Dilyar Cizîrî
Li ser banga Lêvegerê Ruhî yê Civaka Ewlewî li Sûriyê Şêx Xezal Xezal roja 28’ê kanûnê li 28 bajar û bajarokên Perava Sûriyê bi dehezaran kes daketin qadan. Civaka Elewî di çalakiyên xwe de doza federalîzim, nenavendî û rakirina zordariyê kirin. Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ya komkujiyên Peravê û Siwêda pêk anîn. Vê carê jî nikarîbû xwe li daxwazên xelkên Peravê ragire.
Li hin bajaran ji ber êrişa li dijî gelê bi aştiyane çalakiyên xwe lidar dixistin, hejmarak şehîd û birîndar çêbûn. Li hin bajaran rê li xwepêşandan hate giritin. Heta niha jî hîn alîgirên hikûmeta veguhêz li Humis, Hema, Laziqiyê û Tertûsê êrişî gundên Elewiyan dikin. Di encam de bi van nêzîkatiyan isbat dibe hikûmeta veguhêz a Sûriyê di pêkanîna çareseriyeke mayînde de xetimiye. Hikûmeta ji rojên destpêkê de di bin baskên dewleta Tirk de tevdigere wiha fam kiriye bi çend hevdîtinên dîplomasî li welatên cîhanê re ewê karibe hebûna xwe mayînde bike.
Ew çiqas bi derve re hevdîtinên dîplomasî bike, heger di civaka Sûriyê de bawerî neyê avakirin, çareserî ne pêkane. Me di destpêkê de jî behsa komkujiyên Peravê û Siwêda kir. Piştî wan komkujiyan me got qey hikûmeta veguhêz ji van ezmûnan dê sûdê werbigre û rê nede komkujî û zodarî dubare bibe. Lê piştî zêdeyî salekê ji hilweşîna rêjîma Esed, em dinerin her çend rojan li dijî herêmekê Sûriyê dorpêç, êriş û kîndarî tê meşandin. Gefa wan a li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dorpêça li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî beşek ji bê çareseriya vê hikûmetê ye. Ew bi nêzîkatiyên xwe rêjîma berê dubare dike. Ev jî xetimîn û bêçareseriyê mestir dike.
Balkêşe di vê rewşê rayedarên hikûmeta wekî hikûmeteke mayîndeye, gavan davêje. Ev ji daraza destûrê destpê dike. Erkdarkirina wezîran û herî dawî jî roja 29’ê mehê çapkirina pereyên nû yên Sûriyê, dewam dike. Di vir de nakokî heye. Heger ew hikûmeteke veguhêze, çawa dikare bêyî li civakê vegere ewqas gavan ji ber xwe ve bavêje?. Di aliyê qanûnî de ne pêkane çend kes biryarên niştimanî li şûna bi milyonan gelê Sûriyê bigirin. Ev nêzîkatiyeke din a wan ber hilweşîn û tunebûnê ve dibe ye.
Lê di vir de êş û azerên gelê Sûriyê yên bi salane ji ber zordariya yekdesthlatiya rêjîma Baas jiyan kiriye kûrtir dike. Kîndariya di nava civakê de mestir dike. Ji ber wê jî hikûmeta veguhêz nikare di pêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê de gavan bavêje. Heger wiha dewam kir û texmîna min wê dewam bike. Ji ber hikûmeta veguhêz nema dikare ji bin bandora siyasetên xwe û destwerdana derve derkeve.
Hikûmeta veguhêz çiqasî bibe alîgirê Koalîsyona Navdewletî ya li Dijî DAIŞ’ê û çiqsî bi Serokê Amerîka û welatên din ên cîhanê re hevdîtinan pêk bîne. Di vê rewşa heyî û bê bawerî ya wê bi civaka Sûriyê re wê tune be. Ji ber ji roja yekem a hatina wê teqlîda desthilata beriya xwe dike. Di dawiyê de dê çarenûsa wê jî wekî ya berê be.






