Erdogan Altan
Kaosa ku li qada Sûriyeyê tê jiyîn, dihêle ku bingeh ji komên çete yên radîkal nefes bigire re amade dike. Di vê çarçoveyê de, DAIŞ bi hatina HTŞ’ê ya li ser desthiladariya Şamêli herêmê derfetên nû ji bo xwe diafirîne. Tevî dijminatiya wan, têkiliyên ku bi taybetmendiyên wekhev û têkiliyên mirovî yên ku ji ber şer hatine afirandin, dihêlin ku DAIŞ’ê ji nû ve xwe birêxistin bike. Ji aliyekî din ve, hatiye destnîşankirin ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirkiyeyê di astên cûda de bi DAIŞ’ê re têkilî danîne.
Zêdebûna Çalakiyên DAIŞ’ê li Helebê;
Êrîşên li derdora Helebê di mehên dawî de nîşan didin ku DAIŞ dîsa xuya bûye.
- Di 4’ê Mijdarê de, li ser rêya Heleb-Deyr ez-Hefîl êrîşek li ser wesayîteke gumrikê hat kirin, du efser hatin kuştin.
- Di 26’ê Mijdarê de, li ser rêya Heleb-Reqayê dewriyeyek hat hedefgirtin, çend efser birîndar bûn.
- Di 20’ê Kanûnê de, li nêzîkî Til Rifatê barîkatek demkî hat danîn.
- Di 23’ê Kanûnê de, hêzên ewlehiya navxweyî şaneyek DAIŞ’ê ji hev xistin, sê çekdar û cebilxane desteser kirin.
- Di heman rojê de, li taxa Şehrê li ser dîwarê dibistanekê sloganên DAIŞ’ê hatin nivîsandin.
- Di 27‘ê Kanûnê de, endamekî Wezareta Parastinê hat kuştin.
Ev hejmar bi zelalî nîşan didin ku ji dema ku herêm ketiye bin kontrola komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin, çalakiyên DAIŞ‘ê zêde bûne. Wisa xuya dike ku her du alî jî bi heman perspektîfê tevdigerin û dixwazin aloziyê her tim bilind bihêlin.
Cihên Çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin di Artêşa Sûriyeyê de;
- Firka 72 (Doxan/Sultan Muhammed Fatih), Firka 76 (Seyf El-Dîn Polat/Ebû Bakir) li Helebê.
- Firka 62 (Muhammed Casim/Ebû Emşa) li Hemayê.
- Firka 68 (Ehmed Hesun/Ebû Hatim Şekra) li Dêra Zorê.
Tevgera DAIŞ’ê ya Bilindbûyî li Hums, Hama û Dêra Zorê;
- Di 8’ê Cotmehê de; Êrîşa dewriyeyê li ser rêya Tedmur-Humsê.
- Di 16’e cotmehê de; Êrîşa li ser hedefa leşkerî li gundewarê Dêra Zorê.
- Di 17’ê Cotmehê de; Êrîşên li dora gundê Şaumeriye.
- Di 20ê Cotmehê de; Kemîn li rojhilatê Reqayê.
- Wesayîta leşkerî li Çola Sihna di 14’ê Mijdarê de hate hedefgirtin.
- Mayîna li ser wesayîta ku karkerên petrolê hildigirt di 16’ê Mijdarê de hate çandin.
- Di 26ê Mijdarê de.Êrîşa dewriyeyê li rojhilatê Dêra Zorê.
- Çalakiya li Çola Humsê di 29’ê Mijdarê de zêde bû.
- Êrîşa dewriyeyê li rojhilatê Hamayê di 6’ê Kanûnê de, du kes hatin kuştin.
- Grafitiyên li ser dîwaran li Hums û Hamayê di 12-13’ê Kanûnê de hatine nivîsandin.
- Di 13’ê Kanûnê de Êrîşa li ser şandeya Koalisyonê li Tedmûrê, du leşkerên Amerîkî û wergêrvanek hatin kuştin.
- Grafîtî li Derayê di 17‘ê Kanûnê de.
- Di 26‘ê Kanûnê de, mizgefteke Şîe li Humsê hate teqandin.
Wekî ku di rêzeçalakiyên ku ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine kirin de tê dîtin, asta çalakiyên rêxistinê di demên dawî de pir zêde bûye. Tiştê balkêş ev e ku ev hemû çalakî li deverên ku ji aliyê komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê ve têne kontrolkirin pêk tên û DAIŞ‘ê heta niha çalakiyek li dijî wan nekiriye. Ev yek nîşan dide ku têkiliyek stratejîk di navbera wan de heye.
Nêzîkatiya dewleta Tirk a li hember Sûriyeyê stratejiyeke dagirkeriyê ye ku tenê berjewendiyên xwe dide pêş. DAIŞ û çeteyên girêdayî wê taşeronên van berjewendiyan in. Ev sîstema qirêj ku li ser xwîna gel hatiye avakirin, armanc dike ku Sûriyeyê bi rijandina xwînê ya gelên Ereb û Kurd li dijî hev qels bike. Tekane armanca van polîtîkayan ew e ku herêmê di nav pevçûnên domdar de bihêle û berjewendiyên Tirkiyeyê mîsoger bike.






