Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîhrîcana Rojava ya 11’emîn xatirê xwe ji rewşenbîran xwest

30/12/2025
in NÛÇE
A A
Mîhrîcana Rojava ya 11’emîn xatirê xwe ji rewşenbîran xwest
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Piştî lidarxistina çalakiyên çandî, wêjeyî, sînemagerî, siyasî, hunerî û hwd… bi dirêjahiya 11 rojan 11’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya HRRK’ê bi dawî bû.

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11’emîn ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hat birêxistinkirin. Ev mîhrîcan di bin dirûşma “Asmanê Welêt Têra Xwenên me Hemûyan Dike” de di 20’ê Berfanbara 2025’an de dest pê kir û îro xatirê xwe ji rewşenbîr û wêjevanan xwest.

Bi dirêjahiya 11 rojan rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, helbestvan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl tevlî çalakiyên mîhîcanê li Navenda HRRK’ê bajarê Qamişlo dibûn.

Roja yekem:

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê rêveber ê Komîteya Hevbeş a Nivîskaran û Rewşenbîrên Kurd li Rojava Telal Dêrikvanî axivî û diyar kir ku “Mîhrîcanê li malbatên şehîdan û şervanên di çeperê şer de yên ku parastina me dikin, pîroz dikin, her wiha li hemû nivîskar û rewşenbîrên xwe jî pîroz dikin.”

Paşê Endamê Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Kemal Necim axivî. Necim mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11`emîn li hemû haziran pîroz kir û bi xêrhatina hemû mêvanan kir.

Di rêveçûna roja yekemîn a mîhrîcanê de panelek bi navê ‘Nirxandina kar û xebatên Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê’ ji hêla Kemal Necim ve, bi beşdariya endamên HRRKˊê Luqman Yûsif, Qadir Egîd, Telal Dêrikvanî, Behrîn Oso, Dêrsim Elî, hat lidarxisin.

Di dawiyê de çîrok û helbest ji hêla Ebdulsemed Mehmûd, Ebûd Mexso, Şev Hesen, Îsa Xelo, Torcîn Reşwanî, Ferhad Bekhinadî, Zekeriya Efrîn, Alan Ebdela, Luqman Yûsiv, Mihemed Pîrê, Qadir Egîd, Rojîn Mûsê û Locîn Hesen ve hatin xwendin.

Roja duyem:

Di roja duyem a mîhrîcanê de panêlek bi navê ‘Konferansa li ser Yekitiya Kurdan Encam û Rê’ hat li darxistin, rêveberê panêlê Welîd Çolê bû û hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, endamê Desteya Giştî ya ENKS’ê Fêsel Yûsif, cîgirê sekretêrê Partiya Demokratî Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman û çalekvana Kurd Ebîr Hesaf, beşdar bûn. Piştre helbest û çîrok bi zimanê Erebî ji hêla Zahid Xelef, Ibrahîm Berekat, Ehmed Telal Elelî, Hukmet Ibrahîm, Beşîra Derwîş, Kurdistan Elî, Ciwan Silo, Diyaa Iskender, Ebdulrehman Mihemed, Erîfa Bekir û Kawa Derwîş ve hatin xwendin.

Roja sêyemîn:

 Di roja siyemîn de jî panela bi sernavê ‘Kêşeya Kurdî… perspektîfên Sûriyê’ hate lidarxistin, ev panêl ji hêla lêkolînerê di Navenda Lêkolînan a Firatê Welîd Çolê ve hat rêvebirin û endamê Rêvebirina Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hukmet Hebîb, siyasetmedar Amir Helûş û endama Pilatforma Kombûna Jinên Zenûbiyayê Şehrezad Elcasim tevlî bûn. Piştre helbest bi zimanê Kurdî ji aliyê Lemia Elî, Nûrhan Hesen, Anahîta Sîno, Narîn Metînî, Mihemed Welîd, Can Ibrahî û Ejder Îso ve hatin xwendin. Herwiha helbest û çîrok bi zimanê Erebî ji aliyê Kamîran Şêxê, Selîm Mihemed, Elîksandira Mihemed û Ferhad Seyda ve hatin xwendin.

Roja çaremîn:

Di vê rojê de panela bi sernavê ‘Diyardeya Mezinbûna Rêxistinkirina Eşîr li Herêmê… Sedem Erênî û Neyînî’ hat lidarxistin, rêveberê panêlê Ebdilhemîd Ehmed Lawî bû, herwiha Hewas Cidêi, Mişeel Hesarî, Şêrgo Haco Axa û Heyfa Mehmûd tevlî bûbûn.

Di dawiya rojê de helbestên Kurdî ji hêla Hesen Hesen, Rêşeroj Cewherî, Bêrîvan Amûdê, Beşîr Mele Newaf, Selah Seyda, Dilyar Hebîb, Idrîs Hacî Tahir û Îqbal Receb ve hatin xwendin, piştre Ebdê Dirêî, Merwan Şêxê Selah Seyda, Mihemed Ebdoû Amir Ferso çîrok û helbestên xwe xwedin.

Roja pêncemîn:

Di roja pêncan de panela bi sernavê ‘Pêşengeha Şehîd Herekol, piştî 9 rûniştinan erênî, şaşî, kêmasî û pêşniyar’ li dar ket. Rêveberê panêlê nivîskar Ebdilhadî Ehmê bû, herwiha Ebdilmecîd Xelef, Selahedîn Yûsiv û Azad Dawid tevlî bûn.

 Roja şeşemîn:

Di vê rojê de panela bi sernavê ‘Rastiya Lêkolîn û Lêkolêna Zanistî li Rojava’ ji hêla  Mehmûd Ebdo ve hat rêvebirin, herwiha Ebdilîlah Elmustefa, Jiyan Silo û Nasir Mensûr tevlî bûn.

Piştre Hozan Girkundî, Dilyar Osê, Ebdilrehman Mihemed, Dildar Aştî, Ciwane Evdal, Şama Mihemed, Şêrîn Yûsiv, Şahînê Dilbikul, Rewaz Osê, Behzad Hisên û Ebdilcabir Hebîb çîrok û helbestên xwe vegotin.

Heriwiha hunermend Ferhad Bekhinadî, Zekeriya Efrîn, Ramyar Hesen û Fewazê Çetelê çend stran vegotin.

 Roja heftemîn:

Di vê rojê de panela bi sernavê ‘Rewşa Çîroka Rojava di 10 Salên Dawî de’ hat lidarxistin. Rêvebirê panelê Melevan Resûl bû, herwiha Ciwan Evdal, Mihemed Emîn Sadûn û Mîdya Berekat tevlî bûn.

Herwiha Ebdilrehman Silo, Yûsiv Ebû Ceger, Ehmed Ciwêl, Mihemed Emîn Sadûn Zîlan Keçel, Mehmûd Ebdo, Newaf Ehmed, Dinya Silêman, Fewaz Reşo, Aycan Gewre, Xorşid Mûsa, Zelûx Bekir, Bedredîn Hesen Kemal Elî, Ona Ismaîl, Fayiq Sedîq û Hêv Ebdê çîrok û helbestên xwe vegotin.

 Roja heştemîn:

Di roja heştemîn a mîhrîcanê de panela bi sernavê ‘Rastiya Tevgera Helbestê li Rojavayê Kurdistanê di 10 Salên dawî de’, hat lidarxistin, rêveberê wê Menhel Xelef bû, hem jî Evbilsemed Mehmûd, Dildar Aştî û Hekîm Ehmed beşdarî panêlê bûn.

Herî dawî belgefilima bi navê ‘Destên Terikî’ ku sênaryo û derhêneriya Beyar Dîno kiriye, hat pêşandan.

Roja nehemîn:

 Di vê rojê de panela bi sernavê ‘Lêkolînên li ser ciwanên pêşerojê’ li dar ket, Rêvebirê panelê Ebdilbarî Ehmê bû, hem jî Ezîz Behlewî û Idris Hacî Tahir tevlî bûn.

Piştre Cundî Xezan, Umran Mentaş, Feyrûz Reşak, Mihemed Beşîr, Kurdistan Yûsif, Mehmed Baqî Mihemed, Ebdulwehab Pîranî, Mişel Osman, Ezher Ehmed, Bawcan Arî, Bîbra Talak, Mistefa Sîno, Aras Qasim û Dilsoz Ibrahîm çîrok û helbestên xwe yên bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin.

Roja dehemîn:

Di vê rojê de semînera bi sernavê ‘Nasnameya Neteweyî ya Kurdî li Sûriyê’ ji hêla nivîskar Faris Osman ve hat dayîn. Di heman demê de rewşenbîran û endamên HRRK’ê serdana gora nivîskar Mizgînê Gemo kirin.  

Roja yazdemîn:

Di sebeha roja yazdemîn de (îro) bi daxuyaniyekê HRRK’ê Xelata Afrandinê ya 2025’an da eşkerekirin. Xelat jî bû ji nesîbê nivîskar û wêjevan Ebas Ismaîl û Dilawer Zengî. Di seet 5’ê êvarê de ahenga dayîna xelatê ji bo kesên xelat wergirtin hat lidarxistin. Nirxê xelatê 1000 dolar bû, her nivîskarek 500 dolar û xelateke taybet (Mertalê HRRK’ê) wergirt.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.