Solîn Mihemed/ Qamişlo
Berxwedêrên ku bûn şahidên wan kêliyên dîrokî yên berxwedana Bendava Tişrînê diyar kirin ku berxwedana Tişrînê bi saya lehngiya şervanên azadiyê û sekna berxwedêr a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket.
Dewleta Tirk a dagirker bi rûxandina rêjîma Baasê a Sûriyeyê re di 8ê Kanûna 2024an de ji bo ku statuya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û qada xwe ya dagirkeriyê li Sûriyeyê berfereh bike, pêleke nû ya êrişê da destpêkirin. Ew jî hedefgirtina çavkaniya jiyanê ya xelkên herêmê û hedefgirtina Bendava Tişrînê bû. Piştî dagirkirina bajarê Minbicê dagirkeriyê bi tank, top, balafirên şer yên bêmirov û biçek, obus, moşek û hawanan berê êrişên xwe dan Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê.
Li hember êrişên namerdane yên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên leşkerî li bendavê bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) barê parastina xak û gelê xwe hilgirtin ser milan û bi hev re di eniyên pêş de şerê man û nemanê meşandin. Li kêleka berxwedana lehengane ya şervanan, xelkên heremê bi baweriya ku “Bendav bendava me ye” û bi felsefeya “em ji mirinê mezintir in” hevgirtina xwe avakirin û biryar dan ku ji bo parastina ceyran, av û axa xwe berê xwe bidin bendavê.
Piştî 119 rojan ji berxwedanê bi saya gel û şervanên azadiyê berxwedana bendava Tişrînê navê xwe di rûpelên dîrokê de her mayinde hişt û bi ser ket. Bendava Tişrînê bû şahidê destaneke ku nayê ji bîrkirînê.
Di derbarê salvegera berxwedana Bendava Tişrînê de, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihiyedîn Hesen û Gelewîş Eusman ku cihê xwe di nava berxwedana bendava Tişrînê de girtibûn ji Rojnameya me re axivîn.
‘Berxwedaniya bendava Tişrînê dîrokî bû’

Mihiyedîn Hesen diyar kir ku berxwedaniya bendava Tişrînê berxwedaniyeke dîrokî bû û wiha anî ziman: “Çûyîna me ya bendavê ji bo ku em piştgirtiyê bidin şervanên xwe. Gel bi rihê gelê şoreşgerî berê xwe da bendavê û bi şervanên azadiyê re bûn yek. Dijmin dixwest bendavê dagir bike, lê berxwedana gel û şervanan plana dijmin vala derxist. Tevî ewqas êrişên dagirkeriyê yên giran jî lê me serê xwe ji wan re netwand. Ji xwe 25 hevalên me şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn lê îradeya gel nehat şikandin û 118’ e rojan gel berxwedaniyeke birûmet da meşandin. Li bendava Tişrînê hat isbatkirin ku gelê me fedekar û berxwedêre, heta kêliya dawî jî berxwedana gel ranewstiya. Me bi biryardariyeke mezin got ku em bendavê bernadin û em li ser soza xwe man, me bendav bernda heta ku serkefti hat bidestxistin. Bendava tişrîn bû keleha berxedanê li hemberî dagirkeriyê.”
‘Bi saya şehîdên qeherman em gihaştin destkeftiyên îro’
Mihiyedîn Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Berxwedaniy bendavê berxwedaniya Kobanê tîne bîra me. Li bendavê gelek dayîk birîndar bûn û digotin ku ew ji mirinê mezintirin. Di berxwedana Bendavê de ji Qamişlo ji welatî şehîd bûn, ji wan 2 endamên Meclisa Malbatên Şehîdan bûn ku xwedî kedeke mezin di şoreşa Rojava de bûn. Eger ew bendav ketiba destê dijmin, wê dijmin berê xwe daba Kobanê, Tebqa, Reqa û hwd…lê di encama berxwedaniyê de dijmin têkçûn û bi vîna şoreşgerî gel û şervan bûn yek û planên dijmin vala derxistin. Di vê şoreşê de nêzî 14 hezar şehîd hatin dayîn, ne bi hêsanî ku em gihan vê asta ku îro em tê de jiyan dikin. Em wek malbatên şehîdan, em soz didin ku em ê şopedarê riya şehîdan bin.”
‘Em bi berxwedana Bendava Tişrînê serbilindin’

Gelewîş Eusman jî anî ziman ku ew bi berxwedana dîrokî ya Bendava Tişrînê û wiha got: “Ji bo ku em alîkariya hevalên xwe yên QSD’ ê bikin û li hmberî dijmin bibin mertal me berê xwe da bendavê. Li bendavê moralê me pir xurt bû , ji ber ku me piştgiriya şervanên xwe dikir û axa xwe diparast. Em û şehîd bavê Teyar bi hev re çûn bendavê, me berê xwe da bendavê wekî ku em herin serhildanekê. Dijmin êriş kir û di encamê şehîd û birîndar çêbûn, me şehîdên xwe rakir û me birîndarên xwe jî derman kir.Tevî êrişên giran yên dagirkeriyê jî me xwe paş de negişand û berxwedaniya me heta serkeftinê dewam kir.”






