Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê: îsal 163 operasyon li dijî DAIŞ’ê hatine lidarxistin

31/12/2025
in NÛÇE
A A
QSD’ê: îsal 163 operasyon li dijî DAIŞ’ê hatine lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2025’an a operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê 163 operasyon li dar xistin. Herwiha DAIŞ’ê jî 220 caran êrişî QSD’ê kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya sala 2025’an a operasyonên ewlehî û leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonên QSD û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bi dehan kesên ku tevlî çalakiyên terorê bûne hatin girtin û kuştin, herwiha torên destekdayîna lojîstîk hatin jihevxistin, cih û navendên DAIŞ’ê hatin rûxandin û çek û teqemenî berî ku di nav sivîlan û saziyên fermî de werin teqandin, hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyonan di parastina bi mîlyonan sivîl, parastina aramiyê û pêşîgirtina li vegera DAIŞ’ê de roleke sereke lîst, bi taybetî bi rêya kontrolkirina kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî lewazkirina DAIŞ’ê lê hîn jî metirsiya wê heye û hewl didin ji valahiya ewlehiyê feydê bibînin û aramiyê têk bibin.

Di daxuyaniyê de pabendiya domandina têkoşîna li dijî terorê bi rêbazên leşkerî, ewlehî, civakî û fikrî bi hevkariya hevkarên navneteweyî hat dubarekirin.

Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya êrişan wiha ye:

163 operasyonên ewlehî û leşkerî hatin kirin: 3 operasyonên lêgerînê yên berfireh. Di heman demê de hejmara operasyonên biserdegirtinê 128 bû. Pevçûnên rasterast bi çeteyên DAIŞ’ê re 32 bûn. 140 çeteyên DAIŞ’ê yên hatine girtin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên hatine kuştin 13 ji wan 3 serçete bûn. Mayînên ku hatine betalkirin 79 bûn. Herwiha DAIŞ’ê 220 caran êriş kir. Rêjeya operasyonên li dijî DAIŞ’ê li gorî deveran wiha hatin diyarkirin:

Li deverên gundewaran ji sedî 70

Li bajar û bajarokab ji sedî 20

Li rêyên sereke ji sedî 10

Di salê de rêbazên êrişên DAIŞ’ê:

Şaneyên veşartî yên biçûk

Mayîn û kemînên biçûk

Hedefgirtina sivîlan û binesaziyê

Propaganda û zimanê nefretê

Encamên sereke wiha hatin diyarkirin:

Hêza operasyonan a DAIŞ’ê hat lewazkirin.

Torên destekdayîna lojîstîk û hevkarên wan hatin jihevxistin.

Têkbirina bi dehan êrişên li dijî sivîlan.

Xurtkirina aramiya herêmê

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.