Kemal Necim
Birayên me rewşenbîrên parçeyên din ên Kurdistanê çaxê ku li ba wan mihircaneke çandî yan wêjeyî tê lidarxistin û dixwazin hin mêvanan ji Rojava jî vexwînin, heme çend kesên ku berî 40 salî navên wan bihîstine vedixwînin, weke ku ji 40 salan û vir de li vî welatî nifşekî din ê rewşenbîran û nivîskaran çênebûye û mezin nebûye.
Ev mijara çawa çêbûye? Di demekê de li Sûriyeyê û Rojava ji ber ku ziman û weşana Kurdî qedexe bû, kêm kesan xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî dizanîn. Di wê demê de hin xwendevanên ku destpêkê bi zimanê Erebî dinivîsin, ji xwe re hin çavkanî peyda kirin û xwe fêrî nivîsîn û xwendina bi zimanê Kurdî kirin. Her çiqas ew rewşenbîr têra xwe di rastnivîs û rêziman û ferhenga Kurdî de kûr nebûn jî, lê di wextê xwe de pêşengên nivîsîna bi Kurdî bûn û li gorî karîna xwe xizmetk kirin. ji ber ew kes li ser tiliyan dihatin hijmartin, navên wan tenê belav bû û hat naskirin, eger carna çalakiyeke çandî li deverke din a Kurdistanê dihat lidarxistin ew çend nav vedixwendin wan çalakiyan.
Ji salên 2000 û vir de û bi taybet di 15 salên dawîn de piştî şoreşa li Rojava, rewşa zanist û raman û çand û wêje û dîroka Kurdî pir hat guhertin. Êdî derfert û çavkanî pir bûn, peymangeh û zanîngeh vebûn, ramyariya kurdî kete ser rêya hostayiyeke berferh û gelek pirsporên akademisyen di hemû warên çanda Kurdî de pir bûn û bi awayekî akademîk êdî bi ramanê re mijûl bûn.
Di vê navbrê de ew kesên ku me behsa wan kir her çiqas di dema xwe de pêşeng bûn, lê di dema niha de mixabin man li paş, her di çarçoveya ew zanebûna ku berî 40 salan wergirtibûn de man.
Bi van pêşketinan re êdî mijarên konferans û mihricanan jî berferhtir bûn û kûrtir bûn ku ewcedarî bi kesên bîrwer, hosta û akademisyen heye.
Lê tevî wilo jî, di vê sala bûrî de li başûrê kurdistanê çend çalakiyên rewşenbîrî û ramyarî yên girîng hatin lidarxistin, vêce li şûna ku rêveberên van çalakiyan berê xwe bidin pisopr, akademisyenên Rojava û wan bikin mêvanên çalakiyên xwe, dîse her berê xwe dan wan çend navên ku nas dikin, weke çawa meteloka kurdî dibêjê “Filankes ji Eremeniyan Sergîs nas dike”. Ew kes jî bi rastî ne xwediyê wê şiyana ramyarî û zanistî ne ku mijarên kurdolociyê yên berferh û kûr binirxînin yan ramanek û zanebûneke hemdem û nûjen bidin wan panel û semîneran.
Dibe ku mijar hinekî bi alîgiriya siyasî ve girêdayî be, dibe ku karbidestên wan çalakiyan xwe nawestînin û lêgerînekê çênakin, yan jî dibe ku hayê wan ji qada rewşenbîrî ya Kurdî li Rojava tune ye.
Pir girîng e ku karbidetên çalakiyên çandî û rewşenbîrî li parçeyên din ên kurdistanê der barê rewşa çandê li Rojava agahdar bin û zanibin ka çiqas helbestvan, çîroknivsîs û romanivîs û lêkolîner û pisporên dîrok û hunerê û erkolociyê li vî welatî serwext bûne û dikarin sûdeke mezin bidin ramangêriya Kurdî li parçeyên din ên Kurdistanê. Eger wilo nebe wê her tim Sergîs bibe mêvanê wan û heman çîrokên xwe yên berî 40 salan dubare bike.






