Hêvî Keleş/ Qamişlo
Bi hatina zivistanê û sermayê re, êşa bi hezaran koçberên ji bajarê Efrînê ji nû ve zêde dibe û barê wan girantir dibe. Ew di nav şert û mercên mirovî yên dijwar de, ji pêdiviyên herî bingehîn yên jiyanî bêparin.
Ji ber êrîşên li ser bajarê Efrîn û derdora wê, niştecihên wê ji cih û warên xwe koç kirin û bi salan e li kamp û deverên penaberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, herwiha ew neçar man ku li dibistanên kevin û avahiyên perwerdehiyê yên terikandî bijîn. Ev dibistan, ku berê ji bo cihên perwerde û avakirina pêşerojê hatibûn çêkirin, îro ji bo malbatên ku ji ber serma, xizanî û bêîstîqrariyê westiyane bûne
Ji dema koçberbûna wan piştî êrîşên li ser Efrîn, xelkê koçber di navbera çend deveran de bar kirin, berî ku bi sedan malbat li dibistanên kevin ên ku pêdiviyên herî bingehîn ên ji bo jiyanê peyda nakin, bi cih bûn. Ew ji ber sermayê şevên dirêj bê xew derbas dikin. Zarok dilerizin û tenê betaniyên wan yên tenik hene ku wan ji sermayê naparêzin. Her zivistan, ew ji nexweşiyê bêtir ji birçîbûnê ditirsin. Bi hezaran malbatên ku ji kêmbûna giran a germkirinê dikişînin, nemaze bi zêdebûna berdewam a bihayên mazotê û zehmetiya bidestxistina wê.
Sermaya zivistanê qelsiya şert û mercên jiyanê eşkere dike
Bi barana pêşîn re, êşa li van dibistanan dest pê dike, ji ber ku av ji banên şikestî diherike, hewş û korîdoran tijî av dike, di heman demê de odeyin hene bê pencere û deriyên saxlem in. Her ku germahî di şevê de dadikeve, ode sarbûna wan dijwar dibin û ji bo zarok û xtiyaran ne guncaw dibin.
Zarok û kesên temen mezin herî zêde ji van rewşan bandor dibin, ji ber ku nexweşiyên zivistanê yên wekî êşa singê û sermayên giran di nav xizmetên bijîşkî yên nebaş û kêmbûna dermanan de belav dibin.
Zehmetiyên aborî û kêmbûna alîkariyên
Êş û azar ne tenê bi pirsgirêkên tenduristiyê ve sînordar e, ew digihîje şert û mercên jiyanê yên bingehîn jî. Piraniya malbatan xwe dispêrin alîkariya mirovî, ku pir caran têrê nake an jî ne rêkûpêk e û pêdiviyên bingehîn pêk naynin, nemaze di zivistanê de, ku ev yek lêçûnên zêde ji bo germkirin û cil û bergan hewce dike. Bi kêmbûna piştgiriya alîkariyê re, penaber bi zivistanek dijwar re rû bi rû dimînin bêyî xwarin an cilên zivistanê yên têr. Ev hewildanên alîkariyê pir caran bi sînor û bêrêkûpêk in.
Tevî dijwarbûna koçberiyê jî, hêviya vegerê heye
Tevî ku sal di ser koçberbûna wan re derbas bûne jî, penaberên Efrînî hîn jî bi hêviya vegera malên xwe ve girêdayî ne û tekez dikin ku êşa wan tenê bi rakirina sedemên bingehîn ên koçberbûna wan û garantîkirina vegera ewle û bi rûmet dê bi dawî bibe. Heta ku ev yek çênebe, zivistan ceribandinek dijwar a berxwedana wan e û bangek vekirî ye ji bo civaka navneteweyî ku berpirsiyariyên xwe yên mirovî li hember vê krîza dirêj bigire ser xwe. Ew her sal ji bo zivistanê hewcedariya pêdiviyên germkirinê û xwarinê heye, lê di bin zor û zehmetiyan de ne.
Li deverên kêm ewle û di bin ezmanekî tijî baran û sermayê de, penaberên Efrînî bi zivistanek din a tijî êş û azaran re rû bi rû dimînin, li benda çareseriyên rastîn in ku wan ji hovîtiya koçberiyê rizgar bikin û mafê wan ê jiyaneke ewle û bi rûmet vegerînin.






