Asya Waşûkanî
Kêla memê bi bilindahî û bedewiya xwe di herêma Botanê de, têye naskirin û her dem berxwedêr û serbilinde li hemberî, hemû sir, seqem û dijwariya demsala zivistana dirêj e. Di demsala biharê de jî ser serê kêla Memê bi rengên cur bi cure, giyahan di xemile û gulên sor, zer, sipî û benefşî rengê xwe dide û xweşikbûna bedena kêla Memê zêdetir dike. Kêla navdar xwedî heybetmendî û manzarayên balkêşe, mirovan bi xwe ve dide girêdan dema ku mirov temaşey xwezaya li ser serê Kêlê dike mirov ji xweşikbun û bilindbûyina wê matmayî dimîne, bandora xwe ya pir xurt li ser hişê mirovan, dike û wan dike nava xeyalên bihişta pak de. Wekê ku têye zanîn hîna berfa bi salan li ser serê Kêla Memê, bi komî maye û her sal kêl pêşwaziya berfa sala nû dike.
Tesewir û xeyal bikin ku mirov dinava havîna germ de, berfa demsala sivistana sala bûrî yan jî salên bûrî tam bike û pêkêfxweş bibe yan jî ku bi hinek, şekir, dimis û şîr re hevlihev bike û bixwe ji bo ku ji dayika xwezayê re sipasî bike. Ew berfa sar di demsala havîna germ de dilê mirovan, hênik dike û westana mirovan ji holê radike. Nexasim jî dema ku gerîla li ser serê wî rêze çiyayî re, gav bi gav dimeşe û diweste û bi bêhin vedanê re; berê xwe dide berfa li keviyên çiya û gulokên berfa sipî, radike û tîbûna xwe pêdişkîne hemû westana xwe ji bîrve dike. Li ser Kêla Memê di havînê de hîna giyayên nazik li ber bayê dilan digirtin. Gulên li ber keviyên berfa sipî ji xêr û bereketa, wê dewlemed û renga reng dibûn. Û gerîlayên jin ên dilnazik ew kulîlkên li ser çiyayê, Kêla Memê dikirin nava lênusên xwe de û li ser wan; helbest rêz dikirin.
Her dema ku sersal, pîrozbahî û cejin dihatin wan, jî li ser xaqezên lênuskên xwe bi perên wan çîçekan şikilên pir bedew; çêdikirin û ji hevdû re bi nivîsa sersala te pîroz be, çend hevok di hunandin. Ji wan gulên bi çûk û kulîlkan li ser lênusên xwe şikil, çêdikirin û carnan li ser lênusên xwe; wêneyê Rêber Apo bicih dikirin û li dora wêneyê wê jî gul û çîçekên, rêzdikirin û ewqasî rengên xweişk çêdikirin ku mirov ji bedewiya wan kêfxweş dibû. Di germahiya heyva tebaxê de û nexasim jî dema ku gerîla ji çalekiyan, dihatin û pala xwe didan kevirekî yan jî zinarekî Kêla Memê; hemû westana xwe ji bîrve dikirin û bedewiya Kêlê ew têr dikir. Û nexasim jî dema ku gerîla westiyayî û tênî ji çalakiyê, dihatin û firek av ji kaniyên sar ên Kêlê vedixwarin ji wan re; weke ava zem zemê dihat û ew ava weke qeşayê, hinavê wan ê germ sar dikir.
Piştî xeweke şêrîn gerîlayên çeleng çavê xwe li rojeke, nû vedikirin û tîrêjê tava sor li rûyê wan dida û dizanîn ku rojeke nû; hatiye û gerek rabin ser piyan û rext û çekên xwe bişidînin û xwe ji bo çalakiyeke, nû hazir bikin. Û carnan jî di wan rojên xweş û geş de ku gerîla, hîna nû çavê xwe bi rojbaşê re vekiriye û dengê guleyên leşgeran; bi ber guhê wan dikeve û hema bi lez û bêderengî xwe hazir, dikin û berê xwe didin ciyê ku jê dengê guleyan tê. Û her jiyana gerîla wiha bi xweşî û nexweşî bû, ji xwe carnan jî dinava pefçûnê de heval birîndar, yan jî şehîd diketin û vê rewşê jî; bi xwe re zor û zehmetiyên hestiyarî tanîn. Û dema ku ew hevalên xwe yên ku bi salan bi hevre, diman û jiyana xwe li ser xweşî û nexweşiyê pareve dikirin; wenda kirin gelekî bandor dibûn û bi salan bîranînên, hevalên xwe bi xwe re radikirin.
Weke ku me li jor jî qala wê kir û me got: Kêla Memê bi salan mêvan perwerî ji gerîla re kir û hîna, jî wê pêşwaziyê ji gerîla re dike û gelek gerîlayên qehreman jî; dinava xaka xwe de hewandiye û bi xwîna wan hîn bi qîmetir bûye û navên, zêrîn li navê Kêla Memê zêde kiriye. Ji xwe herêma Botanê bi tevahî ciyê gerîla bûye û hîna jî gelek gerîlayên, ku ciyê wan tirbên wan nediyare dinava xaka Kêla Memê û tevahî Botanê de; parastîne û heye ku wê rojekê qeder bêye ku em cih bi cih li çiya û newalên, wan çiyayn bigerin û laşê wan şehîdên xwe yên qehreman derxînin. Û wan dinava pekrewangehan de bicih bikin ji bo ku aram dinava, heval û hogirên xwe de jiyan bikin û di merqeda xwe ya pîroz de xeweke ebedî bikin. Û piştî serkeftinê gel, heval û dostên wan herin ber serê kêlkên wan û ji wan re; bibêjin: Mizgîn be ji were ey şehîdên qehreman û gel her wan bidin jiyan kirin.
Mijara herî xembar jî ewe ku bi dehan şehîdên qehreman, dinava newala Qesaban de ciyê xwe digirin û nexasim jî cesedê; fermandarê me yê mezin Mahsum Kurkimaz jî dinava wê newalê de, binaxkiriye û ev jî gelek êş û xebariyê dide me. Û em sozdidin ku emê ji bo hatina, wê roja serfiraz ku em şehîdên xwe di ciyê wan ê layiq de; veşrên têkoşîneke pir xurt ji me têye xwestin ji bo ku em layiqî; qehremanî û fedayî bûna wan werin. Bi mebesta vê bîranîna bi wate careke din ez hemû şehîdên, şoreşê bibîrtînim û bejna xwe li hemberî bîranîşna wan ditewînim û soza; xwe ji wan şêre jin û mêrxasan re nû dikim.






