Farûk Sakik
Her sal Kurd bi komkujiya Roboskî salek li pey xwe dihêlin û dikevin saleke nû. Mirovahî bi hêviyên nû, bi jiyanek nu ber bi sala nû ve diçin, lê Kurd jî bi hêviyên ku Roboskiyên nû çênebin, dikevin saleke nû.
Di civaka Kurd de hafiza-bîr ne tenê awayê bibîranîna rabirdûriyê ye, di heman demê de avakirina nasnameya polîtîk e.
Balafirên dewleta Tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de herêmek gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê bombebarankirin. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 kes hatin qetilkirin.
Wêneyên tabûtên ku bi betaniyan hatine pêçan û cenazeyên ku li ser qantiran tên hilgirtin, di bîra kolektîf a Kurdan de wekî “qeyda hafizeya dîtbarî” ya ku qet jênabe, hatiye kolandin.
Berî ku em bikevin sala nû bi van dîmenan em dîsa derbasî raboriya xwe dibin. Derbasî 28’ê Kanûna 2011’an dibin.
Roboskî bi erdnîgariya xwe têgeha “sînor” îfade dikir. Hem cudabûneke fîzîkî hem jî yekîtiyeke dîrokî temsîl dike. Piştî komkujiyê îfadekirina yekîtiya dîrokî diha zêde derket pêş.
Dijminên Kurdan sînor danîbûn navbera civaka Kurdan. Kurdan ew sînor tu carî nedîtin-nasnekirin. Bazirganiya xelkê Roboskî li wê heremê bû. Ji bo ku wan sînor nasnedikirin ewroj li wê derê hatin qetilkirin.
Dewletê ev komkujî wekî “qezaya operasyonî” yan “gumanbariya terorê” pênase kir. Erdogan gavek din pêşve çû û digot, “me 4 qat tazmînat teklîf kiriye.” Kesên ev teklîf kirin bêucdan û yên qebûl nekirin biucdan derbasî dîrokê bûn.
Ji bo Kurdan û bi taybet ji bo malbatên Roboskî dem di 28’ê Kanûna 2011’an de rawestiyaye-qefiliye.
Her sal di bîranîna vê rojê-qetlîamê de, vê bîra travmatîk nû dikin û bi bîra her kesî dixin ku hê jî edalet pêk nehatiye. Li ser komkujiyê re 14 sal derbas bûye jî hêjî faîl nehatine girtin û cezakirin.
Salek berê dema ku ev pêvajoya ‘aştî û civaka demokratîk’ dest pê kir, nedihat gotin ku ser van birînan werin girtin. Berevajiyê vê yekê ji bo dermankirina van birînan herdu aliyan bi hev re biketinan nav hewldanan.
Aliyê dewletê, bîr û hafizaya Kurdan, dixwazê bi wan bide jibîrkirin. Bitenê behsa wendahiyên xwe û xwedî derketina hafizaye xwe dike.
Erdogan çima îroj li pêşiya vê pêngavê dibe asteng? Ji bo ku ew berpirsyarê hemû êş û elemên Kurd û Tirkan ên van 23 salên dawiye. Naxwazê der barê van êşan de lêpirsîn werin destpêkirin. Dixwaze, komkujiyên wek Roboskî bi Kurdan bide jibîrkirin. Dîsa dixwaze ku zahiyat û wendahiyên civaka Tirk yên di dema desthilatariya wî de pêkhatine û ew bûye sedem, veşêre.
Û dizane di vê pengava nû de ev sûc û kiryarên wî ewê werin ser masê. Wê dîrok jê hîsab bipirse. Ji bo ku van yek her wek li wê axê neqewîne, berê xwe dide dijminatiya Kurdên Rojava.
Dema ku hîtabî civaka Tirk dike, dixwaze xwedî li hafizaya wan derkeve. Her tim behsa zahiyatên hatine dayin dike. Zahiyatên aliyê Kurdan dide aliyek û dixwaze bi Kurdan jî bide jibîrkirin.
Di serdema aştî û civaka demokratîk de tol-heyf girtin tuneye. Tespêtkirina mexdûriyetên herdun aliyan heye û telefîkirina wan esas tê girtin. Xwedî derketina bîr-hafiza ji bo di paşerojê de tiştên waha neqewimin girîng e.
Roboskî jî ji van komkujiyan yek e. Roboskî di bîra Kurdan de ne tenê şînek e, di heman demê de wekî “deynê hiqûqî” li ber çavan e. Bîr, li vir kujer bi bîr tîne û daxwaza edaletê pêkwere.
Heger ev hafize zindî nehatiba girtin, Roboskî wê di rûpelên dîrokê de tenê wekî komkujiyek ji rêzê bihata dîttin.






