Nehîr pale
Di civaka zayendperest de buyerên giran diqewimin ku mejî û exlaqê civakê nikare rabike. Di civakê de her kes nakeve van rewşan de lê belê kesên ku dikevin van rewşan de kesek hesab ji wan naxwaz e. Eger qanûn hesab nexwaze civak li beramberî van buyeran bêdeng dimîne. Dîsa ya ku tê tewanbarkirin jin e. Mêr destê xwe diavêjê nirxên civakê lê ya tê sucdar kirin jin e.
Dayîka du zarokan piştî hevjînê wê wefat dike bi mêrekî dîtir re dizewicê û her du keçên xwe bi xwe re dibe. Hevjînê wê keça wê ya 9 salî tecawiz dike. Dema em dibihîzin ku temenê wê 9 salî ye em difikirin ku zaroke û mijara dîtir hevjînê dayîka wê ye. Di encamê de heman mêr bi dayîk û keça wê re xew dike. Agahiya dayîkê nîne û keç jî bê deng dimîne. Keç çima bê deng dimîne ji ber ditirse. Fêr nebûye ku li hemberî mêr xwe biparêze û têbikoşe ji ber vê yekê bê bertek dimîne.
Girêdayî vê buyerê mijara ez dixwazim balê bikşînim ser keç li malbatê û dibistanê nayên fêrkirin ku li hemberî êrişên cinsî û piskolojîk xwe biparêz in. Jineke nikarbe xwe biparêze û li benda mêr be wê biparêze wê her tim bibe qurban.
Heman dayîkê nedikarî xwe biparêze ne jî keça xwe ya 9 salî û pênc salî biparêz e. Her keçên wê jî ji aliyê mêran ve hatine tecawiz kirin. Piştî ku hevjînê jinê dimre civak li ser wê ferz dike ku careke dîtir bizewicê û xwe bistirîne. Mêr dikin stara jinê lê yê ew zarokên 9 salî û 5 salî tecawiz kirine mêr in.
Di civaka ku dibêje ez deyndarim, mêr hêz dibînin û li gel wan qîmeta jinê nîne buyerên wisa giran diqewim in. Mêr hesabê civaka xwe nekiriye û ew zarok tecawiz kirine. Dema ku civak buyerê dibihîze tenê bi wî mêr ve didin girêdan û dayîka wan sucdar dikin. Li zîhniyeta xwe, adet û kevneşopiyên xwe venagerin. Eger mêr hêz dibînin û nirx nadin jinê wê her tim buyerên wisa biqewim in. Eger li gorî zihniyeta wan jin li dunyayê û axîretê xizmetkara mêr e, wê demê ne dûre ku rojane jin werin tecawizkirin û kuştin.
Ev buyer li Tebqayê qewimî ye. Piştî ku dayîk diçe gel Mala Jin gazinca mêr dike buyer tê bihîstin û qanûn dikeve dewrê de. Eger Kombûna Jin a Zenûbiya xwedî li wê dayîkê û her du keçên wê derneketibane û hesab nexwestibane wê dîsa jin bûbane qurban. Ji ber li gel civaka zayendperest hebûna jinê tine ye û tu exlaq, adet an qanûn nînin ku jin werin parastin. Ji ber dîn û civaka zayendperest jinan radestî mêran dikin û çarenûsa wan dikeve destê mêr de.
Eger bav û dayîk her tim ji keçên xwe re bibêjin ku hûn mulkê me ne û mulkê hevjînên xwe ne, wê demê maf didin mêran ku her tiştî bi serê jinê bikin.
Di vê buyera li Tebqayê qewimî de destpêkê civaka zayendperest sûcdar e û piştre mêrê ku ew zarok tecawiz kirine sûcdar e.






