Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 Nobet: Nobeta Faşîzmê û Nobeta Berxwedanê

12/09/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Di dawiya salên 70’yî de li Kurdistan û Tirkiyê gelek sazî û rêxistin hatibûn avakirin. Lê dema ku di 27’ê Mijdarê de, li Amadê, li gundê Fîsê, PKK hat damezirandin êdî her tişt wê wekî berê nebûya. Van rêxistinan sîstema metingeriyê serûbin kiribû. Li rê û rêbazekê digeriyan ku vê tevgerê hîn din destpêkê de bidin sekinandin. Du sal şûnde, di 12’ê Îlonê de ev yek, ev rê û rêbaz hatibû dîtin.

EW ROJ…

Sal 1980 rojek payîzê… 12’ê Îlonê serê sibê seat 4…

Li kolanên hemû bajarên Tirkiyê dengê tanq û leşker, di Radyo û di Televizyonan de jî dengê sirûd û daxuyaniyên darbeya leşkerî bilind dibûn.

Ew roj jiyan sekinî bû, ew roj mîladek nû destpêkiribû û bi salan êdî herkesî digot; berî 12’ê Îlonê û piştî 12’ê Îlonê. Di siyaset û jiyana Tirkiyê de pêvajoyek nû destpêdikir.

Di 12’ê Îlona sala 1980’yî de Parlemento hat girtin, destûra Bingehîn ji meriyetê derket û kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin. Serokên partiyên sîyasî hatin binçavkirin.

Roja 12’ê Îlonê seat di 1’ê de Kenan Evren li ekranên Televizyonan bultena darbeya leşkerî dixwend, li kêleka wî 4 darbekarên din hebû. Di daxuyaniya xwe de behsa edaletê, behsa wekhevî, azadî û rojên xweş dikir. Lê di heman saetan de leşker û Polîs li kolanan di nêçîra şoreşgeran de bûn. Di kolanan de çiqas kes hebûn, bê lêpirsîn hatin binçavkirin. Gelek kes bi mehan bê sûc û bêguneh di bin çavan de man.

Di encama cûntaya leşkerî de, hovîtiyek mezin çêbû, nezikî milyonek însan hatin girtin. Û 12 Îlona 1980 bû sedema kuştina bi hezaran Kurd, şoreşger û kesên demokrat. Dîsa, bi hezaran hatin girtin û ji wan bi hezaran jî bi dehan salan di zindanan de man.

Piştî 12’ê Îlonê, bi qasî 300 hezar kesên şoreşger, demokrat û welatparêz avêtin girtîgehan û bi îlankirina rewşa awarte jî Kurdistan û Tirkiye bû girtîgehek servekirî.

3 Girtîgehên pîlot hatibûn tespît kirin. Mamak, Metrîs û Amed. Li van 3 girtîgehan li hember girtiyan êşkenceyên bê emsal dihatin kirin.

Gelek kes di van girtîgehan de bi êşkenceyan jiyana xwe ji dest dan.. Gelek kes jî seqet man.

Û îdam. 50 kes hatin dardekirin. Kesên wekî Erdal Eren ku temenên wan biçûk, temenên wan bi biryara dadgehê hatin mezinkirin û di demek kurt de jî hatin îdamkirin. Li hember ewqas bêdadiyê malbatan nikarîbûn doza mafê xwe bikin..

Zihniyeta qedexeker a 12’ê Îlonê, pirsgirêka Kurd inkar kir, zimanê kurdî qedexe kir û pêvajoya ku bû sedema mirina bi deh hezaran kesan da destpêkirin.

Li girtîgehên leşkerî yên Amed, Elezîz û Meletî bi dehan welatparêzên kurd di greva birçîbûnê û di rojiya mirinê de an jî di encama erîşan de jiyana xwe ji dest dan.

Bi taybetî li girtîgeha Amedê bi hatina Esat Oktay Yildiran darbekaran dixwestin tevgera kurd di vê zindanê de biqedîne.

Navê Kurd û Kurdistanê bi salan qedexe bû û ti kesî ev herdû peyv bikarnedanîn..

Li girtîgehan di bin rêveberiya pêşengê PKK’ê de berxwedanek hatibû destpêkirin. Mazlum Dogan, Kemal Pir, M.Hayrî Dûrmûş û hin kesên din li zindanan di berxwedanan de jiyana xwe ji destdabûn. Û li derve hîn jî bêdengiyek mezin hebû û ev bêdengî hetanî 15’ê Tebaxa sala 1984’an dewam kir.

ÎROJ…

15’ê Tebaxê di bin pêşengiya PKK’ê de şerê çekdarî hatibû destpêkirin. Berxwedana zindana Amedê gihîştibû armanca xwe. Tevgerê pêvajoya xirab dabû seknandin. Li dijî vê Cûntayê rihek nû hatibû afirandin. Rihê Berxwedanê.

Sal û dem derbasbûn, Faşîzma 12’ê Îlonê jî PKK neqedandibû. Siyaseta wan a li ser kurdan a red, înkar û asîmîlasyonê ketibû bin xeteriyê. Kurdan li berxwe dida. Diviyabû darbeyek nû pêkbihata û wan jî wisa kir. Bi navê AKP’ê siyasetek nû û bi navê Erdogan dîktatorek nû, nobet ji Kenan Evren dewr girtibûn. Kurd jî di nobeta berxwedanê ya ku ji Mazlum, Kemal, Xeyrî û ji Egîdan dewr girtibûn de bûn.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.