e ku, divê bi ferasetê şer bê kirin. Pergala civakî ya zilamên serdest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, dagirkerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, îxtîmala kuştina zarokên keç heye.

We bi eşqa Derwêşê Evdê û Edûlê silav dikim

Di pêşrojê de zarok bên kuştin hûnê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez bal dikşînim li ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin. Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Pirgirêke bi vî rengî heye. Di vî warî de me destpêkeke piçûk pêk anî. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye. Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. ‘Banga Aştî û Civaka Azad’ di heman demê de ji bo jinan Ronesans e. Ez jinên ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin bi eşqa Mem û Zînê, bi eşqa Derwêşê Evdê û Edûlê ya nûjen silav dikim û 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27‘ê Sibatê jî wiha ye”

PKK; di sedsala 20an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.

Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.

Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dildarî di nava tifaqekê de bimînin.

Du sed salên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, ligel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekîtiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve birêxistin bikin.

Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û şîdetê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek stend.

Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.

Rêzgirtina nasnameyan, azadiya ramanê, rêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkin e.

Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekîtî û berdewamiyek mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tuneye û ne mimkin e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.

Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.

Banga ku Birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku BirêzSerokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.

Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dildarî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bistînin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku baweriya jiyana hevpar dikin û guh didin banga min.

`Divê aliyê hiqûqî bê nasîn’ 

Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.