Ehmed Hesen
Rêbertiya me malbatê weke saziya pêşîn a dewletdariyê pênase dike û di heman demê de weke şêweyê duyemîn ê dewletdariyê dide pênasekirin. Di rastiya têgîna malbatê de her çend pirsgirêkên cidî nebin jî, lê di piratîzekirina wê de şaşîtiyên dîrokî tên jîyîn, saziya ku malbat jê re tê gotin kokên wê heta dewleta şareza ya rahîbên Sumer û împeratoriyên yekdestdar diçe, gumana mezin ku ji beriya wan jî bi şêweyekî cuda malbat derketiye pêş û heta roja me ya îro herikiye, di heman demê de ji bo zêdekirina ferdên civakê çêkera malbatê di kesayeta jin de weke amûreke pirkirina serjimariyê tê bikaranîn, mirov li vir gotina rêber Apo ya ku dibêje “jin weke amûra zarokanînê di sîstema kapîtalîzmê de bingeh tê girtin” piştrast dike û wateya herî berbiçav a vê rastiyê ye. Malbatkirin ne rastiyeke şaş a civakî ye, berovajî wê hebûnek e ji bo dîzaynkirin jiyana civakî, lê di asta dîrokê de ev sîstema malbatê gihîştiye asta ku qurişek jî neke û ji bo mezinkirina fînansa hêzên kapîtalîst bibe amûreke perezêdekirinê.
Di nava vê hevkêşeyê de ferdê civakî bi zincîrên mehkûmkirî yên adet û kevneşopiyên malbatî tê fetisandin û li dora şaştiyên dîrokî dizîvire, ta ku zilam nebe leşkerekî serkeftî yê dewletê, her tim bi têkçûnê re rû be rû ye û mafê wî yê jiyanî winda dibe, di nav de jin tê asîmîlekirin û ji qadên civakî hema bêje tê qutkirin. Niha di sîstemên dewletên netewe yên Rojhilata Navîn de hem jin û hem zilam bi vê yekê xapiyane, li beramberî jiyaneke asayî azadiya ferd tê firotin, li beramberî fatoreyên ku dewlet ferz dike jiyana hevbeş ji holê hatiye rakirin, a ku maye bê îradebûneke mezin e, koletiya herî pêşketî ye. Em niha di serdema teknolojiyê de xirabûn û têkçûna mejiyê civakî jiyan dikin, malbatên ku tenê li pey xwezêdekirin û xwetêrkirinê pir zêde dibin û di encamê de pirsgirêkên azadî, tenduristî, perwerdehî û zayendî zêde dibin, di çavkaniya hemû pirsgirêkan de jî malbata îro serkêşiyê dike û jiyan vediguhere bajarekî ku atom lê ketî. Encam zarok bê perwerde mezin dibin, pirsgirêka zanebûnê kûr dibe, rêgezên civakî tên bombekirin û dawî lê tê. Gava ku em li serê werîsê çareseriyan lêbikolin, em dikarin di kesayeta zilamtiya ku hatiye asîmîlekirin û dewleta ku her tiştî di kesayeta civakê de dide înkarkirin de bigihêjin encameke darîçav, heta ku malbat ji vê şêweya xwe ya dubarekirin û zêdekirina ziriyetê gav paşve neavêje, wê civak bi kawosa qeyranan re rû be rû bimîne, ji bo civakeke demokratîk komînalîteya ku Rêber Apo wê bingeha digire hem dikare bibe kilîta çareseriya pirsgirêkên civakî, hem jî modeleke rastîn a jiyana bi rûmet e.






